Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Tenduristî yan saxlemî?: Gotûbêjek û ferhengokek li ser têgehên saxlemiya civakî

20/07/2023

Ez ê ji îro û pê ve li Botan Timesê dest bi nivîsên xwe bikim. Nivîsên min dê li ser saxlemiya civakî bin. Baş e, saxlemiya civakî çi ye?

Ji ber ku di vî warî de gelek gotin û têgehên tevlihev hene, beriya dest bi nivîsên xwe bikim ez ê ferhengokekê pêşkêşî xwendevanan bikim. Ev ferhengok hem dê xwendin û fêmkirina nivîsên min hêsantir bike hem jî dê valahiyekê di zimanê kurdî de dagire.

Di destpêkê de, cihê gotinê ye ku ez bêjim ez ne zimannas im (belko zimanzan bim). Ji aliyê zimanî ve dibe kêmasî di vê ferhengê de hebin. Lê divê ev rastî jî bê dîtin ku zimanzanî tenê têrê nake mirov têgehan çêke ku mirov di wê babetê da ne şareza be.. Belko babetzanek û zimannasek bikarin çêkin. Wek pisporekî saxlemiya civakî ez barê çêkirina van têgehan li xwe digirim, lê ji aliyê zimanî ve barekê didanim ser milên zimannasan û li hêviya pêşniyarên wan im.

Ji beriya dest pê bikim, dixwazim bibêjim ev nivîs dê dînamik be û wek referansekê be bo nivîsên min. Her cara ez di nivîsên xwe de têgeheke nû bi kar bînim, ez ê li ser vê zêde bikim û berê xwendevanan bidim vê derê. Û her cara rexneyek an pêşniyarek ji zimannasekî an jî ji xwendevanekê hat ez ê li ser vî rûpelî rast bikim. Belko rojekê bibe ferhengeka têgehên saxlemiya civakî.

Ji bo çêkirina hin têgehên saxlemiya civakî, Tengland (2008) çend krîteran dişixulîne. Ez ê jî van krîteran bişixulînim ji bo çêkirina têgehên kurdî. Ev krîter ev in:

Krîtera têrêkirinê: Gotina bê bikaranîn divê têra têgihiştina wê konseptê bike. Tengland vê krîterê wek maka krîteran nîşan dide. Krîterên dî piştgiriya vê krîterê dikin. Ew jî ev in:

Krîtera yekanebûnê (an jî bêhemtabûnê): Gotina bê bikaranîn divê ne hemwateya gotinekedî be, divê dema tê bikaranîn beyan be behsa çi dike.

Krîtera zimanî: Têgeha bê bikaranîn divê baş bê fêmkirin û ji zimanê rojane ne dûr be. Du krîterên dî jî dikarin li binê vê krîterê cih bigirin: sadebûn û pêşbînîkirin. Yanî divê dema ew têgeh bê bikaranîn, mirov bizane mebesta wê çi ye, serê mirovî tevlihev nebe ka behsa çi dike.

Krîtera nirxî: Gotina bê bikaranîn divê diyar bike nirxê wê gotinê çi ye, berê wê bi kû ve ye. Mînak tişteka pozîtîv e an negatîv e. Ya dîtir, divê têgeh rênîşander be bo mebesta tê bikaranîn, bi taybetî di warê profesyonel de.

Mixabin her dem ne mûmkîn e mirov bikare têgehekê li hemî krîteran bê bibîne. Lê em dikarin bibêjin krîtera têrêkirinê û yekanebûnê krîterên sereke ne. Ji ber wê, heta ji min bê ez ê hewl bidim van krîteran li ber çavan bigirim û têgehên saxlemiyê pêşkêş bikim.

Saxlemî

Li gor Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanê saxlemî ne tenê nebûna nexweşiyan an jî seqetiyan e, saxlemî, başbûnek temamî ya ji aliyê fîzîkî, derûnî û civakî ve ye (WHO, 2021). Di pêşniyarên nû yên di vî warî de başbûna ji aliyê ruhî ve jî li vê tê zêdekirin. Dibe di salên pêşiya me de ev jî li pênaseya saxlemiyê bê zêdekirin. Li gor têgihiştina nûjen ya saxlemiyê, saxlemî ne armanca jiyanê ye, lê çavkaniyek an jî pêdivîyek e ku mirov bi wê bigihe armanca xwe ya jiyanê. Saxlemî yek ji mafê mirovan yê sereke ye û divê her kesî derfet hebe xwe bigihîne çavkaniyên pêdivî ji bo saxlem bibe. Ev hemî diyar dikin ka ‘saxlemî’ çi gotinek kompleks e.

