Baroya Amedê dibêje ewê hêzê bide Hez-Kurdê

30/12/2022

Baroya Amedê ji Twitterê ragihand ku komeke Hez-Kurdê serdana baroyê kiriye.

Li gor ragihandina Baroya Amedê, komîsyona zimanê Kurdî ya baroyê endamên Hez-Kurdê hewandine.

Baroyê dîyar kir ku ewê bo karên Hez-Kurdê çi ji dest wê were bike.

Kordînatorê Giştî yê Hereketa Zimanê Kurdî Fevzî Bulgan jî ji hesabê xwe got ku ew bo danûstandinên ser kampanyaya dersên Kurdî çûne baroyê.

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê karên sîvîl yên bo zimên dişopîne.

Wê komîsyonê meha borî li Batmanê serdana ekîba rêzefîlma Migooyê kiribû. 


Foto: Twitter, @diyarbakirbaro


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Ji Kovara Hawarê ber bi hawara Gultan Kişanakê ve..

Weşana paşê

Promîyera ”seyran”ê li Batmanê ye, Nisêbîn û Amed dûre ”seyr” dikin

Te hay ji vê heye?

Civîna 3yem ya Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî

Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyên

Li Batmanê panela ‘Statû û Perwerdehiya Bi Zimanê Kurdî’ tê lidarxistin

Li Batmanê, bi boneya roja zimanê

Civîna Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyan pêk hat

Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyên

Temenê bikaranîna maddeyên hişbir 12 ye!

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren balê