Akademîsyen û aktîvîst Walter Rodney, gava di sala 1980yî de hat kuştin hê 38 salî bû. Kûrahiya wî ya akademîk û dilsoziya wî ya aktîvîzmê, ew li ber dilê jar û belangazên welatên bindest kiribû sembola hêz û hêviyê. Ji ber heman sedeman li ber çavê desthilatdaran bûbû sedema xof û tirsê jî.
Bavê Rodney yek ji pêşengên serhildanên dijkolonyal bû û bi tevger û ramanên xwe bandoreke mezin li kurê xwe kiribû. Rodney hê di ciwaniya xwe de ditîbû bê çawa kolonyalîzm bi çek û sîlehan hukim dikir û her wiha banke, meclîs, dibistan, dêr, saziyên çand û hunerî, jiyan û mekanan ji nû ve înşa dikir ku çek û sîlahan ew xera dikirin. Loma tevgerên dijkolonyal ne tenê rastî şîdetên fizîkî dihatin.
Ji Jamaîkayê heta Tanzanyayê: Têkoşîna Akademîk
Walter Rodney
Rodney ji bo ku pêkhatina kolonyalîzmê baş fêm bike berê xwe da dîrokê. Pir zîrek bû, tecrûbeyên wî yên jiyanê alikariya wî kirin da ku zû bi pêş bikeve. Gava ku di warê Dîroka Afrîkayê de doktoraya xwe temam kir hê 24 salî bû. Teza wî ya li ser bazirganiya koleyan li Perava Guayanaya Jorîn ji aliyê Weşanxaneya Zanîngeha Oxfordê ve hat çap kirin. Ji ber ku bi arşîveke dewlemend xebata wî gelek şaşiyên dîroknûsiya kolonyalîst û Ewropa-navendî sererast dikir û dîrokeke din a kolonyalîzmê derdixist pêş, deng veda [1].
Rodney wekî akademîsyenekî ciwan, bi xwe bûbû şahidê krîzên dewletên postkolonyal. Digel ku li Karayîb û Afrîkayê dewletan serxwebûna xwe ya siyasî bi dest xistibin jî, nikarîbûn xwe ji têkiliyên kolonyal bişon û bi her awayî xwe ji lepên kolonyalîzmê rizgar bikin. Ji Kenyayê heta Jamaîkayê hikûmetên nû ji gelê xwe zêdetir ji bo berjewendiyên koloniyên berê dixebitîn [2].
Ew şirîkatiya nû ji kengî ve û bi çi awayî pêk hatibû û çawa wisa mayînde bûbû ku serxwebûna siyasî jî nekarîbû dawiyê lê bîne? Xebatên Rodney ku li dor van pirsan çerx dibûn, rêvebirên dewletê tirsand û ew eciz kirin. Di sala 1968an de Rodney ji bo konferansê çûbû Kanadayê. Hikûmeta Jamaîka Rodney wekî persona non grata (kesê nayê xwestin) îlan kir û destûr neda ku careke din vegere welatê xwe. Xwendekarên zanîngeha wî û jar û belangazên bajarê ku ew lê dijî ji bo protestoyê serî hildan. Di bûyeran de ku wekî Serhildanên Rodney tên zanîn şeş kesan wefat kir û gelek ziyanên madî çêbûn. Ev serhildan di dîroka Jamaîkayê de ku di 1960î de serxwebûna xwe bi dest xistibû, bû sedema şikestineke mezin. Hikûmetê li ber çavên xelqê, meşrûîyeta xwe wenda kir [3].
Rodney li Tanzanyayê, li sirgûnê xebatên xwe berdewam kirin. Di wextekî kurt de bû yek ji pêşeng û tevkarekî dekolonîzekirina zanistên civakî yên Afrikî. Wî heta gundên dûr ên Tanzanyayê ji bo ragihandina zanistê, ne bi zimanê kolonyalîstan lê bi zimanê Kiswahili bi wan re têkilî danî. Rodney ne bi pêşqebûlên metafîzîkê ne jî bi ezber û dogmayên partiyan nêzî wan dibû. Ji ber ku gel di fîkr û ramanên wî de rastiyên xwe didîtin gelek di bin bandora wî de diman.
