Euronewsê îcar jî protestoya aştîyane bi ”No Comment”ê weşand

27/12/2022

Malpera nûçeyan ya Euronewsê vê carê jî protestoya aştîyane ya Kurdên Parîsê bi No Comment, ku bi Kurmancî wateya wê Bê Şîrove ye, da.

Euronewsê dîmenên protestêyên roja Şemîyê, ku têde zordestî û şidet xuya dibûn, bi No Commentê dabû.

Di dîmenan de xuya dibû ku hin kesên pankart, al û flama di destan de erebeyan teqle dikin, caman dişkînin.

AFP, Reuters û France 24 jî ji protestoya Kurdan ya roja Şemîyê bal kişandibûn ser şidet û zordestîyê.

Nûçegihanê Botan Timesê Kubra Sagir duh Duşemê ji Parîsê ragihandibû komên Kurdan bi awayekî aştîyane dimeşin.

Kubrayê dîyar kiribû ku di meşê de sloganên bi Kurdî, Fransî û Tirkî hatine gotin û bêyî ku şidet rû bide dawî li protestoyê hatiye.

Pêla protestoyên Kurdên Parîsê piştî êrîşa çekdarî ya roja Înê destpê kir. Welatîyekî Fransayê yê bi navê William Mallet êrîş biribû ser Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya û dora wê. Bi êrîşa Mallet, ku rastgirekî tundrê ye, 3 Kurd hatibûn kuştin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Robozik: “Berîya 11 salan êşa dilê me çawa bû niha jî bi wî rengî ye”

Weşana paşê

Qewet xweş Kurdish Lessons

Te hay ji vê heye?

Suleymanî: Bo milet roja Şemîyê dakeve qadan êrîş roja Înê çêbû

Sîyasetvanê Partîya Kurdistanî (PAKURD) Simon Suleymanî