Civaka Êzidîyan cejna Çarşema Sor pîroz dikin

Civaka Êzidîyan cejna Çarşema Sor pîroz dikin
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

Êzidî li gorî salnameya Rûmîyê çarşema pêşiyê ya piştî 13ê Nîsanê wekî cejna Çarşema Sor pîroz dikin.

Di çand û jîyana civata Êzidîyan da Çarşema Sor xwedî cîhekî pir girîng e.

Li gor bawerîya ola Êzidîyan cîhan di vê rojê da çêbûye û Tawusê Melek ji asîmanî daketiye, hatiye erdê.

Li gor Êzidîyan di vê rojê da roj tîna xwe zêdetir dike, dar û ber, çol û çîya bi kulîlkan dixemilin.

Civaka Êzidîyan ji bo pîrozbahîya Çarşema Sor, serdana Laleşa Nûranî ya li Şêxanê dikin ku li Dihokê ye. 

Di vê cejnê da hêk tên boyaxkirin, xort û keç kulîlkên Nîsanê hildigrin û dixin stûyê hev.