Ciwan Haco: Wexta çûm Batmanê pê hesam çi qas têm hezkirin, şoq bûm!

Nıvîskar:
2 years berê

Stranbêj Ciwan Haco di hevpeyvîneka digel Diljen Ronî ya ji bo GazeteDuvarê de diyar kir heta çûna Batmanê wî nedizanî çi qas tê hezkirin.

Ez Şoq bûm

“Bi rastî jî dema min dest pê kir min nizanîbû wê evqas hezkirin çêbibe. Ew hezkiriya miletê min bi min re, tabî ez vê nadime malê dinyayê.

Kengî ez pê hesam?

Wexta ez çûma Batmanê ez pê hesam. Min dît ev qas hezkirin, wilo çêbûye ez şoq bûm. Bi rastî heta niha gelek caran jî ez behs dikim.

Ev tiştekî pir pir qîmetlî ye. Lê ez dikarim vê ji te ra bêjim, belê dawiya muzîkê nîne, lê ez gihame ew tiştê ku ez lê digeriyam. Qebulkirina miletê min, ji min re, hezkirina welat ji min re, çawa ew ji min hez dikin ez jî zêdetir ji wan hez dikim, belê ez gihame wêna, ez spasî ya wan dikim.”

Wêne: Facebook/CiwanHaco


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Em hînî Kurmancî dibin – We are learning Kurmanji/ Kurdish – Unîta 1ê di weşanê de ye!!

Dersên Prof. Dr. Michael L. Chyetî 2022yê ji bo aboneyên Botan Timesê

Pêvajoyeka nû dest pê kiriye – Al Monitor

Di nav fikara êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê, Tirkîye difikire ku

“Qêrînek di gewriya şevê de” derket!

Weşanxaneya Avestayê kitêba Eta Nehayî ya bi navê “Qêrînek di gewriya şevê