Di zimanê nûjen yê kurdî de piranî li şona gotina saxlemiyê gotina ‘tenduristî’ tê bikaranîn. Lê ez ê li şona wê, gotina ‘saxlemî’ bi kar bînim, ji ber ku li gor termînolojî û fêmkirina nûjen, ‘tenduristî’ teng dimîne, yanî ji krîtera têrêkirinê nabore. Etîmolojiya tendurustiyê ji gotina ‘ten’ yanî beden û ‘durist’ yanî rastbûn/başbûnê tê. Yanî tenduristî başbûna bedenê ye, başbûna fîzîkî ye. Mirov nikare ji bo başbûna derûnî û civakî bikar bîne. Ji ber wê, tenduristî tenê parçeyek ji saxlemiyê ye. Gotina saxlemî hem berfireh e, têrê dike; hem yekane ye; hem jî zimanê rojane ye. Em ê helbet gotina tenduristiyê ji zimanê xwe neavêjin, lê divê em bizanin tenduristî tenê başbûna bedenê ye (bi îngilîzî physical health).

Vêca em piçekê bên ser termînolojiya saxlemiya civakî. Di vî warî de jî gelek têgehên nêzîkê hevdu hene, ji ber wê, divê zelalbûnek di vî warî de jî bê kirin. Ev şêlobûna di vî warî de ne tenê di kurdî de, di Ingilîzî û zimanên dî de jî heye. Du têgehên sereke yên îngilîzî di vî warî de ‘public health’, û ‘community health’ in. Her du jî nêzîkê hev in lê wateyên cuda hene. Ji bo ku zimanê kurdî hemahengiyê li gel zimanên dî yên cîhanê bike divê em van baş pênase bikin, û heger lazim be divê em ji bo her yekê têgehên nû çêkin. 

Saxlemiya civakî (Public/community Health)

Saxlemiya civakî bi kurtasî, zanîn, huner û karê baştirkirina saxlemiyê ye di nav tevahiya nifûsê de (WHO, 2021). Xebatên dirêjkirina temenî, pêşîlêgirtina nexweşiyan, bilindikirina kalîteya jiyanê hemî dikevin bin sîwana saxlemiya civakî. Di vê têgehê de yek ji xalên giring ew e, civak ne tenê ji takekesan pêk tê, civak sîstemeke kolektîf e û ev kolektîfbûn bi xwe xwediyê nirxeke bilind e. Yanî, heger em krîtera nirxî bînin bîra xwe, wexta em vê têgehê bibihîsin, divê berî her tiştî ‘mirov’ hem wek takekes hem jî wek kom bên bîra me. Li gor gelek ferhengan, ‘public health’ di kurdiya kurmancî de wek ‘tenduristiya gel’ û di kurdiya soranî de wek ‘tenduristî giştî’ hatiye wergerandin. Li gor min herdu jî kêm in. ‘Health’ jixwe me li jor gotûbêj kiribû çima ‘saxlemî’ ye, lê gelo ‘giştî’ an ‘gel’ çima nabe? Gotina gel wateyeka nêzîkê miletbûnê/netewbûnê nîşan dide. Wek gelê kurd, gelê tirk… Wateyeka siyasî û dîrokî tîne bîra mirovî (belko jî ji ber jargona siyasî ya van salên paşiyê be). Lê divê di vî warî de têgeh piçekê notr be. Gotina giştî jî, rasterast mirovan nayîne bîra me, ne zelal e, bihevrebûna tiştan tîne bîra mirovî. Bi ya min ‘civakî’ ji hemiyan çêtir e. Ji ber ku ‘civakî’ rasterat mirovan tîne bîra me. Ne tenê takekesan, lê wê girêdana mirovan jî tîne bîra me. Û çima ne ‘saxlemiya civakê’ lê saxlemiya ‘civakî’? Ji ber ku gotina ‘civakî’ kolektîfbûna wan takekesan jî nîşan dide. Mirov dizane girêdaneka wan kesan heye ku wan dike civak, û saxlemiya wê civakê bi awayekî kolektîf jî giring e. Ji aliyê sadebûn û zimanî ve jî gotina ‘civakî’ ji ya ‘gel’ û ‘giştî’yê çêtir tê fêmkirin. Hûn dikarin hizra diya xwe, bavê xwe, bapîrê xwe bikin ka yê çi ji van gotinan fêm bikin. Yên ‘civak’ê baş fêm bikin, lê ‘gel’ û ‘giştî’yê belkî baş fêm nekin. Herwiha dê saxlemiyê baş fêm bikin lê belko tenduristiyê baş fêm nekin.

Li vê derê meseleya girîng ew e, gotinek dî jî heye nêzîkî vê, di îngilîziyê de wek ‘community health’ tê zanîn. Krîtera yekanebûnê dikeve xeterê. Heger em ji ‘public health’ê re bêjin ‘saxlemiya civakî’ nexwe em ê ji ‘community health’ê re çi bêjin? Li gor Google Translateê, ‘community health’ di kurdiya kurmancî de wek ‘tenduristiya civakê’ û di kurdiya soranî de wek ‘tenduristî komalgah’ hatiye wergerandin. Li vê derê mesele têgihiştina gotina ‘community’ê ye. Ne tenê di kurdî de, lê di Ingilîzî de jî nezelalbûnek heye (Goodman, R. A., Bunnell, R., & Posner, S. F., 2014). Em dikarin bêjin ‘community’ di kurmanciyê de ‘civak’ û di soraniyê de jî ‘komel’ e. Mesela esasî ew e, gelo civak (yanî community), tiştek cografîk e an girêdanên dî jî yên civakê hene? Em dikarin bêjin herdu ne. Mînak gundek, kampeka penaberan, karkerên di fabrîqeyekê de dixebitin tenê ji ber ‘cih’ê xwe yê hevpar dibin civakek? Lê gelo kesên ne li erdekî diyarkirî dijîn, lê girêdanên dî hene dîsa dibin civakek? Belê. Mînak civaka kurd li Stembolê, civaka êzidîyan li Dihokê, civaka elewiyan li Tirkiyê. Ev her sê jî ne bi cihên cografîk dibin civak, lê jiber girêdanên etnîkî yan dînî dibin. Di îngilîzî de wexta ‘public health’ tê gotin saxlemiya nifûsên mezin, wek nifûsa dewletekê, herêmekê tê bîra mirovî; û wexta ‘community health’ tê gotin nifûsên biçûktir û komên taybetmendiyên hevpar heyîn tê bîra mirovî. Bi ya min di vî warî de em ne mecbûr in wek îngilîzî tevbigerin. Ji ber ku gotina ‘civak’ di kurdiyê de dikare hem ji bo komên gelek mezin wek ‘civaka kurd’, ‘civaka tirk’ jî bê bikaranîn hem jî ji bo komên biçûk wek ‘civaka xwendekaran’, ‘civaka karkerên demsalî’ jî bê bikaranîn. Yanî hem ji bo ‘public health’ hem jî community health’ em dikarin bêjin ‘saxlemiya civakî’. Heger ‘civakbûn’ li ser esasê erdnîgariyê yanî ‘cihê jiyanê’ be, hingê em dikarin bêjin ‘saxlemiya komelgehê’. 

Diyarkerên civakî yên saxlemiyê Diyarkerên civakî yên saxlemiyê şert û mercên civakî, çandî, siyasî, aborî û hawirdorê ne ku mirov tê de Xwedê didin, mezin dibin, dijîn, dixebitin û ji hev hez dikin. Gihîştin û serwerîkirina li ser van hêz û çavkaniyan diyar dike civak an takekes çiqas saxlem in. Ev şert û mercên civakî diyar dikin ka temenê mirovî çiqas dirêj dibe, mirov çiqas ji nexweşiyan dûr dibe û kalîteya jiyana mirovî çiqas bilind dibe. Newekheviyên saxlemiyê yên di nêvbera takekes û civakan de ji newekheviyên van diyarkeran peyda dibin.

