Ji Chalak Eventsê li Stenbol û Amedê bernameyên sersala kurdî: Spoken Word Kurdî/Sersala Kurdî, Mûzîk û Şano

Ji Chalak Eventsê li Stenbol û Amedê bernameyên sersala kurdî: Spoken Word Kurdî/Sersala Kurdî, Mûzîk û Şano
Ji Chalak Eventsê li Stenbol û Amedê bernameyên sersala kurdî: Spoken Word Kurdî/Sersala Kurdî, Mûzîk û Şano
Vahdet Uçar
  • 11 Ocak 2022 09:39

Chalak Events li Stenbol û Amedê bi minasebeta sersala kurdî bernameyên Spokenwordê li dar dixe. Dê li her du bajaran bi konsepta Spoken Word Kurdîyê Sersala kurdî bê pîrozkirin. Mijarên sereke yên bernameyan Sersala kurdî, şano û mûzîk in.

Li her du bajaran jî dê bi heman bernameyê û heman konseptê çalakî bê li dar xistin ê mêhvanên her du bajaran cuda ne, mêhvanên çalakîya Stenbolê Sîmî Rûdan, Mirov Desmond û Şa Performans in. Û dê piştî bernameya stenbolê after party hebe, DJ jî dê Radio Erivan Edit be.

Şaxa Chalak Eventsê ya Amedê ‘Chalak Events Amed’ bi hevkarî û sponsorîya “Weqfa Mezopotamyayê” ji bo sersala kurdî bernameyekê li dar dixe. Ev çalakî yekem çalakîya bi konsepta Spoken Wordê ye dê bê li dar xistin û mijarên bernameyê yên sereke jî sersala kurdî, mûzîk û şano ne.

Mêhvanên bernameyê Şanoger Erdal Kaya, Rapbêj Reqso û Edebîyatvan Salih Agir Qoserî ne. Çalakî dê 14ê mehê di saet 19:00an de li La Minor Cafeyê bê lidarxistin.

Chalak Events Amedê naverok, mijar û konsepta bernameyê wiha eşkere kiriye û li ser medyaya civakî belav kiriye:

“Em bi Spoken Word Kurdî (SWK) 1ê ya li Amedê li pêşberî we ne, em ê Sersala Kurdî pîroz bikin: Erdal Kaya, Reqso, Salih Agir Qoserî

Mijara SWK 1emîn a Amedê Sersala Kurdî, Şano û Muzîk e.

Dê Erdal Kaya behsa şanoya kurdî û projeyên xwe bike û me bikenîne. 🙂

Paşê dê Reqso stranên xwe yên Rap bibêje û piştî wî jî dê Salih Agir Qoserî derkeve ser dikê û stranên xwe bisitirê.

Lê jibîr nekin ku konsepta vê çalakîyê ew e ku temaşevan jî dê derkevin ser dikê û dê mîkrofon ya wan be. Dê hinek helbestan bibêjin, hinek stranan bibêjin û yên bixwazin jî dê çîrokan bibêjin. 🙂

Herwiha 10 kesên derkevin ser dikê dê bi pişkê abonetîya salekêya kovara “Folklora Me” û “Folklor û Ziman” bidest bixe.

Date: 14.01.2022 / În (Friday)
Time: 19:00 – 00:00
Place: La Minör Cafe
Dîclekent Villaları 252. Sk. No: 45 – AMED

Bêre ye! / Free!”