Mamostayên tirk, tirkî-nezanîna zarokên kurd wek nexweşiyeka derûnî dibînin

Mamostayên tirk, tirkî-nezanîna zarokên kurd wek nexweşiyeka derûnî dibînin
Mamostayên tirk, tirkî-nezanîna zarokên kurd wek nexweşiyeka derûnî dibînin
Gulistan Korban
  • 18 Ocak 2023 17:51

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Rojeke xwendekerekî 13 salî malbata wî ji destê wî girtibû û anîn ji min re. Malbata wî jî nû ji Nîsêbînê koçî Stenbolê kiribûn. Mamosteyê wî zarokî gotiye, “di zarokê we de problemek heye nikare rehetî fêm bike û bi kesekî re hevaltiyê nake, pêdiviya wî bi perwerdehiya taybet heye.”

Dêrûnas Şînda Barış

Rewşa xwendekarên Kurd yên li metropolan dijîn Dêrûnas Şînda Barış bi van gotinan rave dike.

Ew li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê di saziyeke taybet de kar dike û herî zêde jî bi zarokan re mijûl e.

Li gor Şîndayê pirsgirêka herî mezin ew e ku xwendekarên Kurd li metrolan xwe bi tenê û xerîb hîs dikin. Sedema xerîbîya wan jî ziman e.

Di van rojên de girîngiya perwedehiya bi zimanê zikmakî tê axaftin û ji bo bijartina dersên kurdî kampanya tê meşandin.

Endama Însîyatîfa Dêrûnasên Mezoptamyayê Şînda Barış ji Botan Timesê re behsa girîngiya perwerdehiya zimanê dayike dike.

“Mamosteyên vê rewşê baş fêm nekin…”

Şînda dibêje, “Di wî xwendekarê de tu problem tune bû. Berovajî gotina mamosteyê wî, ew dema li Nisêbînê bû gelek çalak bû û hevalên wî jî gelek bûn. Lê ew li Stenbolê xwe wekî ku ji civatê hatî dûrxistin hest dike.”

“Nekarin wekî xwendekarên din baş Tirkî biaxivin”

Dêrûnas Şînda diyar dike ku dema zarokên Kurd tên bajarên metropolan dikevin vê rewşê û got,

“Ji ber ku zimanê wan yê zikmakî ne Tirkî ye nikarin wekî xwendekarên din Tirkîyeke baş biaxivin ev yek jî ji wan re dibe sedema şerm ê. Mamosteyên ku vê rewşê baş fêm nekin jî wan dişînin perwerdehiya taybet.”

Dêrûnas Şînda Barış

Dêrûnas Şînda jî bi eslê xwe ji Nisêbînê ye. Li cihê ku ew kar dike bêtir malbatên Kurd ên koç kirine henin.

Li gor gotina wê gelek zarok di vê rewşê de ne. Yên ew rastî wan tê dizane ku problemeke wê zarokê tune ye û sedem çi ye.

Lê eger ew rastî wan zarokan neye û Dêrûnaseke din wê zarokê bibîne wê demê rewş diguhere…

Li gori derunas çareseriya vê pirsgirêk jî raste rast bi perwerdehiya zimanê dayikê ve girêdaye.

Li gor maddeya 42an ya qanûnên Tirkiyeyê, li dezgehên perwerdehiyê yê li Tirkiyê ji bilî zimanê Tirkî tî ziman nekare bibe zimanê perwerdehiyê.

Li gor Enstîtûya Kurdî ya Swedê 32 mîlyon û 812 hezar Kurd li Tirkiyê dijîn. Li gel vê hejmarê jî ji mafê perwerdehiyê bêparin.

Nîşe: Di mînaka Dêrunas de nav û cihê xwendekar hatiye guhertin.