Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Dengê Pirtûkan: Hûn dikarin ji dengê nivîskarên kurd pirtûkên wan guhdar bikin

03/07/2023
Avakara Sepanê Zeynep Atli/Wêne-Ardil Batmaz

Lîstîka şanoyê ya bi navê Xanima Juliya û 100 pirtûkên nivîskarên kurd hûn dikarin ji dengê wan guhdar bikin.

Ev yek bi saya mamosoteyeka zimanê kurdî çêbûye.

Zeynep Sultan Atli û hevalekî xwe, berîya 3 salan sepaneka bi navê ‘Dengê Pirtûkan’ çêkirine. Serê ewil, di wê sepanê da bi du zaravayên kurdî (kurmancî û zazakî) pirtûk hatine xwendin.

Di demên dawî da soranî jî lê hatiye zêdekirin û niha bi sê zaraveyan di xizmeta guhdar û xwînerên xwe da ye.

Sepana Dengê Pirtûkan bernameyek e ku tê da PDFên pirtûkên kurdî û pirtûkên dengî hene.

Xwendevanên pirtûkan dikarin vê bernameyê daxînin ser cîhazên xwe û bi rêya vê sepanê hem PDFa pirtûkan bixwînin hem jî wan pirtûkan bi awayekî dengî guhdar bikin.

Li gorî yek ji avakara sepanê Zeynep Atliyê, sepana ku wan çêkirîye bêtir kêrî kesên nebîna û kor tê yên ku dixwazin kurdî bixwînîn.

“Xwendevanên me niha bêtir ji wan kesan pêk tên yên ku çavên wan nabînin. Em ji wan kesan feedbackên gelek xweş digirin. Ew pirtûkên kurdî bi rehetî guhdar dikin û dema kêmasîyeka dibînin ji me ra dibêjin em li sepanê wê jî zêde dikin. Kesên kurdî fêm dikin û xwendina wan nîne jî beşeka mezin yên aboneyên me ne.”

Avakarê Sepanê Zeynep Atli

Bihayê abonetîya bernameyê li gor mehane û salane diguhere.

Lê li gor gelek sepanên bi vî rengî bihayê abonetîyê gelek kêm e.

Me heta niha zêdetirî 300 pirtûkên çîrok, roman, helbest û kovaran bi kurmancî û zazakî xwendine û li ser Playstore û Appstore bar kirine. Bi sedan pirtûk jî ji bo xwendinê li ber destên me ne. Di demên pêş da em ê wan jî bi deng bikin û li wan jî li sepana xwe zêde bikin.

Avakara Sepanê Zeynep Atli

Atli diyar dike ku ew ji bo karê dengdanê bêtir bi pisporên dûblajê û şanogeran re dixebitin:

Ji bo xwendina pirtûkan tişta muhîm deng e. Lewma em zêdetir ji şanogeran û ew kesên ku di qada dengî da perwerde bûne îstîfade dikin.

Avakara Sepanê Zeynep Atli

Ji bilî pirtûkên kurdî herwiha lîstîkên şanoyê jî bi dengê şanogeran tên bidengkirin.

Bernameya Dengê Pirtûkan heta niha ji aliyê zêdetir 10 hezar kesan ve hatiye daxistin.

Li gor danerên sepanê, roj bi roj ev hejmar zêdetir dibe.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û