Mişmişên Meletîyê jî ji baranê para xwe girt

Bajarê Meletîyê bi mişmişên xwe navdar e. 

Li Tirkîyeyê 22 milyon darên mişmişan hene, ji wan 9 milyon li Meletîyê ne.

Bazirganîya mişmişan çavkanîya sereke ya debara şênîyên Meletîyê ye. Darên mişmişan piştî erdêjê û barîna barana zêde tesîreka xerab lê bûye.

Hilberînerên ku ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn ji dewletê xwestin ku xisara wan bên temîn kirin.

wêne: pixabay

Cotkar Kemal Gedîk li navçeya Yeşîlyûrta Meletîyê bi birayê xwe ra karê çandinîya mişmişan dike.

Ew dibêje, Îsal pirsgirêka wan ya herî mezin şert û mercên hewayê ye. Diviyabû darên mişmişan di vê demsalê da kulîlkan vekirana, lê ji ber ku dinya zû germ bû darên me zû kulîlk vekirin. Bi barîna barana zêde jî ew kulîk nebûn fêkî.

Emrah Agçelîk jî yek ji wan kesan e ku debara xwe bi ekspertîzîya mişmişan dike.

Wî jî anî ziman ku, “Bi erdhejê re bazara mişmişan bi temamî sekinîye. Mişmiş bereke pîşesazîyê ye jî, lê astengîya herî mezin a li ber bazarîya mişmişan ew e ku hikûmet mişmişan wekî bereke pîşesazîyê qebûl nake.”

Li gorî daneyên Borsaya Bazirganîyê ya Meletîyê, piştî erdhêjê li bajêr 250 dikan hilweşîyane û hezar ton mişmişên hişk jî di bin kavilan da mane.