Baş tê bîra min di rojên 23 Nîsanan (23ê nîsanê) de zarok henekên xwe bi stran, helbest û marşên tirkan dikirin. “Bugün 23 Nisan, neşe doluyor insan” di redaksîyona zarokên kurdan dibû “Bugün 23 nisan, Ataturk girê dan şonika li qûnê dan”. Ji ber ku dê û bav û ji malbatê kesî tirkî nedizanî, ev dekonstrûksîyona marşên netewetî yên tirkan, jixweber bi destê zarokên kurdan ve dihat kirin. Wexta mirov nû ji dêya xwe dibe tevî hin refleksên prîmîtîv ji dayik dibe.
Di hejmara çaremîn a kovara Kurdeçîrokê de çîrokeke bi navê “Porê Ziman” ya Leyla Mexso Berazî çap bû. Narîn wek şakesê/lehengê çîrokê li Batmanê dijî. Behsa Batmanê nabe, lê em ji navê du taxan tê derdixin ku li Batmanê ye. Taxên bi navê Îpragaz û Petrolkent. Her du jî ne navên kurdî, navên çêkirî ne. Piranîya niştecihên wan ji çîna jêr in û herwekî din taxên perbajarî ne. Di çîrokê de bixwe jî ev xisusîyetên wan ên gettoyî û belangazî derdikevin pêş. Tevgera sîyasî ya kurdan herî zêde yek ji van taxan, em bêjin li Îpragazê xurt e. Te dî di nav xelkê de dema behs dibe, dibêjin polîs nikarin têkevinê. Îpragaz taxeke bi vî rengî ye (bû). Axirî di nav çîrokê de ji axaftina di navbera Zal û Narînê de em fahm dikin ku gelek koçer (koçber) xwe lê girtine ku piranîya wan jî bi awakî zordarî û lêferzkirî, bi sedema şewitandina gundan koç kirine. Him koçerên herêmê (wekî niştecih) xwe lê girtine, him jî yên ji derdorê koçber bûne.
Narîn bi xwe mamoste ye. Tevî çend mamosteyên din ji bajêr diçin gund. Pêrgîhevhatina kurd û mamosteyan demek dirêj wiha pêk dihat: mamoste bîyanî bûn, ji derve dihatin lê li gundan diman, qet kurdî nedizanîn, gundî û xwendekaran jî qet tirkî nedizanî. Baş tê bîra min di rojên 23 Nîsanan (23ê nîsanê) de zarok henekên xwe bi stran, helbest û marşên tirkan dikirin. “Bugün 23 Nisan, neşe doluyor insan” [1] di redaksîyona zarokên kurdan dibû “Bugün 23 nisan, Ataturk girê dan şonika li qûnê dan”. Ji ber ku dê û bav û ji malbatê kesî tirkî nedizanî, ev dekonstrûksîyona marşên netewetî yên tirkan, jixweber bi destê zarokên kurdan ve dihat kirin. Wexta mirov nû ji dêya xwe dibe tevî hin refleksên prîmîtîv ji dayik dibe. Bo nimûne dema mirov nûzayekê ji bin milê wan bigre, tîkane pêyên wan li erdê bide, yekcar her du pêyên xwe dikşînin. Rengekî bi vî rengî dijkolonyalîzma kurdî demeke dirêj di nezera zarokên kurdan de xwe bi cih kirîye. Nemaze taxên mîna Îpragazê, dema erebeya polîsên trafîkê jî bê dîtin hin zarokên kurdan kevir digrin destê xwe, kevir tune be jî wek ku kevir di destê wan de hebe bi sêwirên zarokane polîs ditirsin.
Di vê serdema dawîn de her ku nifûsa kurdan zêde bû, kesên xwende li dibistana tirkan zêde bûn, rê û çûna gund û bajaran hêsan bû, êdî demekê şûnda şûna mamosteyên tirk mamosteyên kurd bi cih bûn. Êdî vê carê tirkî ji tunebûnê, ber bi hebûnê ve kurdî jî ji hebûnê ber bi tunebûnê ve ji rengê xwe dibû. Erê, demeke dirêj serdestîya kurdî neşikest lê êdî tirkî ji zimanê dewletê, ji zimanê tirsê dibû zimanê kurdan jî. Narîn tam di vê dema şîngirêdanê/melankolîk de, di demeke wiha de ku êdî xelk û rewşenbîr bi girîngîya zimên hesîyabûn lê nema tiştek jî ji destê wan dihat, bûye mamoste.
