Bi îdiaya “Tedbîrên Covid-19ê binpê kirine” beşdarên Newrozê ceza kirine

Bi îdiaya “Tedbîrên Covid-19ê binpê kirine” beşdarên Newrozê ceza kirine
Bi îdiaya “Tedbîrên Covid-19ê binpê kirine” beşdarên Newrozê ceza kirine
Vahdet Uçar
  • 12 Kasım 2021 12:39

8 kesên ku beşdarî pîrozbahiya Newroza li Kadikoya Stenbolê bûne, bi cezayê pereyan hatine cezakirin.

Li gorî nûçeya Enes Sezgîn a li Ajansa Mezopotamyayê hatiye weşandin, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Kadikoyê, Nîmet Çelebî Erdogan jî di nav de 8 kes, di 18ê Adarê de beşdarî bernameya pîrozbahiyê ya li Kadikoyê bûne. Bi îdiaya ku li gorî tedbîrên Covid-19ê tevnegeriyane, her yek ji wan bi 3 hezar û 469 TL, cezayê pereyan hatine cezakirin.

Polîsan wê rojê zabitname nivîsandine û hatiye gotin ku ceza li gorî Xala 282yan a Qanûna Tenduristiya Giştî ya Gel hatiye birîn.

Di 27ê Çiriya Pêşiyê de nivîs ji Serokatiya Beşa Bacan a Stenbolê re hatiye şandin û ji wan xwestina ku pereyan ji wan 8 kesan bixwazin. Di encama vî tiştî de, her 8 kes ji cezayî haydar bûne.

Li nasnameyan nêrîne

Nîmet Çelebî Erdogan, Hevseroka HDPyê bi van gotinan behsa wê rojê kiriye:

“Piştî pîrozbahiyê destpê kir bi saetekê, 40 polîs hatin cem me. Bi dengekî bilind gotin, ‘Kî ye yên vê pîrozbahiyê dikin, we destûr ji kê stend, hûn çi dikin?’ Min jî got, xebateke partiyê ye û ne sûc e. Xwestin em agirî bitemirînin. Paşê nasname kontrol kirin.”

Erdoganê, diyar kiriye ku paşê polîsan zabitname nivîsandine û bêyî ku rê wan bidin ji wan hatiye xwestin ku îmze bikin. Erdoganî got ku wan îmze nekiriye.

“Maskeyên me li ber devên me bûn”

Erdoganê destnîşan kiriye ku di 27ê Çiriya Pêşiyê de agahdarnameyek ji wan re hatiye û wê çaxê pê hesiyane ku ew hatine cezakirin. “Maskeyên kesên li wir hebûn û hay ji mesafeya fizîkî hebûn. Tew wêne û dîmenên wê çaxê jî hene.” 

Erdoganî diyar kir ku ew ê li dijî vê biryarê derkevin: “Ev ceza ne ji ber maske û mesafeyê ye. Sirf ji bo me bitepisînin wiha dikin. Ev ceza polîtîkayeke dewletê ye li hemberî kurdan û Newrozê. Polîtîkayeke nefretê ye. Em nadin, em ê nedin. Em ê her sal jî cejna xwe ya Newrozê pîroz bikin.” 

Gokmen Yeşîl, Serokê Şaxa Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ji bianetê re gotibû ku îdare ango polîs û Walîtî nikarin cezayekî bi vî rengî bidin.

Biryarên ku li Enqere, Edene û Bolûyê dadgehan dane jî gotinên hiqûqnasan piştrast dikin û dadgeh van cezayan bi sedemên cida cida betal dikin.

Nûçe: Ajansa Mezopotamyayê/Bianet Kurdî