Piştî rûxandina mîrektiyan, Dewleta Osmanî da ku rasterast hukmê xwe li ser Kurdistanê îcra bike saziyên xwe lê bilind kirin, têkiliyên civakî, siyasî û iqtisadî ji bo berjewendiyên xwe ji nû ve organîze kirin. Di vê qonaxê de bi riya Qanûnnameya Arazî (1858) îdareya erdê bi dest xist. Li gor rejîma nû ya milkiyetê, gel wekî axa û maraba hatin organîzekirin. Axa jî maraba jî di eslê xwe de xulamên dewletê bûn û êdî ew bûn neyarên hev. Civaknasên gewre û romannûsên hêja bêyî ku rola dewletê analîz bikin, ew sosyolojiya nû wekî karaktera neguherîyê ya “civaka Doğu” resm û analîz kirin.
***
Yek ji romanên ewil ku min xwend Don Quixote bû. Li dibistana seretayî versiyona wê ya ji bo zarokan li kitêbxaneya polê hebû. Bergê kitebê pir balkêş bû. Don Quixote li ser hespî, rim û mertal di destê wî de, li hemberî aşên bayî sekinîbû, bi tirs û matmayî amadekariya êrîşê dikir.
Min kitêb rakir û xiste çenteyê xwe. Dersa dawî, saeta xwendinê bû. Min bi kelecanî kitêb ji çenteyê xwe derxist û dest bi xwendinê kir. Don Quixote yekî asîlzade bû ku ji dinyaya rasteqîn, bi acizî xwe spartibû kitêbxaneya malikxaneya xwe. Bi çîrokên şovalyeyan ketibû xewn û xeyelan. Di xeyalên xwe de derdiket seferan, ji bo eşq û edalatê şer dikir ku ji zû de ji dinyayê bar kiribû. Gava qanih bû ku êdî wext e, ji qesra xwe derket û kete pey xewn û xeyalên xwe.
Lê rastiyên jiyanê û yên kitebê li hev nedikirin. Don Quixote dixwest kirasê xewnê bi zorê li jiyanê bike. Lê her ku hatin hemberî hev, rastîyê zora xeyalan dibir wekî serencama wî ya ligel aşên bayî. Qederê yan jî hêzên nepenî ew cenawir derxistibûn pêşberî wî. Hejmara wan zêde û gewdeyên wan mezin bûn. Lê revîn li bejna şovalyeyekî nedihat.
Quixote, gotinên alîkarê xwe Sanço jî ne nedibihîstin ku ew ji rûyê erdê bilind bibû lê li asîmanên xewnên Don Quixote ew ji hev dibû û dîsa dadikete erdê. Don Quixote zend û bendên xwe hildan û êrîşî wan kir. Lê her carê wan dijminên har, ew li aliyekî hildiavêtin lê wan careke din êrîşî wan dikir.
Wexta ku şerê wan qediya ders jî qedîyabû. Min pirtûk careke din xist çenteyê xwe û berê xwe da deriyê dibistanê. Gava ku ji dibistanê derketim şevê perdeya xwe berdabû ser erdê. Berfê bi ronahiya hêyvê xwe radipeçand û hêdî hêdî xwe berdida jêrî. Eqlê min hêj li qada şerî bû ku Don Quixote di nav xwînê de li erdê dima.
Bi lez û bez min xwe gihand malê. Piştî saxî û silametiyan û çend pariyên nanî, min deriyê pirtûkê vekir û daketim qada şerî. Don Quixote rabû ser pêyan. Awireke din li cenawiran da. Têgihişt ku ew ne dijminên jirêzê bûn. Sêhrbaz li pişta wan bûn. Loma wî nekarîbû zora wan bibe. Hêrsa min jî hat. Min xwest milekî bidim wî û bibim alîkar ku di seranserê kitêbê de wî li hember cenawirên nedîtî, bêbextiya xelqê û bo xatira eşqa xwe şer kir.
Havîna wê salê, piştî dibistan temam bû ji bo behnvedanê em çûn Amedê. Merivên me li Baglarê rudiniştin. Mala xalê bavê min nêzîkî Yanik Koşkê bû. Rayên hesinî bajêr kiribû du perçe û ew rayên hesinî nêzîkî mala wan derbas dibûn. Rojekê em çûn mala wan. Li balkonê gog hebû. Da ku pê bilîzim derketim balkonê. Gava min ji balkonê li derva mêze kir, li aliyê çepê yê rayên hesînî çend tiştên dêwasa li ber çavê min ketin ku ew tişt wekî sîlîndîran bûn û rengê wan gewr bû. Li kêleka hev ber bi asîmanî ve bilind dibûn. Min tiştekî wisa nedîtibû. Wisa heyirî mam. Ji ber heybeta wan, min xwe gelek piçûk hîs kir, tirs û nerehetiyeke ecêb siya asimanê dilê min reş û tarî kir. Halê Don Quixote yê li ber aşên bayî, hat ber çavên min. Gelo ew çi bûn?
Ez ketim hûndir, min destê xalojna Siltan girt û ew derxist balkonê, ew cenawir nîşanî wê dan û jê pirsî gelo ew çi bûn? Keniya û got: “Kûrê min ew ‘sîlo’ ne, tê de genim û cehî mihefeze dikin”. Min careke din li wan mêze kir. Li ser yek ji wan, bi rengê reş, sê tîpên mezin nivisîbûn: TMO. Min wateya wan pirsî gotin Toprak Mahsulleri Ofisi ye.
Min wisa hîs dikir ku ew sîlo bi tenê ne aîdî Amedê herwiha ew ne aîdî dinyayê bû jî. Wekî di fîlmên xeyalî-zanistî de, fezayiyan ew ji derveyê dinyayê anîbûn û mîna nîşaneyên dagirkeriya xwe danîbûn orta bajêr. Tu caran dilê min bi wan sîloyan germ nebû. Her ku ez ji zarokatiyê derdiketim, li kêleka tirs û nerehetîyê meraq jî li min peyda dibû. Gelo kê anîbûn ew tiştên ecêb ku bi tu awayî li bejna bajêr nedihatin.
Salên zanîngehê bûn. Rêya min û Don Quixote careke din rastî hev hat. Gava min careke din ew xwend aşên bayî bi zelaliya xwe eyan bûn. Wê romanê serdema guherîneke mezin resm dikir. Şûrên dagirkeran û xaçên keşeyan, diravên tacîrên spanyayî ji binî ve guherandibûn. Dewlemendî bi saya zêr û zîvên Amarikaya Latîn mimkun bûbû ku ew dewlemedî li Îspanyayê di wextekî kin de pêk hatibû. Don Quixote gava pîvana çavbirçîtiyê bi “Girê Potossi” yê li Perûyê pênase dikir, çavkaniyên wê dewlendiyê jî nîşan didan [1]. Sanço, da ku faaliyetên hovane û bêexlaqiyê bo koloniyan îfşa bike wisa digot: “Yên ku ber bi Giravên Hîndî ve bi rê dikevin, wijdanên xwe li ser rixtimê dihêlin”.
Aşên bayî yek ji sembolên tebeqeya tacîran bû ku di anafora şer û talanê de kîsên xwe tije kiribûn. Baskên aşan çengên wan bûn. Don Quixote, bi feraseta xwe eslê wan dîtibû lê hêza wî têra têkbirîna wan nedikir. Don Quixote, hespê wî yê çaqelok Rosinante û ew jîyana ku temsîl dikin, li hemberî wan gelek xerab têkçûn [2].
Eduardo Galeano dibêje zêr û zîvên ku ji koloniyan wergirtine, sîstema civakî li Îspanyayê xerab kiriye. Li aliyekî dewlemendiyeke mezin li aliyê din jî xizaniyeke nedîtî, anîbû meydanê. Nifûsake piçûk, jiyaneke sefîh dijîn lê bi hezaran kesan li kolanan parsektî dikir. Ji ber ku hem siyasetên hovane yên serdestên Îspanyayê hem jî rizîn û hilweşîna civaka îspanyolan, îfşa dikir. Romana Don Quixote bi salan li Amerîkaya Latîn hatibû qedexekirin [3].