Narîn bi navê xwe bi rastî jî nazenîn e. Wekî zimanê kurdî “letîf û naz e”. Bo nimûne ji bilî wê tu kes têkilî bi şifêrê servîsa wan re danayne. Mamosteyên din dema behsa şifêr dikin diranên wî dişibînin diranên cewrikên ber derîyan. Li vir mirov fahm dike du nezerên ji hev cuda hene. Yek jê nezera serdesan e, bi çavên heywanan li jêrdestan dinêrin. Yên din parikî nermik e, ew jî nezera vebêjer e. Di gelek çîrokan de dengê vebêjer dengê şakesên romanê nêzî hev in, ne dûrî hev in. Lê di vê çîrokê de parikî ev yek şikestî ye, lê dîsa jî ne zêde dûr e. Li gor vebêjer, rengê dengê şifêr “aza û berz e” (48). Kesên serdest di peywenda dagîrkerîyê de tim gazinan ji dengê jêrdest û dagîrbûyîyan dikin. Li gor tirkan dengê kurdan, li gorî erebên Iraq û Sûrî dengê kurdan; li gorî kurdên Tirkîyeyê (nemaze jî ên tirkmanc) jî dengê koçberên ereban berz û bilind e. Li gor vebêjer jî dengê şifêr bilind e. Herwekî din dema zilam dikene şûna diranên wî yên rakirî xuya dikin.
Rojekê dayika Xalido Zîn, bi awakî hêrsok tê dibistanê ku şerê Narînê bike. Dema Narîn bi hêrsa wê dihese bi xwîngermîya xwe kela hêrsên wê datîne. Axirî mijara hêrsbûna Zînê axaftina kurdî ya Xalido ye. Li gor fahma Zînê Xalido tiredîn e (eynî wek fahma serdestan li ser bindestan). Tiredîn e lewra tirkî hîn nabe, dev ji kurdî bernade. Li gor neqilkirina Zînê, Xalido dîyar dike ku mamoste qet pê re naxeyide. Dema dêya wî pê re dixeyide jî wisa bersiv dide: “Mamosteya min bi min re qet naxeyide wexta bi kurmancî diaxivim, lê tu nahêlî li malê jî xeber bidim” (49). Di vir de mamoste û xeyd (cezakirin) du peyvên sereke ên makîneya pişaftinê ne. Li gor fahma Zînê heke li malê kurdî û li dibistanê kurdî li Xalido qedexe nebe wê nikaribe, tiştekî din (tirkî) hîn bibe, wê wekî bavê xwe “tolaz” be. Ji bo ku mirov bi kêr be û nebe tolaz lazim e kurdî ji bîr bike, tirkî hîn bibe. Lewra fahma Zînê li gor fahma peyva “mamoste” şêwe û teşe girtîye. “Tiştê ez dizanim” dibêje Zînê “mamoste hebûn, kî bi kurmancî biaxivîya li wan didan, nedihiştin kenê xwe jî bi rengê kurmancî bikin!” (49). Dilê Zînê heye Xalido ji ber destê Narînê bigre û bide ber destê mamosteya Şînoyê kurê jintîya Zînê. Ew mamosteya Şîno jî mamosteyeka wiha ye Şîno di xewa xwe de jî jê ditirse. Ev cure mamosteyên hanê ku çeka wan a ewilîn tirsandin e piranî dibin endamên gel û neteweyen serdest ên zordar. Bo nimûne di roman û çîrokên Helîm Yûsiv de bi vî rengî mamoste hene, cudahî dikin navbera zimanê malê û zimanê dibistanê. Mamosteyên bi vî rengî bêtirî xwendekaran dikin şîrîkê gunehên xwe bi saya îxbarî û wergêrîyê. Di serdema Narînê de êdî mamoste bixwe wan karan dike pêdivî bi wergêran nabînin. Lewra êdî mamoste kurd in. Zarok jî, mamoste jî rêveber jî, hew malbat bi xwe jî êdî şîrîk in. Tevde li gor makîneya pişaftinê kar dikin. Di nimûneya Şîno de herwekî din tirs wek raveka makîneya pişaftinê li ser kar e lê belê tirs ji bo zarokan li ser kar e, ji bo mezinan êdî makîneyeke din li ser kar e: dilxwazî, jixweberî. Zînê ji tu tiştî natirse, bi dilê xwe dixwaze, heta ku bi dilekî wiha ku belkî ji mamosteya Şîno zêdetir. Herweha ji hêla nivîskarekê ve neqandin û hilbijartina jineke zordar (mamosteya Şîno) bo nimûnedanê, ji femînîzmê zêdetir meyla dijkolonyalîzmê dest nîşan dike.
Zînê ji bo ku dilê Narînê nemîne, kurê xwe ji ber destê wî nagire, lê wek ku mirov fahm dike ev jî hişyarîyeke dawî û dostane bû. Belkî çendek şûnde Zîn dê zêdetirê wê yekê jî bike, em nizanin. Dûre Xiyas begê rêvebirê mektebê bi ser Narînê de tê. Li gor wî û yên derdorê jî Narîn ji ber ku bi zarokan re bir kurdî qise dike, “wan diherimîne”. Kurdî herimandin e. Tevlîbûna Xiyas beg re êdî em baştir fahm dikin ku êdî mijara têkbirîna kurdî û meylanîna ser tirkî ne karê dewletê ye, ne xeteke dîrekt e di navbera dewlet û kurdan de, xeteke berwarî ye di navbera kurd û kurdan de. Lê berwarîbûna bi vî şiklî ne mîna ya govendê, mîna ya zirnazîqê, yek rabe yê din dikeve. Li derdora vê gengeşîyê heke em hewl bidin ji hestan telpên ewran çêkin di ewra tirksazîyê de, malbatên zarokan (Zînê) û mamosteyên din û rêvebir hene, di ewra kurdewarîyê de di peşengîya Xalido de zarokên dibistanê hene. Tirksazî çêkirî, kurdewarî xwezayî ye. Di vê algorîtmê de pergala şaristanîyê berovajî dibe, mîna zirnezîqê.
Nîqaşa di navbera Xiyas beg û Mamoste Narînê de polîtîkaya hestan wiha teşe digre: ji fermîyetê ber bi jidilîyê ve. Xiyas di destpêkê de fermî ye, Narîn her wekî xwe ye. Nasnava wê ya fermî û ne fermî yek e. Fermîyeta Xiyas li ser nan e: “Em li pey qetek nanikê xwe ne, wêdetir ji destê me nayê Mamoste Narî!!” (52). Ji bo ku xitabî dilê wê bike êdî peyva mamosteyê bi kar nayne, nasnava jidilîyê dikeve şuxlê: “Ma tu dibêjî qey dilê min naxwaze Narîn? Yê dilan, di dilan de dimîne em çi bikin?” (52). Lê belê Narîn bi yek nasnavî ye lê ên wê jî êdî ne tenê berxwedanek, hayjêbûneke tehl û nexweş a melankolîyekê ye. Weke ku hay ji şîna xwe hebe. Li gorî neqilkirina vebêjer êdî Narîn jî dizane “wiha naçe serî”, bi xwe re nabîne “hinek tiştan rast bike” û herwekî din dibêje “tiştê çû nede dû” (52). Dûvika kurdewarîyê êdî ji devê Ouroborosê revîya ye, nema tê girtin.
Carekê hevalekî min ê wanî behsa pisîkeke hevalekî xwe dikir. Wextê pisîkên hevalê hevalê min têjikan tîne pisîk têjikên xwe dixwe. Deh sal in em hevaltîya sê heb pisîkan dikin li mala xwe lê min ev agahî nebû. Tu nabêjî xwarina têjikan nimûneyeke balkêş a pisîk û hin lawirên din e. Hinek dibêjin wekî nexweşîyeke derûnî ye, hinek dibêjin ji bo ku pisîk zane têjik nexweş e wê dixwe, da siûda jîyanê ji bo têjikên din zêdetir bike, hwd. tiştên wisa. Helwesta Zînê ya li hemberî Xalido ev mijar anî bîra min. Seqetîya li cem Xalido û serhişkîya wî ya li hemberî hînnebûna tirkî an jî seqetîya dêya wî, kîjan? Belkî jî seqetî ew pergal e ku zarok û dêûbavan tîne hemberî hev ji bilî şerê nifşan.
Axirî çîroka “Porê Ziman” vê pirsê bi xwînerên xwe dide kirin: Gelê ku nedihişt Dehaq zarokên wî bixwe, bo çi goştê zarokên xwe dixwe?
Têbînî û Çavkanî
[1] Kurdîya wê: “îro 23yê nîsanê ye, mirov gelekî pê kêf xweş dibe”
Berazî, Leyla Mexso. “Porê Ziman”. Kurdeçîrok, h. 4, Bihar-Havîn 2022, rr. 45-53.