Rexneya Perwerdehiya Kolonyal
Rodney di sala 1972yan de kitêba bi navê Ewropayê Çawa Afrîka Li Paş Hişt nivisî ku di qonaxa dekolonîzekirina zanistên civakî de yek ji stûnên sereke temsîl dike [4]. Kitêbê midexaleyeke mezin li lîteratûra ‘paşdemayînê’ kir. Rodney bi belge û arşîvên dewlemend pêşketina kapîtalîzmê bi perspektîfên gelên afrikî nivîsî ku di teoriyên Ewropa-navendî de cih nedabû sîstema koletiyê, talankirina dewlemendiyên gelên afrîkî, pergala şîdeta fizikî û sembolîk ku laş ji hev dixist, şexsiyet binpê dikirin.
Li gor Rodney di mayîndebûna kolonyalîzmê de perwedehiyê roleke sereke lîstiye. Di beşa “Perwerdehî di Rêya Paşdemayîbûnê de” felsefe û mufredata perwerdehiya kolonyal îfşa dike. Girîngtirîn taybetmendiya saziyên perwerdehiya kolonyal ew e ku ne li gor hewcedariyên civakên afrîkî lê li gor hewcedariyên dewletên kolonyal şikil girtine. Wekî mînak, ji bo di kargehên mêtingeran de bixebitin karkerên kêmwesif digihandin [5]. Di naveroka dersan de ne pêzanînên derheqê civakên afrîkî de lê yên derheqê jîngeha xwezayî ya Ewropayê de cî digirtin. Li dibistaneke Afrîkaya tropîk saetên nîvro, di poleke de zarokên reşik di dersa cografyayê de hînî çar demsalan dibûn, ku wan bi xwe ji havînê pê ve demsal nedîtibûn. Hînî çiyayên Alpê û rûbarê Renê dibûn lê derheqê çiyayên Atlasê yên li Afrîkaya Bakûr û Rûbara Zambeziyê de hînî tiştekî nedibûn. Ev xwendekar, li mêtingeha Brîtanyayê hîn dibûn ku “komkeştiya Îspanyayê di 1588an de têk birine” û Hawkîns ji bo afrîkî revandine ji aliyê Qralîçe Elizabet ve wekî şovalye hatiye îlankirin [6]. Li mêtingeha Fransayê hîn dibûn ku “bavûkalên wan ên Galyayî çavşîn bûn,” “fermandarê wan Napolyon bû” bi vî awayî dihatin xapandin. Di vê navberê de hîn nedibûn ku Napolyon koletî ji nû ve daye destpêkirin. Li Guadeloupeyayê, li Giravên Karayîbê, li Haitiyê pêşewayê afrîkî Toussaint L’Overture nehiştiye vê bike [7]. Lê belê, derbarê wan pêşengên Afrikî û Karayîbê de hinî tiştek nedibûn.
Perwerdeya mêtinger, ne tenê têkiliya wan a bi dîrokê re lê têkiliya wan a bi xwezayê re li gor hewcedariyên xwe vediguheran. Ev zarokên ku wê bibin bijarteyên welatên afrîkî ji hişmendiyeke dîrokî û hesta mekanî bêpar dihatin hiştin.
Gotara (dîskûr) pedagojîk ku perwerdehî amrazeke medenîkirinê ye, dikir ku zimanên xwe, edebiyatên xwe û nerîtên xwe bi têgehên mîna “hov” û “kêmpêşketî” binirxînin. Dema afrîkîbûn carekê bi hovîtî û barbarbûnê dihat yekkirin, êdî bêîmkan dibû ku yek bibe afrîkiyekî xwedî perwerdehî. Afrîkiyekî perwerdebûyî êdî dibe îngilîzek an skotlandiyekî reş. Li gor vê, ji xwe re nav û paşnavên ewropî hildibijêrin [8].
Perwerdeya li Afrîkayê ziman û edebiyata gelên xwecihî red dikir û ew bêqîmet dikirin. Zarokxaneyên (kreş) portekîziyan ji belavkirina zimanê portekîzî pê ve ti armanca wan tunebû. Li Gîneyê (Rio Muni) ku mêtingeha Îspanyayê bû, di bingeha perwerdeya sînorkirî de dihat armanckirin ku zimanên xwemalî ji holê bên rakirin [9]. Dibistanên li mêtingehan tenê ziman û ola mêtingeran hînî zarokan nedikir, her wiha navên serokên faşîst ên mîna Jose Antonio, Adolf Hitlerê Îspanyayê didan zarokan ku çanda faşîzan an bavsalar bo mêtingehan bê îxrackirin [10]. Ligel vê, mîna li Kongoya Belçîkayê perwerdehî bi pênc zimanên sereke yên Afrîkayê dihat dayîn ku îzolasyon û parçebûna di navbera zimanên afrîkî de bê kûrkirin û daîmkirin [11].
Rodney dibêje di dewra dekolonîzasyonê de hêzên mêtinger armanc dikirin fêhma perwerdehiya di dewra kolonyalîzmê de bidin domandin û şoreşên Afrîkayê dereng bixin, heta ji riya xwe derxin [12]. Ji bo çîneke rêvebirên girêdayî xwe bigihînin, li wan welatan ku piştî têkoşînên zehmet û bedelên giran dane, serxwebûna xwe nû bi dest xistine, vekirina dibistanên xwe yên girêdayî paytextên metropolan domandin. Bi vî awayî dewlet serbixwe bibe jî, bi saya mirovên ku wê bi ruh, can, hiş û zimanên xwe girêdayî welatê kolonyal bin, bi şêwazên cuda be jî wê têkiliya kolonyal bidomandina [13].
Di vê merhaleyê de kolonyalîzm êdî tam bi cî dibe û dibe xwedî hêzeke hilweşînertirîn. Çimkî piştî ku hat vê merhaleyê, kolonyalîzm ji aliyê fizikî ve dawî lê were û gelên kolonîzekirî serbixwe bibin jî, bi saya têgihîna xwetiya kolonyalîstan ku di hişê wan cî girtiye, wê mêtingerî karibe xwe bide domandin.
Temsîla Kolonyal û Refleksiyonên li ser Kurdan
Temsîla Afrîkayê ya civaknasiya kolonyal a Ewropa-navendî û temsîla kurdan a civaknasiya Tirkiyeyê gelek xalên hevpar dihewînin: ‘Dûrbûna ji navendên şaristaniyê, kêmpêşketina qabîliyetên eqlî û manewî, serdestiya saziyên paşverû û feodal û di dawîyê de paşdemayîna girseyî’ çend klîşe û kodên temsîlê ne. Her çiqas derdorên akademîk ên ewropî bi saya xebatên dijkolonyal mecbûr man ku wê sîyaseta temsîlê biguherin jî, li Tirkiyeyê ew temsîlên kolonyal ji cihê xwe nalivin û her diçe xurttir dibin.
Israra derdorên siyasî û bendeyên wan ên akademîk li ser ‘paşdemayîna kurdan’ armanc dikin hem siyaset û temsîla kolonyal a dewletê meşrû bikin hem jî berxwedana kurdan a li hember wê siyasetê wekî li hemberî pêşketîn û modernbûnê pênase bikin. Dixwazin kurd her tim di tora temsîlên wan da asê bimînin da ku rastiya dîroka wan li ber çavên wan û çavên dinyayê veşêrin. Rodney dekolonîzekirina wan temsîlan û di avakirina perspektîfên nû de rê û rêbazên dewlemend nîşan dide ku ew bûn berdêla canê wî. Ger em jî guh bidin heqîqeta xwe, em dikarin xwe ji temsîlên kolonyal ku li ser axatî û begtiyê ava bûne rizgar bikin û bi wî awayî êdî em ê çaketên xwe li ber serdestan girê nedin û serî netewînîn.
Jêrenot
[1] Walter Rodney, A History of the Upper Guinea Coast 1545–1800, Oxford University Press, 1970.
[2] Ji bo qeyrana dewleta postkolonyal li Kenyayê bnr. Serdar Şengül, “Di Arşîvên Zimanî de Rêwitî û Veger”, https://botantimes.com/di-arsiven-zimani-de-rewiti-u-veger/
[3] “Jamaica Riots, as government bans Dr. Walter Rodney”, https://kareemsquest.com/dr-walter-rodneys-ban-sparks-riots-in-jamaica/
[4] Walter Rodney,How Europe Underveloped Africa, 1972. Kitêb bi navê Avrupa Afrika’yı Nasıl Geri Bıraktı, Dipnot, 2015 bi tirkî çap bû. Ji bo nêrînên Rodney li ser têkiliya kolonyalîzm û perwerdehiyê bnr. Serdar Şengül, “Peywenda Mêtingeriyê di Hilberîn û Rexneya Edebî de: Ngũgĩ wa Thiong’o û Azadkirina Hiş ji Mêtingeriyê” wer. Fexriya Adsay, Zarema, Hejmar 14, 2021, rr.
[5] r. 369.
[6] r. 377.
[7] r. 378.
[8] r. 379.
[9] r. 381.
[10] r. 381.
[11] r. 382.
[12] r. 394.
[13] r. 394-395.
Xwendina dawiyê û edîtor: Mevlûd Oguz