Gelo sîloyên Amadê sembola kê bûn? Dîroka sîloyan bi qasî aşên bayî kevn nebû lê tesîra wan ji ya aşan kêmtir nebû. Çawa ku aşên bayî tacîr temsîl dikirin, sîloyên mahsûlan jî sembolên hêza dewletan bûn. Dewlet da ku çandiniyê kontrol bike dest avêtîbû karê hîlberîn û belavkirinê. Bi vî şiklî hevsarê nanê xelqê di destê wan da bû.
Piştî rûxandina mîrektiyan, Dewleta Osmanî da ku rasterast hukmê xwe li ser Kurdistanê îcra bike saziyên xwe lê bilind kirin, têkiliyên civakî, siyasî û iqtisadî ji bo berjewendiyên xwe ji nû ve organîze kirin. Di vê qonaxê de bi riya Qanûnnameya Arazî (1858) îdareya erdê bi dest xist. Li gor rejîma nû ya milkiyetê, gel wekî axa û maraba hatin organîzekirin. Axa jî maraba jî di eslê xwe de xulamên dewletê bûn û êdî ew bûn neyarên hev. Civaknasên gewre û romannûsên hêja bêyî ku rola dewletê analîz bikin, ew sosyolojiya nû wekî karaktera neguherîyê ya “civaka Doğu” resm û analîz kirin [4].
Di serdema Cumhuriyetê de tevî saziyan, amûrên nû jî li ser milkê kurdan bilind bûn. Rayên hesînî, pompeyên neftê, diwarên bendavê, sîloyên mehsûlê û hwd…
Di sala 1950yan de ew sîloyên ecêb, li Amedê, li orta bajêr bi bejn û bala xwe ya xweşik derketin meydanê. Saziya Toprak Mahsullerî Ofîsî navê xwe da bajêrê nû: Ofîs.
Antropolog Mike Davis di kitêba Holokostên Serdema Viktoryên: Xelayên El-Nino û Înşakirina Dinyaya Sêyemîn de pir baş nîşan dida ka çawa hezên ingîlîzan hatine Hindîstanê û di navbera salên 1876-1902yan de ka çawa bûye sedema xelayên mezin ku nêzîkî 30-60 mîlyon însan hatin kuştin [5]. David bi belge û îstatîstîkan nîşan dida ku ew xela ji ber siyasetên Îngiltereyê bû ku ji xeynî berjewendiyên împeratoriyê û tacîran tu endîşeyên wan tunebûn.
Ew sîloyên ku heftê û pênc sal in sembola hukmê dewletê yê li ser çandiniyê ye, gelo li ber çavên me wekî aşên bayî yên Don Quixote xuya bûne? Gelo me wekî Don Quixote ew wekî dijmin hesiband û pê re şer kiriye? Û avahiyên din çi ne ku di kirasên din de rih, mêjî û axa me dimêjîn?
Jêrenot
[1] Eduardo Galeano, Latin Amerika’nın Kesik Damarları, Çitlembik, r. 38.
[2] Cemal Bali Akal, İktidarın Üç Yüzü, Dost, 1998, r. 60.
[3] Galeano, hbr., r. 47.
[4] Serdar Şengül, “Wekî fantaziyeke kolonyal tenêtiya sedsalî ya ‘Doğu Anadolu’yê”, https://botantimes.com/weki-fantaziyeke-kolonyal-tenetiya-sedsali-ya-dogu-anadoluye/
[5] Mike Davis, Late Victorian Holocausts: El Niño Famines and the Making of the Third World, Verso, 2000. Kîtêb ji aliyê Weşanên Yordam bo tirkî hatiye tercûme kirin.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.