Bloger Zinarê Xamo di xatirayên xwe da bi hez û hirmeteke mezin behsa Mehmed Emîn Bozarslan dike.
Zinarê Xamo dibêje navê Mehmed Emîn Bozarslan ji ber kar û kitabên wî yên ser Kurdan hîn serê salên 1970î bi hirmet dihat gotin û her gêncî dixwest rojekê wî bibîne, bi wî ra rûne.
Gênc Zinar, ku sala 1974an li Wêranşarê kitabçi bûye, havîna wê salê çûye Stenbolê, çûye Weşanxaneya Koralê ku kitabne bistîne.
Dema Gênc Zinar li Weşanxaneya Koralê bûye, kincên reş lê, çente di destan da, bi silaveka kubar Mehmed Emîn Bozarslan ketiye hindur, lê wî ew nas nekiriye.
Pir nesekeniye li weşanxaneyê Mehmed Emîn Bozarslan, hema derketiye çûye û piştî çûye ji Gênc Zinar ra gotine ‘’Tu zanî ew kî bu? Mehmed Emîn Bozarslan bû..’’
Zinarê Xamo dibêje dema min bihîst ew Mehmed Emîn Bozarslan e, min baz da derve, ji bo ku ez wî bibînim û pê tewaf bibim, bi destê wî bigirim, vir da reviyam, wê da reviyam, lê min nedît, ez pir li ber ketim..’’
Mehmed Emîn Bozarslan jiber heps û talûkeyên din ji Tirkîyê derketiye, îltîca kiriye sala 1979an, çûye Swêdê. Salekê li dû wî, sala 1980î Zinarê Xamo jî derbazî Swêdê bûye û wî ew mêrikê kincên reş lê, çente di destan da li wir dîtiye, pê ra rûniştiye.
Sala 1985an, Zinarê Xamo di deftera xwe da ser Mehmed Emîn Bozarslan gotiye ‘’Bi rastî jî kes wî nabîne, tu carî naçe civînan, naçe şîn û şahîyên Kurdan, wer di mala xwe da ye û wek mûriyan dixebite..’’

Roportajên di kovarên nola Deng û Dengê Komkar da derketine raber dikin ku Mehmed Emîn Bozarslan piştî dest bi heyata li Swêdê kiriye, sala 1980î programa xwe ya 20 salan, programa heta sala 2000î çêkiriye û li gor wê xebitiye.
Kovara Nûbiharê sala 2013an bi rêberîya Ayhan Geverî ser Mehmed Emîn Bozarslan dosyeyek hazir kiriye.
Ayhan Geverî di destpêka dosyeyê da dibêje ‘’Ji bo edebiyat û ziman û folklora Kurdan, Mehmed Emîn Bozarslan qonaxeke girîng e û bi xêra xebatên wî gelek mesele xurttir û zûtir hatine dîtin.’’

Rohat Alakom di dosyeyê da balê dikişîne ser Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ya Mehmet Emin Bozarslan sala 1968an tevî tercûmeya bi Tirkî derxistiye û dibêje vê kitabê derbeka mezin li wan hêzan xist ku hebûna edebîyata Kurdî înkar dikirin.
Xatirayeka di nivîsa Martin van Bruinessen da atmosfare wan salan tam raber dike. Martin van Bruinessan dibêje sala 1975an li gundekî Mêrdînê, nusxeyeka wê Mem û Zîn a bi tercûmeya Mehmed Emîn Bozarslan hedîye dane wî; nusxe ji wan nusxeyên bi rutûbet bûye ku çend salan di bin axê da hatine veşartin.
Medyakar Mutlu Çiviroğlu berî 2010 biqede di ser Dengê Amerîka ra bi Mehmed Emîn Bozarslan ra xeber daye.
Gava Mutlu Çiviroğlu ji Mehmet Emin Bozarslan ra dibêje ‘’Em te li ser radyo û televîzyonan nabînin’’, ew dibêje ne adetê wî ye ku ew di televîzyonan da xwe nîşan bide û qala xwe bike û dibêje kesên dixwazin wî nas bikin, dikarin kitabên wî bixwînin.
Ew Mehmet Emin Bozarlsan, ew seyda ku ket dilan li dilan deng da, 9ê Sibata 2026an li Uppsala ya Swêdê bi heyateka li ser 90î xistiye dûr ji Diyarbekir a lê hatiye dinê can da.
Omer Faruk Baran
Vê nivîsê ji arşîvên bloga Zinarê Xamo, Dengê Amerîka, Kovara Nûbiharê, Kovara Deng, Kovara Dengê Komkar îstîfade kiriye. Fotografên di nivîsê da ji arşîva Rohat Alakom in.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.