“Mehek e ez li nexweşxaneyê radikevim”

13/03/2023

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Di ser erdhêjên Mereşê re, ku bandor li 10 bajaran kir, mehek zêdetir dem derbas bû. 

Semsûr yek ji wan bajaran e ku di erdhejê de bi wêranîyê re rûbirû ma.

Siltan Hemşîre ya ku bi eslê xwe ji Semsûrê ye ji bo bajarê xwe dibêje, “Em ne dikarin vegerinê ne jî dikarin lê bimînin”

Ew bi salan e li Nexweşxaneya Kahtayê di beşa çavdêrîya krîtîk de kar dike. 

Wê piştî xebatên bi salan ji malbata xwe re xaniyek kirîye, lê ew xanîya ku bi keda salan girtiye di şeva erdhejê de bi serê wan de hatiye xwarê.

Siltan Hemşîre dibêje ew û malbata xwe bi tesadufî ji felaketê filitîne.

“Min dev ji malbata xwe berda çûm hawara birîndaran’’

Jiyana me di şeveke de serûbin bû. Di wê felaketê de min dev ji malbata xwe berda ez çûm hawara wan kesên birîndar. Lê ne nexweşxane hebû ne jî xebatkarên rizgarkirinê.

Siltan Hemşîre

“Ne dikarim biçim ne jî dikarim bimînim”

Di dema xeberdana me de, Siltan Hemşîre tevî ku di ser erdhejê re mehek derbas bûye jî nekaribû tiştên ku dîtine bîne ziman.

Wê dem dem bêhneke kûr digirt û car din dest pê dikir. Çavên wê tijî dibûn lê wê nedihişt ku hêsrên wê biherikin ser hinarikên wê.

Li hevok û peyvan digere Siltan Hemşîre. Dibêje, “Ez çi bêjim kêm e çi bêjim nîvço ye.”

Li Samsunê me malek eyar kir. Min hemû malbata xwe şand wê derê. Wan nedixwestin biçin lê li vir ne kon heye ne jî mal. Ez tenê li vir im niha. Mehek e ez li nexweşxaneyê radikevim. Şev û roj ji min re wekî hevdu ne. Ne dikarim biçim ne dikarim bimînim. Naxwazim bajarê xwe berdim lê ez ê çi bikim?

Siltan Hemşîre

Siltan Hemşîre ji bo li bajarê xwe bimîne hewil dide konteynirekê bi dest bixe.

Wê serî li gelek mercîyan daye, lê heta niha ji wan ne bersivek hatiye ne jî dengek.

Hêjayî bîrxistinê ye, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di rojên borî de li Semsûrê gotibû ku hin kêmasî çêbûne û ji welatîyên wir xwestibû ku heqên xwe lê helal bikin. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

95emîn xelatên Oscarê hatin belavkirin

Weşana paşê

Koma Şanoya Bajêr a Amedê bo zarokan derdikeve ser dikê

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê

Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû