Mem û Zîn û Sînemaya Amûdê

14/11/2024

Sînemaya Amûdê çima hat şewitandin? Zindana Diyarbekirê çima hat avakirin? Gundê me çima hatin şewitandin? Li Dêrsim, Agirî, Helebçe û Mehabadê em çima hatin kuştin? Û ji aliyê kê ve! Eger em karibin nasnameyeke hevpar li ser van pirsan ava bikin, em ê bibînin ku Şewata Sînema Amûdê, ne tenê êşa Amûdê ye. Em ê baş fehm bikin ku êşên Diyarbekirê, Mehabadê, Helebçê û Amûdê giş yek in. Wê çaxê  em ê karibin bêyî sînoran, li êş û janên xwe xwedî derkevin û hemûyan di dilê xwe de hîs bikin. Belkî wê çaxê em ê karibin ji xwe re malekê ava bikin û wek malbateke mezin, bi hev re mala xwe ji êş û janan biparêzin.

***

Hun cara ewilî kengî çûn sînemayê û we kîjan fîlm temaşe kir? Gelo tê bîra we? Min fîlma xwe ya ewilî, li Diyarbekirê, li Sînemaya Dîlanê temaşe kir. Fîlma “Mem û Zîn”ê hatibû Sînemaya Dîlanê. Ji Taxa Elîparê ya Diyarbekirê, bi malbatî em rabûn çûn sînemayê. Ji ber ku min hîn dest bi dibistanê nekiribû, min bi tirkî nizanibû. Loma xeberdanên fîlmê, min pirr fehm nedikir. Lê berî ku em herin sînemayê, xeberdanên li malê, min baş fehmkiribûn. Diya min û bavê min, qala sînemayekê dikir. Digotin gedeyên biçûk birine sînemayê, derî li ser wan girtine û salon/sînema şewitandine! Min di emrê xwe de qet sînema nedîbû. Ji ber ku em ê biçûna sînemayê, ez bi kelecanî bûm. Lê piştî xeberdanên dê û bavê min, tirs jî ket nav kelecana min. Çûyîna me ya sînemayê, bê dilê diya min bû. Çimkî diya min digo fîlm kurmancî ye, dibe ku polês bavêjin ser sînemayê. A rast fîlm ne kurmancî bû, xêncî 2-3 stranên kurdî, fîlm giş bi tirkî bû. Lê navê fîlmê, tena serê xwe, ji bo tirsa diya min bes bû. Bavê min go, “Diyarbekir giş dere fîlmê, tişt nabe” û em jî rabûn çûn sînemayê. Ew dengê çepik û tililiyên bo kuştina Beko, ji salona sînemayê bilind bûn, ez ê tu caran ji bîr nekim!

Gava ez cara ewilî çûm sînemayê, 32 sal derbasbubûn ji ser Şewata Sînemaya Amûdê. Ew bajarê ku sînema lê hatibû şewitandin li ku bû, navê wî çi bû min nizanibû. Tenê sedema şewitandina sînemayê, min ji gotinên diya xwe baş fehm kiribû: “Ew jî kurmanc bûn!” Min zarokên ku li Sînemaya Amûdê hatibûn kuştin nas nedikirin. Haya zarokên Amûdê jî tunebû ji min û ji tirsa di dilê zarokekî li taxeke Diyarbekirê. Lê êş û tirsên me belav dibûn, sînor derbas dikirin û bi şikleke xwe digîhandin hev.

Êş û janên berê, travmayên berê, xwe çawa digihînin me? Gelo êş û janên berê, dikarin bandorê li ser nifşên nû bikin? Gelo em dikarin ji ber bûyereke 40-50 sal berê qewimiye, travmayê bijîn? Psîkîyatr Rachel Yehuda, ev çend sal in li ser van mijaran lêkolînên girîng dike. Teoriya Rachel Yehûda ev e ku travma, dikarin bi rêya genan derbasî nifşên nû jî bibin. Rachel Yehûda ji bo teoriya xwe, li ser 32 jin û mêrên li kampên Naziyan mane û îşkence dîtine, lêkolînan dike. Zarokên van kesan û zarokên Yahudiyên di dema şer de li derveyî Ewropayê jiyane, dide ber hev. Li gor Rachel Yehûda, zarokên ku dêûbavê wan li kampên Naziyan mane, li gor zarokên din, zêdetir di nav stresê de dijîn.

Ev teoriya Rachel Yehûda, hîn bi temamî nehatiye qebûlkirin. Li gor lêkolînan, hîn wek îhtîmalekê tê dîtin. Travma, bi rêya genan ji malbatê derbasî nifşê nû dibin an nabin, hîn ne teqez e. Lê bi min, bi rêya genan nebe jî, ne mumkin e zarokek ji travmayên malbata xwe dûr û bê par bimîne. Zarokên li malê ji mezinên xwe zilm û îşkenceya Zindana Diyarbekirê guhdarî kirine, zarokên bi çîrokên şewata gundan mezin bûne, zarokên bi hêsir û tirsên dê û bavên xwe mezin bûne… Gelo mumkin e ew zarok ji êş û janên malbata xwe dûr bimînin û bi awayekî “normal” mezin bibin? Ew travmayên ku wek mîraseke giran û dijwar ji me re mane, em ê çawa binirxînin? Em ê çawa jiyana xwe li ser wan ava bikin? Mixabin bersivên van pirsan tunene. Lewra ew pêvajoya êş û janan, bi pêşiyên me re bi dawî nebû. Hîn jî dajo û hîn jî em di nav de ne. Lê divê em sedema wan baş fehm bikin. Sînemaya Amûdê çima hat şewitandin? Zindana Diyarbekirê çima hat avakirin? Gundê me çima hatin şewitandin? Li Dêrsim, Agirî, Helebçe û Mehabadê em çima hatin kuştin? Û ji aliyê kê ve! Eger em karibin nasnameyeke hevpar li ser van pirsan ava bikin, em ê bibînin ku Şewata Sînema Amûdê, ne tenê êşa Amûdê ye. Em ê baş fehm bikin ku êşên Diyarbekirê, Mehabadê, Helebçê û Amûdê giş yek in. Wê çaxê  em ê karibin bêyî sînoran, li êş û janên xwe xwedî derkevin û hemûyan di dilê xwe de hîs bikin. Belkî wê çaxê em ê karibin ji xwe re malekê ava bikin û wek malbateke mezin, bi hev re mala xwe ji êş û janan biparêzin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Murad Dildar

Sala 1986an, li Diyarbekirê, li Taxa Elîparê hatîye dinyayê. Li zanîngehê beşa felsefeyê qedandîye û niha mamosteyê felsefeyê ye. Li ser edebiyata zarokan û felsefeyê dixebite. Sê pirtûkên wî yên çîrokên zarokan çap bûne: Qesra Spî (Avesta), Dara Sêvê (Avesta) ,Stêrka Piçûk -Heşt Çîrok Bo Gêncan(Avesta) Çîrokên wî di kovarên Bar û Nûbiharê de belav bûne. Herwiha nivîsên wî yên li ser felsefeyê di kovarên Felsefevan, Bar Helbest, Dadistan û Sûretgrafê de belav bûne. Yek ji amadekarên podcasta Qehwe û Felsefeyê ye.

Te ev dîtıne?

Ji Şama Şerîf Şeveka Beşarê Esad Ta Heta Mihemedê Malmîsanij û Berkenê Bereh

Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif.. Vê gotina ku bala Ahmet Hamdi

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên