Her ku kurd, di çi warî de bibe ferq nake, nêzî serkeftinê dibin dinya wan tenê dihele da ku hevîyên xwe yên serkeftinê wenda bikin. Lê helbet wekî her gav divê em li bîranînên bav û kalan, li nergîz û sorgulên çiya û deştan û li saetên ser çavên zarokan Rêyekê peyda bikin.
***
Di Fîlma The Devil’s Own de şervanekî IRAyê û polîsek rastî hev tên ku di eslê xwe de ew polîs îrlandî ye. Di vê filmê da mirov dikare pirseke wiha bike li ser naveroka wê: Gelo mimkin e çîrokeke îrlandî bi şadî dawî bibe? Rojên bextewariyê, di seranserê fîlmê de çiqas hewl bide jî nikare ewrên tarî yên şerê Îrlandayê belav bike. Di dawiya fîlmê de, ev çend peyv, li ser zar û zimanê şervanê IRAyî digerin û dibin hezar perçe: “Ew ne fîlma emerîkî ye lê îrlandî ye. Loma bi şadî dawî nabe” [1].
Dîroka gelên bindest, di sedsala bîstan de bi heman replîkê bi dawî bûne. Digel ewqas têkoşîn û berxwedanê şadî û bextewarî, serxwebûn û serfirazî nebû para wan. Wekî Vijay Prashad “di kitêba Neteweyên Reş de: Diroka Gelan a Dinya Sêyemîn” gotiye her serhildanekê bi hovitiyên dijminan û bi îxanetên dost û hevalan şikestineke mezin xwar [2]. Lê dîsa jî, bi qewlê Raymond Williams, wan di nav “trajediyeke modern” de her carê li rêyekê gerîyan da ku hêviyên bextewarî û azadiyê biparezin û careke din serî hildin [3].
Di nav fîlozofên Ewropî da, belkî jî Walter Benjamin yekem kes e, ferq kirîye ku dîrokeke hertim di bin kontrola serdestan da ye, tu hêzên dîrokê nikarin hêvî û şoreşê pêk bînin. Ji bo ku însan mohra keda xwe li nava dîrokê bixe, Benjamin dixwest texeyûla dîrokê rizgar bike ku di bin pêyên kapîtalîst û Stalînîstan de ketibû asta bûkok û pêlîstokê [4]. Benjamin di nav lez û beza revê de tezên xwe yên dîrokê nivîsandin û ji ber tirsa îşkenceyên polisên Gestapoyê xwe kuşt. Hêviya wî nemabû ku rê û reva xwe bidomîne.
Belkî jî ji ber hindê ye, hêvî ji ber zalbûna zanist û felsefeyê ji qesr û qonaxên eqlî hate qewirandin û hêviyê tenê karîye di qûncik û perawêzên teolojî û edebîyatê da cihê xwe bibîne lêbelê pêdivî bi ‘hêvî’yê heye ji bo ku careke din li hewara însanan bê. Li Ewropayê fîlozof êdî li însanan digeriyan ku ji zû de ye di felsefeyên xwe de xebera mirina wan dabûn.
Fîlozofekî Marksist Ernst Bloch kitêbeke bi navê Prensîbên Hêviyê nivîsand, da ku rih û canekî bide dilê mirî yê felsefeyên heyî. Belkî ji ber wê ye, kitêb ji berhemên Marksîzmê behtir dişibiya kitêbên muqaddes:
Her şoreş wekî qiyametê ye û wekî her qiyametê kefaretekê dixwaze. Ger hêvîya şoreşê nebe kefaret jî bêmane dimîne. [5].
André Malraux yek ji wan kesan bû ku ji ber tirsa faşîzmê çûbû hawara gelên Spanyayê û tevî gelek fîlozof û nivîskarên Ewropî li eniya şerî bû. Li ser tecrûbeyên şerê romanê, bi navê ‘Hêvî’yê nivîsîbû. Şerê navxweyî yê Spanyayê tevî hêviyên mezin û jiyana hezaran însanan bû qurbana siyaseta dinyayê û şikestineke mezin xwar [6]
Dewletên kapîtalîst û Yekitiya Sovyetê ya Stalîn ji ber konjonktûr û berjewendiyên dewletên xwe şoreşên hêviyê li orta Ewropayê, di nav xwinê de xenîqandin. Raymond William di kitêba xwe ya li ser George Orwell de ku wî silavek dabû Katalonyayê, dibêje ji durûtiya demokratan behtir, îxaneta Stalîn û bêdengiya partiyên komûnist ên Ewropayê hêviyên milyonan şikandin û di serî de jî nivîskar û rewşenbîr ji qada sosyalîzmê dûr xistibûn [7].
Ew îronî û kambaxiyên dîrokê li koloniyên li dervayê Ewropayê digihişt lûtkeyê. Di fîlma Battle of Algeirs [Şerê Cezayirê] de, Elî La Pointeyê pêşengê eniya şerê serxwebûnê, mecbûr dimîne ku Ben M’hidî, yek ji avakerên Eniya Serxwebûna Neteweperweriyê ji Cezayirê derxe. Di rê da Ben M’hidi wiha ji Elî La Pointe ra dibêje ku Pointe hinek rê û rêbazên têkoşîna wî rexne dike:
Elî dizanim tu qerera me ya grevê şaş qebûl dikî û tesdiq nakî. Belkî tu mafdar î. Dewleta Fransayê bi her rê û rêbazê hewl dide ku vê grevê têk bibe. Êdî em derketin meydanê, mirovên me dê nas bikin. Wan bigirin, îşkenceyê li wan bikin û hinek ji wan bikin ‘itîrafçî’… Em nikarin şer û şoreşan bi hêrs pêk binîn. Di destpêkê de feydeyê çek û sîlah hebe jî heta ku gel bi xwe dernekeve pêş û xwe nîşan nede tu şoreş nikare bi ser keve. Ger grev nebûya, Yekitiya Neteweyan hêza me neditîbûya û nezanîbûya… Belkî tu feydeyê wê yeke tunebe, lê qet nebe hêza me bibînin…
Elî! Destpêkirina şoreşekê gelekî zehmet e, lê berdewamkirina wê hîn dijwartir e. Lê ya herî dijwar temamkirina wê şoreşê ye. Encax piştî wê, gava em bi ser kevin, dê zor û zehmetiyên esil dest pê bikin… Bi kurtahî hê gelek kar hene ku em bikin… Ma tu ne betilî Elî…[8]
“Na!”yeke tik û tenê ji nav levên Elî difire û di tariya şevê de ber bi asîmanan ve diçe û wenda dibe.
Xebera Ben M’hidî bû ku di emrekî ciwan de bi îşkenceyê hat kuştin. Di sîstema kolonyal de hem destpêkirin hem jî temamkirina şoreşan dijwar bû. Li Cezayirê piştî serxwebûna siyasî şoreşa ku hêvî dikirin pêk nehat, digel ku bi milyonan keç û xort wekî Elî La Point cane xwe dan.
Herçiqas Elî la Pointe pirsa “Ma tu nebetilî Elî?” wekî “Na!” bersivandibû jî hem kes hem jî gel dibetilîn. Ne ji şerî lê ji ber şikestina hêviyê. Wekî Sîsîfos, bêyî ku tu pêşketinekê bi dest bixin, hertim qurbanê heman qederê bibin û dawiyeke şadî qet nebe para wan.
Ew du sedsal in kurd jî di dev û diranên kolonyalîzmê de şerekî giran didin ji bo welatê xwe, ji bo cihên xwe yên meşrû yên li dinyayê û ji bo nirxên mirovahiyê. Pergala kolonyal bi sûretên demoqrat, dîndar û sosyalîst û wekî ‘bayê labûtê’ [9] nahêle hêviyên xwe pêk bînin.
Di fîlma Hêvî ya Yilmaz Guney de, hêviyên Cebbar li ber deriyên tenêtî û eqlên hesabgerîyê şikeştîbû. Cebbar ji ber bêhêvitiyê dîn bûbû. Her ku kurd, di çi warî de bibe ferq nake, nêzî serkeftinê dibin dinya wan tenê dihele da ku hevîyên xwe yên serkeftinê wenda bikin. Lê helbet wekî her gav divê em li bîranînên bav û kalan, li nergîz û sorgulên çiya û deştan û li saetên ser çavên zarokan Rêyekê peyda bikin [10].
Çavkanî û Têbînî
[1] Fragmana fîlmê, https://www.youtube.com/watch?v=M8Ke-xzfzQ8
[2] Vijay Prashad, Esmer Milletler: Halkların Üçüncü Dünya Tarihi, Yordam, 2019
[3] Raymond Williams, Modern Trajedi, İletişim, 2018.
[4] Michel Lowy, Walter Benjamin:Yangın Alarmı” Tarih Kavramı Üzerine Tezlerin Bir Okuması, Versus, 2007.
[5] Ernst Bloch, Umut İlkesi, İletişim, 2020
[6] André Malraux, Umut, İletişim, 2024.
[7] Raymond Williams, Orwell, Afa, 1985.
[8] Fîlma Şerê Cezayirê https://www.youtube.com/watch?v=PaY3l7aFISo, deqiqayên di navbera [1:04-1:08] de.
[9] Referans didin kitêba Kawa Nemir, Morana Gerdûnê/Bayê Labûtê, Lîs, 2017.
[10] Serdar Şengül, ‘Zemanên Dizîyê, Mekanên Xeyalî û Seatên Çavên Zarokan’, https://botantimes.com/zemanen-diziye-mekanen-xeyali-u-seaten-caven-zarokan/
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.