Gelo zimanek xwe çawa her zindî dihêle, ji bo vê yekê çi lazim e, rast e dewlet û statu xalên herî muhîm û sereke ne ji bo parastina zimanî, lê ku ew jî nebin çare çi ye? Divê em çawa li zimanî binêrin û çi bikin? Dema ku behsa zimanî tê kirin tenê peyv, qalib û gramereke hişk nayê bîra mirovî. Wekî ku fîlozofê alman Martin Heidegger destnîşan dike, Ziman mal û warê hebûnê ye. Mirovek an jî miletek, li nava wê malê dijî, bi rêya wê malê dinyayê nas dike û li nava wê malê hebûna xwe ava dike. Li gorî zimannasê navdar Wilhelm von Humboldt, ziman ruhê miletî ye û her ziman dinyayeke cuda û nêrînekê pêşkêşî mirovahîyê dike. Di çarçoveya teorîya Edward Sapir û Benjamin Lee Whorf da jî, ziman sînorên fikr û ramanên mirovî dîyar dikin, yanî mirov bi kîjan zimanî biaxive, cîhanê jî bi wî rengî û bi wan sînoran fêm dike. Gava ku zimanek tê qedexekirin an jî bêstatu tê hêlan, bi tenê peyvên wî zimanî winda nabin, di heman demê da cîhanbînîya mirovî û hebûna wê civakê jî dikeve bin xetereyê.
Ji bo ku zimanek bi tenê wekî folklorê nemîne û bibe amûrekî jîyanê, pêdivîya zimanî bi statuyeke hiqûqî û sîyasî heye. Wekî ku sosyolînguîst Joshua Fishman di teorîya xwe ya Reversing Language Shift (Vegerandina Guherîna Zimanî) da neqil dike, statu ji bo parastina nifşên nû şûr û mertalê herî bi hêz e. Zimanê ku nebe zimanê hêzê/desthilatê, yanî di perwerdehî, aborî, teknolojî û hiqûqê da cih negire, nikare bi awayekî saxlem û durist ji nifşekî derbasî nifşê din bibe û hebûna xwe biparêze. Statu, destê zimanî digire û wî ji kenaran tîne navendê û diparêze.
Di dîroka kurdan a modern da, mîlada berxwedana li dijî vê kenarîbûnê, 15yê Gulana 1932an e: roja ku hejmara yekem a kovara Hawarê li Şamê ji alîyê Celadet Alî Bedirxan ve hat weşandin. Her sal, ew roj wekî roja cejna zimanê kurdî tê pîrozkirin. Hawar ne tenê wekî kovarekê, lê wekî akademîyekê bû ku di serdemeke gelek tarî da ronahî da zimanê kurdî. Celadet Bedirxan û hevalên wî, di serdemekê da ku kurdî bi temamî bêstatu bû, bi Hawarê binyadeke akademîk, rêzimanî û alfabetîk danîn. Hawarê, bi derbasbûna alfabeya latînî, zimanê kurdî ji qada devkî derxist û kir zimanê nivîs, zanist û edebîyata modern. Wê demê, wekî îro, kurdî di bin dorpêça bêstatubûnê da bû. Ne li Sûrîyeyê di bin mandaya Fransayê da, û ne jî li beşên din xwedî hêz û parastineke hiqûqî û serwerî bû. Hawarê di nava vê valahîya sîyasî da, bi ked û xîreteke rewşenbîrî statuyeke neteweyî û çandî ava kir û da îspatkirin ku zimanekî bêstatu jî dikare bibe xwedîyê edebîyateke cîhanî.
Lêbelê, divê em behsa vê rastîyekê jî bikin: Rewşa bêstatubûna ku wê demê li ser kurdî dihat ferzkirin, (li bakur) îro jî wekî penceşêr û nexweşîyeke kronîk berdewam dike. Wê demê kurdî bi qedexeyan rûbirû bû; îro jî tevî ku sedsalek derbas bûye, kurdî hêj jî di qada navneteweyî û di hiqûqa dewletên serdest da ji parastineke fermî û perwerdehîyeke sîstematîk bêpar e. Ev bêstatubûna kronîk, dezavantajên mezin ligel xwe tîne. Zimanê ku nebe zimanê perwerdehî û rêveberîyê, di nava jîyana modern da rastî lawazbûnê tê. Gava statu tunebe, ziman tenê di nava çar dîwarên malê da asê dimîne û nikare bi cîhana modern re bide û bistîne.
Qismekî bersiva “lê ku statu jî nebe çare çi ye?” li vir e. Ji ber nebûna statuyeke fermî, qadên sivîl û hunerî dibin statuyên de-facto yên vî zimanî û dibin qadên parastina zimanî ku tê da ziman hebûna xwe bi awayekî aktîf didomîne. Gava ku dewlet û dezgehên fermî derîyên xwe li kurdî digirin û pişta xwe didin kurdî, weşanxane, sînema, şano û platformên dîjîtal û hwd dibin stargeh ku ziman xwe tê da nû dike. Îro her kitêba ku çap dibe û diweşe, her lîstikeke şanoyê, bi qasî xebata Hawarê ya salên 1930î stratejîk û girîng e. Yek ji qadên ku ziman tê da tê parastin akademî ye. Rola akademîyên zanistî û navendên lêkolînê dibin stûneke bingehîn. Akademî ew der e ku ziman lê dibe terminolojî, ew der e ku tê da felsefe, zimannasî, mîtolojî, dîrok û sosyolojî bi kurdî tên hilberandin. Bêyî akademîyeke xurt, ziman di nava sînorên axaftina rojane da asê dimîne. Akademî, bi sîstematîzekirina ziman û bi hilberîna zanistê, rê li ber asîmîlasyonê digire û nîşan dide ku kurdî ne tenê zimanê dil û hestan e, di heman demê da zimanê zanist, aqil û zanyarîyê ye jî.
Herwiha, îro, rola hunermend, şanoger û komedyenan di vê berxwedanê da gelekî mezin e. Ew, zimanê ku di qada fermî da bi çinehî tê hesibandin, tînin nava xelkê û dikin malê xelê. Komedyenên kurd bi mîzah û peyvbazîyê, kurdîyê di nava ciwanan da dikin zimanê şahî û jîyanê; şano û sînema estetîka zimanî diparêzin; radyo û televizyon jî dibin mektebekên modern.
Ev qadên parastina zimanî, bi pêşketina teknolojîyê, ber bi cîhana dîjîtal ve hêj firehtir bûye. Podcastgerî û platformên modern bûne amûrên hindê ku zimanî ji herêmîbûnê derdixin û digihînin asteke cîhanî û sînoran radike. Ji alîyekî ve rojnamegerîya kurdî wekî çav û guhê civakê erkê xwe yê agahdarkirinê bi zimanê dayikê didomîne, ji alîyê din ve jî fenomenên medyaya civakî bi bikaranîna zimanê rojane û xwemalî, kurdîyê di nava ciwanan da dikin zimanê populer.
Ev qadên navborî, kurdîyê ji bin tesîra bêstatubûnê derdixin, dikin zimanekî cîhanî û dibin parêzvanên kurdî yên de-facto. Ev hemû qadên cuda -ji weşangerîyê heta sînemayê, ji komedyenan heta podcastgerîyê, ji şanoyê heta ekranên televizyonê- her yek wekî çemekî ye û diherikine deryaya zimanê kurdî. Di vê nivîsê xwe da, me ji îcrakar û berpirsên wan qadan pirsî ka gelo zimanê kurdî çawa ji kevneşopîya Hawarê şax daye û îro di van qadên navborî da, di nava vê bêstatubûna sedsalî da, çawa li ber xwe dide û çawa xwe wekî nasnameyeke modern ava dike û bi çi rengî tesîrê li ser hişmendîya civakî, zimanî û parastina nasnameyê dike.
***
Xebatên kulturî yên kurdî, ji sala1898, derketina rojnameya Kurdistanê heta îro, 128 salan, tev di çarçoveyeke teng de bûn, karê “elît”an bûn. Ronakbîrên kurd bi giştî li Stenbolê, paytextê împaretoriyê bûn. Bedirxaniyan dikaribûn biçin her derê, Cizîr û Herêma Botanê ne tê de. Siyaseta înkarê ya dewletê demên piştre yekcar xelk û entelîjensiya ji hev dûr xist. “Hawar” di dema xwe pir kêm, belkî çend jimar bi qaçaxî digihîşt bakurê welêt. Van 20 salên dawî ancex em ji wan îstifade dikin. Bajarên me hêdî hêdî ji “taşra”bûnê derdikevin, dibin navend. Vêga jî ew problema dîrokî li pêş me ye; ev xebat hê jî di derdoreke teng de ne. Divê qalikê xwe bişkînin, li hemû qadên jiyanê belav bibin.
Kurd ne miletekî bê ziman e, kurdî zimanekî bê milet e. Piraniya xelkê me ku bi kurdî dijîn, ummî bûn. Lê rewş diguhere. Kurdî êdî ne zimanê malê, ne zimanê dê ye jî. Nifşên nû pir kêm bi zimanê xwe dizanin. Wekî milet hedefa me ya sereke gerek e perwerdahiya kurdî be lê mesele bi vê tenê hal nabe. Pêşî divê em xwe, kar û derdora xwe bikin kurdî. Resmiyet tenê têr nake. Bernameyeke milî lazim e ku ne rojekê em dilê xwe rehet bikin. Kurdî di her warî de bi kar bînin, bikin zimanê jiyanê. Slogan û pîrozkirin tenê nabe, ji kreşan heta bi mektebên destpêkê, xurtkirina kurdî di înternetê de, hê jî rojnameyeke rojane, sîteyeke bi rêkûpêk nîne. Di şertên îro de jî gelek tişt dikarin bên kirin. Pêwistiya kurdî bi sosyalîzasyonê heye, gerek xebatên kulturî di nav xelkê de berbelav bibin, zêde dereng nemînin.
Abdullah Keskîn (Weşanxane, Avesta)
“Belê rast e, di dîrokê de heta niha hemû gava kesan rol û mîsyon daye ser xwe ku zimanê kurdî biparêzin an biaxivin. Ji ber ku di dîrokê de heta niha bi sîstematîk dîsîplîneke sazî, dibistan an jî mektebek li Kurdistanê, mixabin bi temamî nehatiye avakirin ku gel wekî sîstematîk bi zimanê Kurdî fêr bibin û têbigihîjin.
Vêca ev rol ketine ser pişta gelek hunermendên Kurd, yanî di her hêlê de hunermendên kurd wekî rola mamosteyîyê hilgirtiye, wekî berê yanî wekî dengbêj, feqe û seyda û xoca û melayên berê. Vêca niha jî wek muzîkjenekî kurd, wek hezjêkerekî hunera kurdî û zimanê kurdî, min ev dît ku; Stranên ku li Colemêrgê min berhevkarîya wan kirîye (stran û dengbêjîyên berî 300-400 sal berê) tê de gelek peyv hebûne ku em aniha zêde bi kar nayînîn û nizanin û di nav me da belav nebûne. Bi rêya wan stranan ev peyv careke din di nava me da şîn dibin têne fahmkirin
Me di stranên xwe de jî digot, gelek kesan ji ber ku devokên Behdînî û yên Bakurî piçekê cuda ne, bi rastî jî lewma devokên di nava zimanê kurdî de, aksanên nav zimanê Kurdî ji hev cuda ne û gelek kes êkûdu jî fahm naken; Soranî ye, Goranî ye, Lorî ye, Kurmancî ye, Zazakî ye… Lewma bi rastî binxet e, serxet e û Behdînî ne, Botî ne an Serhedî ne, xweş bi xweş em ji êkûdu fahm naken.
Bes bi rêka hunerê, bi rêka muzîkê wek dengbêjên me yên Serhedê, dengbêjên Botan, dengbêjên Colemêrgê yên Behdînan an jî yên Kirmanşahê yên deverên cuda cuda bi strangotinê, bi qeydkirinê, bi rêya radyoyê, wan hay ji van devokên xwe hebûn û hêdî hêdî jî êkûdu fahm kirin. Raste niha jî di serdema me de, di vê sedsalê de jî em hêşta, yê Amedê diaxive yê Colemêrgê baş tê nagihîje, yê Colemêrgê diaxive yê Mêrdînê fahm naketin.
Lewma mixabin xetereya herî mezin jî ev e ku heger em êkûdu fahm neken, yanî çi menaya zimanî jî, çi menaya dîrokê jî nabît. Lewma îhtiyaca me bi çi heye? Îhtiyaca me bi dîsîplîn û bi rastî jî perwerdeyek mezin ku di nav gelê Kurd de bihête çêkirin û xwedî statuyekî bibîtin. Yanî tenê hunermend bila vî karî neken; yanî heger dibistan hebît, konservatuar hebît an jî zanîngeh hebît û belav bibin, wê çi lê bihêtin ziman dê şîntir bît û wisa jî dê bigihîje gelek gelek miletên ku devokên xwe nezanin.
Heta nihe giringiya her tiştî jî huner bûye, dibistan û huner bûye, mamosteyê zimanê Kurdî bûye. Bes niha pêwîst e ku êdî li her mehalekê, li her bajarekî dibistanek, li her şarekî belkî du-sê zanko û li hemî deveran, hemî bajarên Kurdistanê perwerdeya zimanê kurdî bê avakirin û bê danîn. Îhtiyac bi vê heye.
Alî Tekbaş (Hunermend, Stranbêj)
“Dema ez li ser ziman dest bi axaftinê dikim, mixabin peyva min a pêşîn dibe ‘mixabin’. Ez ê dîsa neçar bim ku vê peyva xemgîn bi kar bînim. Her çend huner û hunermend hewl bidin jî, ev nayê wê wateyê ku ziman di rêya xwe ya rast de ye; loma xeta zimên, xeta jiyana rojane ye. Divê ziman di nav malan, kolan û sûkan de bibe zimanê jiyanê. Ziman tenê bi vî awayî dikare geş bibe û xwe mezin bike. Her wiha divê huner jî li ser vê bingehê şîn bibe. Heke ziman tenê di asteke bilind a hunerî û akademîk de asê bimîne, dê ji jiyana rastîn dûr bikeve. Di rewşeke wiha de, qutbûna navbera ziman û jiyanê her ku diçe kûrtir dibe. Çareseriya vê yekê ya bingehîn di guhertina sîstemê de ye. Dîsa jî keda hunerê ne kêm e, lê ew tenê çareseriyeke demkî û sînordar e.”
Alî Kemal Çinar (Sînema)
Erê, karê ku ez dikim teqez bandoreke erênî dike li ser temaşevanan. Tiştê muhîm ev e ji bo min; dema yên ku tên Stand Upa min, ê ku kurdî nizanin an jî tenê çend peyva fêm dikin, bi saya wê atmosfera lîstikê meraqa ziman çêdibe ji bo wan. Bi taybetî jî dema zarok tên Stand-Up a min û dibêjin “Ji bo ez lîstika te xweş fêm bikim, kurdîya xwe bi pêş ve dibim û hewl didim kurdî hîn bibim” an jî “Êdî li malê em zêdetir bi Kurdî diaxivin” gelekî kêfxweş dibim. Ku lîstikeke Stand Upê mirovan wergerîne ser zimanê dayîkê an jî yê ku qet vî zimanî nizanibe û bi saya lîstika min meraqa zimanê Kurdî bike, ev tenê ne serkeftîyeke hunerî ye ji bo min, wateyeke girîng a civakî jî heye li vir. Dewlemendîyeke çand û zimanê me heye. Li ser dîtin û qîmetzanîna çand û zimanê me piçek bandora min hebe, ez ê şanaz û kêfxweş bibim.
Erdal Kaya (Komedyen)
Radyo tenê amûrek e ji bo ragihandinê; ew mala bîranîn, ziman û hestên mirovan e. Berî ku ekranên televzyonan jiyana me dagire, deng bi rêya radyoyê diçûn nav malan û bi germî dihat pêşwazî kirin. Ji bo gelê kurd, radyo roleke pir girîng di parastina ziman û çandê de lîstiye. Gelek stranên folklorî yên kurdî û dengên ku em îro hîn jî dibihîzin, demekê di radyoyan de hatin tomarkirin û belavkirin. Ji Radyoya Erîvanê heta Radyoya Bexdayê, Kirmanşah, Tehran û Urmiyeyê, radyo bû mîrateke giranbeha ji me re çêkir da ku dengên hunermend û çîrokbêjan bigehîne gelê xwe. Heke em îro hîn jî dikarin dengên pêş 50 salan bibihîzin, Erê eynî wusa heke dengê Eyşe Şanê, Şeroyê biro, Sûsika Simo, heke em hêj jî bi kilama Lawikê Metînî dilgeş dibin bêguman bi saya radyoyê ye.
Ziman bi guhdarîkirinê dest pê dike. Zarok berî ku bixwîne an binivîse, pêşî deng dibihîze. Ew awaz, hest û muzîka zimanê dayikê dibihîze. Ji ber vê yekê radyo hîn jî girîng e. Di vê serdemê de ku medyaya civakî û televîzyon bi gelek zimanan dora me digerine, guhdariya li bernameyek kurdî ya sibehê hesteke taybet û mirovane çêdike. Heke tu şofêrê otobêsê bî, di rêya karê de bî, an li malê taştê dixwî, bihîstina dengekî aram û enerjîdar ku bi kurdî diaxive, destpêkeke xweş e ji bo rojê.
Ez gelek kêfxweş im ku bi rêya Veng Radyoyê rojane beşdarî vê hesta mezin dibim. Dibe ku radyo îro ne wekî berê be, lê hîn jî xwedî sehr û nostaljiyeke taybet e. Hesteke girîng e ku dengê te di demên asayî yên rojê de hevaltiya mirovan dike. Ez bawer im her dengek ku bi Kurdî tê gotin, alîkarî dike ku ziman zindî bimîne û ji bîr neçe.
Kêko Urmîye (Radyo, Veng Radyo)
Yek ji yekî re dibêje “filankes Kurdiya Akademîk dipeyîve” gelo Kurdiya Akademîk çi ye û akademiya Kurdî li ku derê ye; rastiya meselê: mebest ew e ku dixwaze bêje kurdiya standart; lê wê yekê bi peyva “akademîk” pênase dike. Li vê derê pirs ev e, gelo ji bilî berhemên çapî ewê kurdî li gor kîjan pîverê di asoya têgeha kurdan de standart bibe; bêguman ev medya bixwe ye; ango vê standardê di roja îro de medya dabîn dike û herwisa medya dibe pireke qaîm di navbera diyalekt û devokên kurdî de bo mînak berî 30 salan Kurdekî Soran bihata Sûka Amedê ewê kesek ji axaftina wî tênegihişta; an jî kesekî Semsûrî ew ê ji peyvên Botanî xerîb bimana, dewlet li serê Medyaya Kurdî ev tênegihîştin niha her diçe wek berfa ku rojê bibîne dihele û her çend herkes xudanê diyalekt û devoka xwe be jî; lê problema têgihiştina di navbera kurdan de hema bêje nema.
Mehdî Mutlu (Tv, WAAR Tv)
Em xwe wek mîrat-xwerên Hawar û Ronahiyê dibînin. Ji xwe pîvana me ya bingehîn ji bo Botan Timesê ew bû ku me pirsî “heger Kovara Ronahiyê (ku pêveka Hawarê bû) niho bihata çapkirin dê çawa ba?”
Yek ji kêmayîyên xebatên kurdî ew e ku ji ber gelek sebeban xebat ji hev qetiyayî ne û her kes û rêxistinên dest pê dikin, “bi destpêkeka nû” dest pê dikin.
Hawar û Ronahiyê weşaneka bi disîplîn û perîyodîk hebû û di heman demê de ji teknîka rojnamegeriya navneteweyî ne dûr bû.
Di logoya Botan International û Botan Timesê de, îmzeya Celadet Alî Bedirxan ya wek logoya Hawar û Ronahiyê hatî bi kar anîn cih digire. Em jî qasî kurd bûn ew qasê jî me hewil da “international(navneteweyî)” bin. Ew Fransî û Kurmancî bû weşana me Ingilîzî û Kurmancî bû. Ji 8 edîtor û birêvebirên me her kesê herî kêm 3 ziman dizanîn û haya wan ji xebatên di zimanên dî de jî hebûn. Me Fransî, Almanî, Farisî, Ingilîzî, Tirkî, Kurdî (Kurmancî, Soranî û Zazakî) dizanî û vê weşana me dewlemend kir. Edîtorên ku her roj 8 saetên xebata wan amadekirin û weşandina nivîsên Kurdî bû, we kir bi disiplîna Hawarê weşan bidome. Ferqa herî mezin a Hawarê ew bû ku berhem û zanîna li ser edebiyat, ziman û rojnamegeriyê rêkûpektir kir û bû bingeha xebatên rêkûpêk. Me jî hewil da em wê bikin.
Murad Bayram (Rojnamegerî, Botan Times)
Li dinê her derê zimanê podcastan zimanekî zelal e. Pir şa me, li ser Perxudres Podcastê ez bi zimanekî pir rihet, pir relaks xeber didim.
Û li ber dikevim, pir li ber dikevim ku heta niha jî bi Kurmancî û Zazakî li ser hev kî hejmara podcastên aktîf ne 10 in jî. Sal 2026, li Tirkîyê 22,000 kanalên podcastan hene, li hêla Farisan ew hejmar 9,000 e.
Ewqas medyakar, sîyasetçi û nizamçîkçi hene, çi dikin? Tirkîmîlasyonê dikin. Êdî asîmîlasyona tirkan tune, Tirkîmîlasyona kurdan heye. Bi destê xwe, bêmehne, bi zimanê xwe her tiştî dikin tirkî û difiroşin kurdan. Tê firotan? Erê, kurd hazir in, dikirin.
Em jî salê carê tevî ewên Tirkîmîlasyonê dikin bi Cejna Zimanê Kurdî xwe dixapînin. Pîroz nakim, protesto dikim.
Ömer Faruk Baran (Podcastgerî, Perxudres Podcast)
Ziman ne tenê peyvên li ser kaxezê ne; ziman hest e, liv û tevger e, herikîna laş û deng e. Tam di vê xalê de, şano dibe qada herî herikbar û zindî ya parastina ziman. Di sedsala bêstatubûnê de, şanoya kurdî her tim mîsyoneke zêdetirî hunerê girtiye ser xwe. Her lîstikeke ku li ser dikê tê nîşandan, di heman demê de bersivek e ji bo polîtîkayên asîmîlasyonê.
Çawa ku Hawarê di salên 1930î de bi pênûsa xwe sînorên qedexeyan derbas kirin, îro jî şanogerên kurd bi deng, laş û mîmîkên xwe sînorên bêstatubûnê hûr û gundor dikin. Şano dermanê wê birîna kronîk e; li ser dikê kurdî nabe zimanekî sînorbûyî, dibe zimanê azad û dibe zimanê hunera cîhanî.
Bi vê boneyê, ez di serî de keda şanoger, hunermend û hemû kedkarên zimanê kurdî pîroz dikim ku dika şanoyê dikin stargeha vî ruhî. 15yê Gulanê, mîlada pênûs û dengê me, Cejna Zimanê Kurdî li her kesî pîroz be!
Recep îçen (Şano, Şaneşîn Performans)
Li gorî çavdêriyên min têsîra karê me li ser ziman gelek e. Li her kolanên ez digerim, ez vê dibînim. Milet dixwaze bi min re kurdî biaxive, kesên ku ji ziman û ji Kurdistanê dur mayî peyaman dişînin û dibêjin li ber vîdeoyên we, em xwe hînî zimanê kurdî dikin an jî zarokên me we temaşe dikin weke rol model ji we hez dikin. Hem bi vî alî têsîr heye hem jî vîdeoyên me bi kurdî ne weke arşîv li ser medya civakî dimînin sedsal din jî xelk dê weke arşîv û belge behsa wan bike.
Resul Bafeyî (Fenomen)
Cejna zimanê Kurdî bi derketina kovara Hawarê dest pê kiriye.
Weke kovara Nûbiharê, ev cejn ji bo me wesîleya îftixarê ye.
Xuşka me ya mezin Hawarê, cejna zimanê me, diyarî me kiriye.
Hawarê ji bo zimanê me bingehek daniye; ew kesên li pey wê hatine jî li ser hîmê ku wê daniye avahiya xwe ava kirine.
Di ser derketina Hawarê re nêzîkî sed sal derbas bûne. Şertên ku Hawar têde derket û îro weke hev ninin. Lê rola kovaran wê wextê jî îro jî eynî ye.
Hawar ji bo nivîskar û xwendevanan mekteb bû. Kovarên li pey Hawarê derketin jî ew rola kêm-zêde pêk anîne.
Kovarên xelkê ji nivîskaran re dibin mekteb; pir nivîskar cara ewil di wan kovaran de dinivîsin û paşê dibin nivîskar.
Helbet kovarên kurdî jî ji bo nivîskarên kurdî bûne mekteb. Lêbelê digel mektebbûna nivîskariyê kovarên kurdî ziman jî hîn kirine. Ji ber ku zimanê Kurdî nebûye zimanê perwerdeyê, gelek kes xwendina xwe ya kurdî li ser kovaran hîn bûne; paşê gelekên wan bûne nivîskar jî.
Kovara Nûbiharê jî 33 salên xwe qedandine; niha 34 saliya xwe dijî.
Di van salan da, gelek kes bi Nûbiharê jî xwendin û nivîsandina kurdî hîn bûne. Berê xwendevanên kovarê bûne, paşê jî bûne nivîskarên wê.
Süleyman Çevîk (Nûbihar- Kovargerî)
Di pêvajoya plansazîya hemû zimanan de armanca herî bilind ew e ku ziman di qada perwerde û akademîyê de hem wekî zimanê perwerdeyê hem jî wekî zimanê hilberandina zanistî bê bikaranîn. Xweşbextane kurdî bi gelek zaravayên xwe ve bi sedan salan di medereseyên kurdî de zimanê sereke yê perwerdeyê bû. Kurdî di akademîya modern de jî ji tecrubeya Zanîngeha Bexdayê ya salên 1960î û xebatên Kamiran Ali Bedirxan ên li Sorbonneya Parisê dikarin hewldanên ewil ên kurdî li sazîyên akademîk bêne dîtin. İro kurdî li hemû zanîngehên Herêma Kurdistanê, 3 zanîngehên Bakurê Surîyê (Rojava) zimanê perwerdeyê yê piranîya beşan e. Li Rojhilatê, li Zanîngeha Kurdistanê Beşa Ziman û Edebiyat Kurdî heye û li çend beşan dersa hilbijêrkî hene. Li Tirkîyeyê jî li 6 zanîngehan hem di asta lisans hem jî di asta lîsansa bilind de bernameyên ziman û edebiyat kurdî hene. Li van bernameyan bi sê zaravayên sereke yên kurdî, ango kurmancî, zazakî û soranî perwerde tê dayîn. Her sal bi sedan xwendekar ji wan beşan derdiçin, bi dehan tez, proje û gotarên akademîk têne nivîsîn û parastin. Ev yek bi gelek aliyên ve alîkariya plansazîya zimanî dike: (1) Prestîj û statûya zimanî bilind dibe: Kurdî li sazîyên akademîk xwe îspat dike ku dikare di astên herî bilind ên perwerdeyê de bê bikaranîn. Ew wekî zimanê hilberandina akademîk her diçe berhemdartir dibe. (2) Di çarçoveya pansazîya maddî (corpus) de xebatên standardizasyona zimanî bi pêşve diçin. Ziman ji bo pêdivîyên nû tê çaksazkirin. Vêca hebûna kurdî li akademîyê her diçe bergeha xwe berfirehtir dike. Ew jî pêşiya qadên din ên civakî vedike ku bêtir berê xwe bidin kurdî. Bo mînak, geşedana kalîte û jimarî ya weşangerîya kurdî rasterast bi hebûna kurdî ya li sazîyên akademîk ve girêdeyî ye.
Şehmus Kurt (Akademî)

