Erdhêjên 6ê Sibatê bandorek mezin li bajarên herêmê kir.
Vê carê jî li bajarên herêmê wekî Riha, Semsûr û Meletîyê lehî rabûye.
Bajarên ku hêj birînên xwe derman nekiribûn icar jî bi lehîyê re rû bi rû man. Tenê li Rihayê 12 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gor nirxandinên Endazyarê Jeolojîyê Ûmît Ekeî, ger avahiyeke li dij xwezayê ango ne li gor usûlên axê bên çêkirin xweza îro ango sibê, sed sal derbas bibe jî tola xwe hildide.
Ekeî dibêje, berîya ku ev bûyer pêk bê pêşî lê dikarû bihata girtin.
Endazyarê jeolojîyê Umît dide zanîn ku berîya avakirina pireke an jî avahîyeke, endazyar dikarin xwe bigihînin nexşeya keş û hewayê ya sed salan.
Ew dibêje ku nexşe di rupeala Gerînendeya Mudûrîyeta Metorolojîyê de cîh digre. Bi wê nexşeyê endezyar dikarin rê li ber felaketên bi vî rengî bigirin an jî bi xisara herî kêm jê bifilitin.
Erê barana ku divê di nava meheke de bibarîya li Rihayê di rojeke de barîyaye. Lê kesên bajaran ava dikin jixwe divê vê tiştê bifikirin. Projeyên endezyarîyê jî li gor îxtîmalên herî xirab tên çêkirin. Em avahîyeke çedikin an jî rêyeke ava dikin em li dijî xwezayê çedikin. Ji bo wê divê em her îxtîmalê bifikirin.
Endezyarê Jeolojiyê Umıt Eke
Eke sedema çêbûna lehîyan jî bi van gotinan tine ziman:
Barana ku dibara divê derbikeve derve. Dema jixwe re rê yeke nabîne çi dide ber xwe dibe. Ji ber kêmasîyên di bajarvanîyê de jî dibe sedema lehîyan.
Endezyarê Jeolojiyê Umıt Eke
FOTO NÛÇE – Li Stenbolê şeva rêzgirtinê ji bo Mîr Celadet Alî Bedirxan27/04/202413:06 Şîna Heyamekê: Şahidî û Edebiyat Yan Jî Berfa Sor27/04/202412:15 Piştî Hilbijartinên Herêmî: Yên Serkeftî û têkçûyî26/04/202416:12 Botan International dê 5 kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal pêk bîne26/04/202413:29 Li Stenbolê şeva rêzgirtinê ji bo Mîr Celadet Alî Bedirxan26/04/202413:00