Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Ji ber gotina “Bijî Kurdistan” akademîsyenê Kurd Hîfzullah Kutum ji kar hatiye avêtin

06/11/2021

Akademîsyen Hifzullah Kutum,  ku ji ber peyama “Bijî Kurdistan”ê derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, ji kar derxistine û piştre jî hatibû desteserkirin.

Akademîsyen Hifzullah Kutum ku li Zanîngeha Firat a Xarpetê (Elezîz) kar dikir ji ber peyama ku li ser hesabê xwe yî medyaya civakî parvekiriî,  “Bijî Kurdistan”ê derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin,  ji kar derxistine û piştre jî bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” hatiye desteserkirin.

Herwiha hat ragihandin ku derbarê Kutum de li meqamên edlî serlêdana sûcê hatiye kirin. Li gor zanyariyan, akademîsyen Kutum piştî ku îro ji kar hatiye avêtin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye desteserkirin.

Hifzullah Kutum, Înê, 5ê Mijdara 2021an û berî ku bê desteserkirin, li ser twittera xwe, li dijî biryara avêtina xwe ya ji kar bertek nîşan dabû û gotibû ku ev biryar siyasî ye û ne hiqûqî ye. Kutum nameya betalkirina Rektoriyê parve kiriye û gotiye, “Ne ji ber hesasiyetên hiqûqî, ji ber fikarên siyasî ez ji kar hatim avêtin.”

Kutumî dîsa  li ser twittera xwe di peyameke din de ragihandiye ku piştî vê biryarê li ber odeya wî ya zanîngehê hin kesên ne nas kom bûne, odeya wî êxsitine bin çavdêrîyê û gef avêtinê. û anîye ziman ku ew ji bo ewlehîya xwe yî canî di gumanê de ye. “Li dibistanê kesên ku ez wan nas nakim hene. Û ew ne xwendekar in. An jî ez zanim ne xwendekarên ku ez nas dikim in. Li ber deriyê min sekinî ne. Ez tehdîdkar hîs dikim. Ger li ser min tehdîda şidetê hebe ez dê mafê xwe yê xweparastinê bi tevahî bikar bînim.”

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan