‘Gelo di Serdema Klasîk de Perwerdeya bi Zimanê Kurdî Hebû?’

‘Gelo di Serdema Klasîk de Perwerdeya bi Zimanê Kurdî Hebû?’
‘Gelo di Serdema Klasîk de Perwerdeya bi Zimanê Kurdî Hebû?’
Botan Times
  • 22 Şubat 2022 12:42

Di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî de paneleke bi navê “Gelo di Serdema Klasîk de Perwerdeya bi Zimanê Kurdî Hebû?” li dar dikeve.

Panela ku ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (ÎBV) ve tê li dar xistin prof. Abdurrahman Adak wekî axifger mêvan e.

Panel 22yê mehê (roja sêşemê) saet 18:30an de li ÎBV’ya li Beyogluya Stenbolê lidar bikeve.

Abdurrahman Adak Kî ye?

Abdurrahman Adak di sala 1975an de li Hezexa Şirnexê hatiye dinyayê. Perwerdeya xwe ya bilind li Zanîngeha Ankarayê di qada edebîyata tirkî ya îslamî de qedand (2006). Piştî ku li Zanîngeha Dicleyê di heman qadê de wekî vekoler xebitî (2002-2009) bi mebesta avakirina beşa kurdî derbasî Zanîngeha Mardin Artukluyê bû (2009). Ji wê demê ve di beşên ziman û edebîyata kurdî û ziman û çanda kurdî yên zanîngeha navborî de wekî mamoste û rêveber dixebite. Unwana doçentiyê ji edebiyata tirkî ya îslamî (2013) û kadroyên doçentî (2013) û profesoriyê (2019) jî ji ziman û edebiyata kurdî wergirt. Xebatên wî yên akademîk zêdetir di qada edebîyata kurdî ya klasîk de ne.