Fîgûr: Diyarkerên civakî yên saxlemiyê (Dahlgren, G. and Whitehead, M., 1991)

Berdestkirina saxlemiyê (Health promotion)

Berdestkirina saxlemiyê, pêvajoya hêsankirina kontrola mirovan e li ser saxlemiya wan û diyarkerên civakî yên saxlemiya wan. Li gelek cihan têgeha ‘health promotion’ê wek ‘pêşvebirina tenduristiyê’ hatiye wergerandin. Lê ev gotin têrê nake. Di vê têgehê de nirxê esasî ‘hêsankarî’ û ‘berdestkirin’ e (gotina Ingilîzî ‘enabling’). Yanî ji bo saxlemiyê divê gorankariyên li ser diyarkerên saxlemiyê yên civakî bên kirin. Di vê konseptê de barê saxlemiya mirovan ji ser takekesan tê rakirin û dikeve ser sîstemê/dewletê û biryarbidestan. Mînak, li şona ji mirovan re bêjin xwarina fêkî û sebzeyan baş e, divê fêkî û sebze bên erzankirin da ku xelk bikarin bikirin; li şona pêşniyarkirina sporê, divê navendên sporê û rêyên bazdanê bên çêkirin… Yanî divê saxlemî berdest be, hêsan be. Ji ber vê, gotina ‘pêşvebirina saxlemiyê’ têrê nake. Jixwe pêşvebirina saxlemiyê, ji krîtera yekanebûnê nabore, û li cihê ‘health improvement’ê dikare bê bikaranîn.  Berdestkirina saxlemiyê, nûjentirîn konsepta saxlemiya civakî ye, û cara pêşiyê, sala 1986an ji aliyê Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanê ve di peymannameya Ottawayê de hatiye pêşkêşkirin. *Hêjayê gotinê ye ku ez doktoraya xwe di warê berdestkirina saxlemiyê de dikim.

Ji bo her kesî saxlemî (Health for all)

Ji bo her kesî saxlemî, pêkanîna saxlemiyê ji bo hemî mirovên cîhanê ye (bêyî ferq û hesabî). Ev konsept, saxlemiyê wek mafekî bingehîn y mirovan dibîne û armanca wê di warê saxlemiyê de dadperwerî û wekhevî ye. Ji aliyê Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanê ve 1977an li peymana Alma-Atayê de hatiye qebûlkirin û piraniya dewletên cîhanê ev peymanname îmze kirine.

Di her warî de saxlemî (Health in all policies)

Rêbazeka pêşvebirina saxlemiyê ye ku pêşniyar dike di hemî waran de wexta biryarek tê girtin divê bandorên wê yên li ser saxlemiyê bên hesabkirin. Ev rêbaz li ser esasê têgihiştina nûjen ya saxlemiyê hatiye avakirin ku saxlemî, tenê bi sektora saxlemiyê pêş nakeve. Divê hemî sektor hesabê saxlemiyê bikin, berpirsyar bin. Mînak heger bendavek bê çêkirin, xerca perwerdeyê bê girankirin, mirov biçin ser Marsê… divê di hemî biryaran de hesabê saxlemiya civakê bê kirin.

Yek saxlemî (One health)

Têgihiştineka saxlemiyê ye ku qebûl dike saxlemiya mirovan, heywanan, zîndewerên dî û jîngehê hemiyê bi hevdu ve girêdayî ye. Saxlemiya yek ji van xirab an baş bibe ya hemiyan xirab an baş dibe. Yanî qebûl dike cîhan bi hemî pêkhateyên xwe ve yek e.

Di saxlemiyê de wekhevî (Health equality)

Di saxlemiyê de wekhevî, dabînkirina heman derfetan e ji bo her kesî. Mînak, hebûna heman nexweşxaneyê ji bo her kesî. Armanca vê konseptê pêkanîna edaletê ye, lê heger pêdiviyên cuda yên takekesan an civakan hebin edalet pêk nayê, heta ku bêedaletî derdikeve (ji bo têgihiştineke berfirehtir têgeha ‘di saxlemiyê de dadperwerî’yê bixwîne).

