Warê Bav û Kalan û Rihê Serdestan

09/11/2024

Salekê ligel çend akademîsyenan min seredana Cizîrê kir. Piraniya akademîsyenan tirk bûn lê li zanîngehên navdar ên Amerîka û Ewropayê dixebitîn. Qeymeqam ji hatina me haydar bû. Bi rêya xebatkarên xwe ji me re peyam şand û got piştî gera me temam bû dixwaze me li Mizgefta Nûh biezimîne.

Danê êvarê, gava ku gera me temam bû, me berê xwe da Mîzgehfta Nûh. Qeymeqamî tevî maîyeta xwe bi kelecanî pêşwaziya me kir. Gelek hûrmet da mamosteyên bijarte. Em li hewşa Mizgeftê li dor maseya darîn rûniştin û me dest bi sohbetê kir.

Qeymeqamî bi şewq û eşq behsa dîroka Cizîrê û avahiyên dîrokî kir. Helbet ji ber ku em li Mizgefta Nûh rûniştibûn sohbet bêhtir li dor Keştiya Nûh û Çiyayê Cûdî çerx dibû. Wî wisa xûlase kir mijar:

Wekî hûn gişt dizanin piştî Tofanê Keştiya Hz. Nûh bi îzna Xwedê li ser çiyayê Cûdî rûnişt. Ji bo xatira wê rojê Mîzgeft ava kirine. Mizgefta orjînal li bin erdê maye. Meriv dikare bi rêya merdîwan/derencekan biçe hundir. Mekanekî ecêb e. Li orta havînê jî hênik e, meriv tê de dicemide. Lê gava bajarê nû ava bû ew mizgeft jî li bin erdê dimîne. Piştre tên wê mîzgeftê ava dikin.

Gava ku gotinên xwe temam kirin bi şanazî, bi tiliyên xwe mizgefta nû nîşan da. Paşî qederekê navber da axaftina xwe da ku tesîra gotinên xwe li ser rûyên mêvanan bibîne. Min hêdîka nêzîk kir û pirsek jê kir:

Bîrêz Qeymeqam. Ji ber ku li bin erdê de maye em eslê mizgeftê nabînin. Lê ew mîzgefta nû ji aliyê şewaza mîmarî û materyalên avahiyê ve qet naşibe avahiyên dîrokî yên bajêr. Gelo sedema wê çi ye?

Qeymeqamî ku qet hêvî ne dikir di nav me de akademîsyenên kurd jî hebin, bi bişirîneke mexrûr wisa bersiv da:

Hûn dizanin mamoste, rihê Osmaniyan li vî bajarî kêm bû. Me xwest, bi wê mizgeftê wê kêmasiyê telafî bikin.

Min pirseke din kir û got: “Çima kêm bû?

Bala mêvanan jî êdî li ser wî nebû. Qeymeqam pir aciz bû. Herwekî pirs qet nebihîstibe mijar gûherand û hemû mêvan dawetî şîvê kirin.       

Şewq û bêdengiya Qeymeqamî, aşkera dikir ku haya wî ji têkiliya mekan û nasnameyê heye. Lewma wî jî baş dizanî tunebûna ‘rihê Osmaniyan’, şahidiya tûnebûna Osmaniyan dikir di dîroka Cizîrê de û hewce dikir ku ew hebûna wan a îro îzah bike.

Helbet ji xeynî têkiliyên kolonyal tu îzahata wê hebûnê nîne ku ew têkiliyên kolonyal tijî şîdet û talan in.

Ez du salan, li ser hev, li ser avahiyên Cîzîrê û têkiliya mekan, bîr û nasnameyê xebitîm. Her carê du-sê mehan li wir mam û di serî de Medreseya Sor, min li ser gelek avahiyên dîrokî xebat kir. Qeymeqamî kêm gotibû. Da ku ew rihê Osmanî hukmê xwe li ser bajêr îcra bike diviya avahiyên dîrokî yên bajêr wêran bikin[1].

Ew siyaseta wêrankirinê di bîra gel de hêj zindî bû ku piraniya wan neketibûn kitêban û nebûbûne malê dîroka nivîskî. Hin kesên ku min bi wan re hevdîtin kiribû wiha agahî dabûn min:

Ez zarok bûm. Di salên 1930an yan 1940an de leşkeran bi fermana qumandanên xwe kitabeya li ser mîhraba Medraseya Sor bi çakûçan xerab kirin. Ne tenê ew kitabe gelek cihên din jî xerab kirin.

Agahiyeke din jî ya li ser tirbe û mezelan bala min kêşa:

Mirî ji destên wan nefilitî. Bi çakûç û biviran ketin nav mezelan. Yek bi yek kêlik xerab kirin. Ger hûn sindoqeya li ser tirba Melayê Cizîrî rakin, hûn dê bibînin mezel ne aîdî wî ye. Lê bi Xwedê, min bi çavên xwe dîtibû. Piştî leşker hatin, kêla wî rakirin û li şûna wî kêleke din danîn. Gelo cendeka wî rakirine? Em nizanin.

Siyaset jî, di perdeya restorasyonê de guherîna şêwaza mîmariya mizgeftan bû. Bi wî şîklî hemû bîranînên mekanî jî, tevî şiklê berê ji bîra însanan diçûn. Rojekê lêkolîner Abdullah Yaşın ku muzeyek li Cizîrê ava kiribû û berhemên giring derbarê Cizîrî de nivisîbûn, wiha ji min re got “Were ez te bibim cihekî da ku tu asta wêrankirinê baş bibînî”.

Tevî çend bajariyên Cizirî em çûn mîzgeftê ku navê wê yê eslê Mizgefta Mîrekan bû lê wekî  “Meydan Cami” hatibû guherandin. Di encama restorayonê de hemû taybetmendiyên xwe yên dîrokî wendakiribûn. Wekî ‘emeliyata estetîk’ rih nebe jî şikil/sûretekî Osmanî dabûn wê. Li hewşa Mizgeftê ku di binê apartmaneke deh qat de mabû, tirbeyeke xerabe hebû. Abdulla Yaşın ji îmamê cizîrî mifteyê tirbeyê xwest. Îmamî refaqetiya me kir û deriyê tirbeyê vekir. Gava derî vebû ez şaş û metel mam. Ji ber ku derdorên wê bi avahiyên bilind hatibûn dorpêçkirin, ew der wekî odeyê bû. Tê de çend mezel û kêlên dîrokî hebûn. Piraniya wan hatibûn şikandin. Li ser kêlêkê rolyefek hebû ku tê de neqşa pezkoviyekî û siwariyê ku nîşan pê girtibû hebû. Yekî ji cemeatê got xuya ye ku ew kêla Mîr Mihemedê Nêçirvan e. Cegerxwîn di şiîra xwe de behsa wî dike.

Piştre Abdullah Yaşlı çend kêlên şikandî nîşanî min dan û wisa dewam kir:

Wekî tirbeya li kêleka Medreseya Sor li hewşa vê mîzgeftê jî mezelên Mîrên Botanê hebûn. Di sala 1971an de donzdeh heb mezelên mîr, bi kêl û lahîtên wan, ji cihên wan kirin û li pişta traktoran bar kirin û avêtin Çemê Dîcleyê.

Matmayî mam. Wekî ku min bawer nedikir, min careke din pirsî:

Di nava rojê de… donzdeh heb mezel… tevî kêl û lahîtên wan… ji cihê wan kirin, li traktoran bar kirin û avêtin çeman, durist e? Lê çawa? Kê destûr daye?  

Li ser pirsa min wisa bersiv da:

Dibêjin malbeteke Cizîrî xwest li cihê mezelan minareyekê bilind bike. Ji meqema miftîtiyê dixwazin û ew jî destûrê didin. Bi destûra miftî wî tiştî dikin.

Îmamê mizgeftê ku emrê wî li dora 35an bû, wisa got:

Halê kevn ê tirbeyê li bîra dêya min e. Gava ew ciwan bûn rojên pêncşême yanî rojên înê, jinên Cizîrê derdiketin gerê bo seredana Medresa Sor, Mizgefta Nûh û Tirba Mem û Zînê. Ew tirbe wê çaxê li ser cadeyeke mezin bûne. Vekirî bûne û tenê bi şîşên hêsinî hatibûn dorpêçkirin. Dêya min digot me wisa bawer dikir ku tirba Tajdîn û Sitîyê jî li wir bûn. Em disekinîn û ji bo wan jî dia dikir.  

Gava ez ji mizgeftê derketim dengê qaymeqamî careke din li ber gûhên min olan da: ‘Ji bo ku em kêmbûna rihê Osmaniyan telafî bikin…’. Ew faaliyetên xerabkirin û tûnekirinê hemû ji bo telefîkirina hukmê împaratoriyekê bûn. 

Ngugi wa Thiong’o di kiteba xwe ya Ronesansa Efrikî: Tiştekî Nû û Çiriyayî de qala wêrankirina mekanên dîrokî û navlêkirinên bi zimanê Ewropî dike û dibêje:

Ew hemû pratikên navgûherîna mekanan û xerabkirina wan, berî her tiştî armanc dike ku têkiliyên însan û mekanan qut bikin. Gava avahiyên ku bi keda însanan hatin avakirin dibin kavil, gava ku mekanên sed salan bi nav û kirasên nû li pêşberî wan derkevin, êdî hemû bîranîn û hişmendiya dîrokî ya wan ji hev dikevin û dibin kavil.

Her ku deshilatdariya warên kurdan ji destê wan diçe ew dibin biyanî û multeciyên welatên xwe. Êdî ne avahiyên dîrokî aîdî wan in û ne jî êdî navên wan dizanin. Serdest dixwazin hişmendî û hestiyariyeke wisa ava bibe, herwekî ku bindest nû hatibûn van waran, bi çavê zarokekî nûzayî li derdora xwe binêrin û navê tiştan û dîrokê ji serdestan hîn bibin.

Li vir pirs ev e, em ê çawa bikarin rihê wan ku wekî ewrekî tarî asîmanê me dagirtiye, ji warên xwe dûr bixin û bîra me ya jihevketî û rihê me yê kavilkirî li şûna wan deynin?      

Jêrenot

[1] Serdar Şengül: ‘Cizre Kırmızı Medrese Bağlamında Tarih, Kimlik Hafıza Oluşumu’, Kebikeç, 37, 2014, rr. 57-78. https://kebikecdergi.wordpress.com/wp-content/uploads/2015/01/04bitti_kirmizimedrese_serdarsengul.pdf

[2] Ngũgĩ wa Thiong’o, Something Torn and New: An African Renaissance, Civitas. New York: Civitas Books,2009.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Serdar Şengül

Akademîsyen û lekolîner e. Derbarê neteweperiyê, teoriyên postkolonyal û rexneya edebiyatê de xebatan dike. Li ser van babetan nivîs û wergerên wî hene.

Te ev dîtıne?

Ji Şama Şerîf Şeveka Beşarê Esad Ta Heta Mihemedê Malmîsanij û Berkenê Bereh

Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif.. Vê gotina ku bala Ahmet Hamdi

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên