Hunermend Ali Tekbaş di hesabê xwe yê twîtterê de ragihandiye ku ew ê li Stenbolê dersên mûzîka kurdî û stranên herêma Colemergê bide. Wî di tweeta xwe de gotiye ku ew ê tevî tecrûbe, xebat û berhevkarîyên xwe dersên
1- Rast bilêvkirina stranên kurdî (Teknîk)
2- Perwerdeya dengbêjiyê
3- Dersên taybet li ser cureyên muzîkê yên herêma Botan / Colemêrg / Behdînanê bide.
Ali Tekbaşî ji bo serîlêdanê maîla xwe parvekiriye û diyar kiriye ku ji bo beşdarîyê zanîna kurdî ne pîvan e, ji ber ku ders yên teknîkî ne, û di stranên gelêrî de jî ew dê ewil beşdaran fêrî xwendina rast û telafûzkirina dûrist bikin.
Ali Tekbaş kî ye?
AliTekbaş ê ku di sala 1981an de li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye, tevî malbata xwe ji neçarî koçî Tirkiyeyê kiriye. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Colemêrgê xwendiye.
Di sala 1998an de bi Serhat Bostancî û Alî Îmran re dest bi xebatên berhevkariyê kiriye. Di sala 2005an de li Amedê li Konservatuara Zanîngeha Dîcleyê dest bi perwerdeya zanistiya bingehîn kiriye.
Di navbera salên 2010-2017an de li Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran a ku ji aliyê Şaredariya Diyarbekirê ve hatibû avakirin, dersên muzîka kevneşopî ya Colemêrgê, çanda denbejîyê, teknîka dengbêjiyê û repertuwarê daye. Di heman salan de bi hevkariya Şaredariya Diyarbekirê şanoyên kurdî yên Hamlet û Mem û Zîn derxistiye ser dikê û di van lîstikan de cih girtîye.
Ji sala 1998an vir ve bi Alî Îmran û Serhat Bostancî re xebatên xwe yên berhevkirin û performansê didomîne û bi wan re koma mûzîkê ”Lawje” ava kiriye.
Têkilî: [email protected]
FOTO NÛÇE – Li Stenbolê şeva rêzgirtinê ji bo Mîr Celadet Alî Bedirxan27/04/202413:06 Şîna Heyamekê: Şahidî û Edebiyat Yan Jî Berfa Sor27/04/202412:15 Piştî Hilbijartinên Herêmî: Yên Serkeftî û têkçûyî26/04/202416:12 Botan International dê 5 kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal pêk bîne26/04/202413:29 Li Stenbolê şeva rêzgirtinê ji bo Mîr Celadet Alî Bedirxan26/04/202413:00