Di saxlemiyê de dadperwerî (health equity)

Di saxlemiyê de dadperwerî, hebûna edaletê di berdestbûna derfet û çavkaniyan de ye. Tê wê wateyê ku divê her kes xwedî derfetek dadmend be ku bigihîje potansiyela xwe ya temamî, û nabe kes ji bidestxistina vê potansiyelê bêpar bimîne. Ji bo dadperwerî pêk bê, divê derfetên cuda cuda, li gor pêdiviyên insanan bên dabînkirin. Mînak, hebûna nexweşxaneyekê ji bo her kesî ‘di saxlemiyê de wekhevî’ ye, lê dibe ne ‘dadperwerî’ be. Heger xizmet tenê bi zimanê tirkî bên pêşkêşkirin û xelkê wê derê kurd bin, li vê derê dadperwerî nîne.

Perwerdeya saxlemiyê (health education)

Pêvajoya fêrkirina takekesan an civakan li ser pêşvebirina saxlemiya wan e. Ev proses, bi kiryarên wek dayina zanyariyên saxlemiyê û motîvekirina wan ji bo hilbijartinên saxlem pêk tê.

Xwendewariya saxlemiyê (health literacy)

Xwendewariya saxlemiyê, zanîn û şiyanên kesan yên derheqê saxlemiyê de ne. Lê ev zanîn û şiyan ne girêdayê xebat û taybetmendiyên şexsî ne, girêdayê derfet û çavkaniyên ji bo wî kesî hatîn dabînkirin in. Xwendewariya saxlemiyê ne tenê bi perwerdeya saxlemiyê çêdibe, lê bi têkiliyên civakî û zanyariyên li gor çand û zimanê wê civakê pêş dikeve. Xwendewariya saxlemiyê ji bo biryardana li ser kiryarên saxlemiyê giring e.

Çavkanî:

Dahlgren, G. and Whitehead, M. (1991). Policies and Strategies to Promote Social Equity in Health.

Goodman, R. A., Bunnell, R., & Posner, S. F. (2014). What is “community health”? Examining the meaning of an evolving field in public health. Preventive medicine, 67, S58-S61.

Tengland, P. A. (2008). Empowerment: A conceptual discussion. Health Care Analysis, 16, 77-96.

World Health Organization. (2021). Health promotion glossary of terms 2021.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Dr. Tevfik Bayram, li Zanîngeha Montrealê (Kanada) li ser saxlemiya civakî doktorayê dike. Li Şirnexê hatiye dinê û xwendina xwe ya seretayî û nêvê li Şirnexê qedandiye. Paşê beşa bijîşkiyê û pisporiya saxlemiya civakî li Stembolê li zanîngeha Marmarayê qedandiye. Mastera xwe li ser saxlemiya civakî li Îsraîlê li zanîngeha Îbranî ya Orşelîmê kiriye. Teza xwe ya masterê li ser newekheviyên tenduristiyê di nêvbera cihûyên ortodoks, cihûyên sekûler û Ereban de nivîsiye, û teza xwe ya pisporiyê jî li ser xizmetên saxlemiyê yên jibo koçberan li Swîsreyê nivîsiye. Wî herwiha lêkolîn li ser Kurdên Tirkî nezanin jî kiriye ka çawa xwe digihînin xizmetên saxlemiyê. Lêkolînên wî li gelek kovarên zanistî yên sereke li cîhanê hatîne weşandin û li gelek kongreyan hatîne pêşkêşkirin. Wî di asta nêvneteweyî de gelek bûrs û xelat wergirtîne. Yek ji xebatên wî ko li ser zarokên xwîn dirije ser mejiyê wan bû 2019ê ji aliyê komeleya neştergerên mejî ve xelata lêkolîna salê ya herî baş li Tirkiyê standiye. Sala 2023yê jî li Kanadayê xelata Vanierê standiye ku bilindtirîn bûrsa hikûmeta Kanadayê ye. Ew bi gelemperî li ser saxlemiya civakên bindest dixebite û 5 zimanan dizane (Kurdî, Ingilîzî, Fransî, Tirkî, Farsî).

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê