Xebatên Mela Mehmûd ji hêla analîza kurmancî ve jî giring in û mirov dikare ji gelek hêlan ve rêwîtiya zimanê xwe, qewam û rûdanên di van deman de bi ser de hatine bişopîne. Wan guherînên şekilî û watayî tê de tesbît bike, ji qalib û rêyên vegêranê yên zimên agahdar bibe.
***
Tarîxa Meyafarqînê û Şerefname du berhemên hêja û ew çend jî giring ên li ser kurdan in ku divê li mala her kurdekî di pirtûkdankê, di quncikê xuya de hebin û hewce ye her kes wan bixwînin û bidin xwendin. Ev pirtûk berê jî hatine çapkirin, lê ev her duyên ji aliyê Weşanên Nûbiharê ve hatine weşandin, cudahiya wan ji yên berê hene.
Berî ez behsa van her du xebatan bikim, hez dikim çend gotinan li ser Nûbiharê jî bibêjim. Bi ya min ew di nav weşangeriya kurdî de xwedî cihekî mistesna ye. Wê ev yek jî bi xebat, weşandin û çapkirina pirtûkan bi dest xistiye. Ji xwe re nav û nasnameyek afirandiye û ev jî ne tiştekî wisan hêsan e. Gava weşanxaneyek bibe markayek, eger nivîskar ne zêde naskirî be, xwîner bêhtir bala xwe didinê bê ka pirtûk ji kîjan weşanxaneyê derketiye, kê jê re edîtorî kiriye. Her wiha ez bi çavekî din jî li Nûbiharê dinêrim, bê çawan Pirtûkfiroşiya Medyayê (Medya Kitabevi) ne tenê cihek ji cihên firotina kitêban e, eynî wisan ew jî ne tenê weşanxane ye, cihê civan û hevdîtinan, şûna sihbet û danûstandinên rewşenbîriyê ye jî.
Ji destpêka salên 90’î ve têkiliya min bi hevalên Nûbiharê re heye û ez Kek Silêman jî ji wan salan ve dinasim. Min navê ez wisan dûr û dirêj behsa nefsbiçûkî, camêrî û gelek xisletên wî yên din bikim, her wisan hemû kedkar û xebatkarên wê jî mirovên welê ne ku êdî ji mêvandarî û mazûvaniya xwe re hew dibin. Îcar her cara rêya min bi Nûbiharê bikeve, hema bibêje tu car ez destvala jê venegerim malê. Çendên berê jî, piştî Fuara Pirtûkan a Amedê, ez çûm serdana Nûbiharê. Dîsan civata me lê geriya, li ser ziman, çand, dîrok û mijarên din mijûlahî û sihbet çêbûn. Di tûrikê me de çi hebûn, me vala kirin, me kurmê xwe şikand û dil jî li xwe şad û rehet kir. Ha ez vê jî ji bîr nekim, vê carê cihê Huseyn Zana jî li min xuya bû. Ji ber ku bi giranî sihbeta min û wî li wir her tim bi piranî li ser meseleyên zimanî bûn, lê ew êdî li Amedê ye. Helbet wexta xatirxwastinê tûrikê me jî tijî pirtûk bûn. Ev her du kitêbên hanê ku hez dikim ji wan bi kurtasî behs bikim, di tûrik de bûn.
Tarîxa Meyafarqînê ya Îbnu’l-Ezreqê Fariqî ji aliyê Emîn Narozî ve ji erebî li kurmancî hatiye wergerandin ku Nûbiharê berê jî çapa wê ya erebî weşandibû. A ev çapa bi kurmancî wergera wê xebata Dr. Kerîm Farqûl el Xûlî û Yusuf Baluken a bi erebî ye. Wekî tê zanîn beşa wê ya li ser Desthilata Merwaniyan a vê berhemê, hîn berê di destpêka salên 70’yî de M. Emîn Bozarslan bi xwe ew ji erebî wergerandibû ser zimanê tirkî. Niha çapa wê ya duyem a sala 1990’î li ber destê min heye ku ji nav weşanên Koralê, bi navê Mervanî Kürtleri Tarihi (Dîroka Kurdên Merwanî) hatiye weşandin. Lê ev çapa nû, temamiya berhemê û bi kurmancî ye. Huseyn Zana, wexta jê re edîtorî dikir, çend caran di sihbetên me de behsa wê dikir bê çawan serê xwe pê re diêşîne û di ber de ditehibe.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Berhema duyem jî wergera Şerefnameya Şeref Xan e ku Mela Mehmûdê Bazidî ji esilê wê beşek jê tercumeyî kurmancî kiriye. Ev jî bi navê Şerefname: Tewarîxê Qedîmê Kurdistan ji nav Weşanên Nûbiharê derçûye û ji aliyê Seîd Dêreşî ve ji bo weşanê hatiye amadekirin. Bi rastî ji bo Mela Mehmûdê Bazidî çi bê gotin hindik e. Em pir deyndarê wî ne, ji ber hem bûye wesîleya berhevkirina materyalên kurdolojiyê, mîna koleksiyona Aleksandre Jaba hem jî wî bi xwe di warên cur bi cur de gelek berhem jî nivîsîne û di dîroka rewşenbîriya kurdan de xwedî cihekî bilind, hêja û heqkirî ye. Mesela du xebatên wî ji aliyê Weşanên Weqfa Mezopotamyayê ve hatin weşandin. Navê yekê Xeberdana Zimanê Kurmancî ye û ya din jî Tûhfetu’l-Xîlan Fî Zimanê Kurdan e. Nirxandin, tîpguhêzî û faksîmîleya wan her duyan jî ji hêla Mîkaîl Bulbul û Mustafa Ozturk ve hatine kirin.
Çendî zimanê esil ê Şerefnameyê bi farisî be jî, hem çapên wê yên bi tirkî hem jî yên bi kurdî jî hene. Wek nimûne M. Emîn Bozarslan jî ew ji erebî qelaptiye ser zimanê tirkî û çapa wê ya sala 1990’î ya “Hasat Yayınları” di nav pirtûkên min de ne. Ziya Avci jî ev berhem wergerandibû ser zaravayê kurmancî û di sala 2007’an de ji aliyê Avestayê ve hatibû weşandin. Min ev her du berhem jî xwendine. Lê ez pir şad im wekî ez ê vê berhemê ji zimanê Mela Mehmûdê Bazidî bixwînim ku ji bo min ev çap xwedî taybetmendiyeke diyarker e.
Min helbet berhemên Mela Mehmûd ên bi kurmancî xwendine, lê dîsan jî ez zimanî wî meraq dikim ku qet nebe qirn û nîvek berê wî ne tenê berhem nivîsîne her wiha berhem jî ji zimanekî din wergerandine ser zaravayê kurmancî. Loma xebatên wî ji hêla analîza kurmancî ve jî giring in û mirov dikare ji gelek hêlan ve rêwîtiya zimanê xwe, qewam û rûdanên di van deman de bi ser de hatine bişopîne. Wan guherînên şekilî û watayî tê de tesbît bike, ji qalib û rêyên vegêranê yên zimên agahdar bibe. Ev berhemên nivîskî yên bi zimanê me, ji bo lêkolînên li ser zimên jî pir nirxdar in ku ji ferhenga zimanê me bi xwe re jî çavkanî û keresteyên tênebihur in.
Bi rastî jî ev her du berhem, ku bi berg û mîjanpaja xwe jî bi awayekî xweşik hatine amadekirin, ji bo me gelek giring û têra xwe hêja ne. Ji lew re li dijî hewlên tarîkirin, perdekirin û bindoşekkirina dîroka me, ew wek çirayên geş in. Bi saya wan em îroj gelek aliyên dîroka xwe dizanin û bi hebûna wan şanaz dibin. Loma dixwazim spasiyên xwe pêşkêşî wan hemû kesan bikim ku keda wan tevî van çapên hanê bûne û bûne wesîle da em van berheman bi zimanê xwe jî bixwînin.
Xwendin kêfxweşî ye, têrkirina ruh û mêjî ye, agahdarbûn, ronîbûn û berfirehkirina asoya xwe ye. Her wiha xwendin zanîn, zanîn jî pêkarîn e. De îcar gava ev yek bi zimanê mirov bi xwe be, kêf û zewqa ji xwendinê jî hîn zêdetir e.
-
Zana Farqînî, di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, lîse û zanîngeh jî li Zanîngeha Stenbolê (beşa civaknasî) xwendine. Mastera xwe jî li ser Çand û Zimanê Kurdî li Enstîtuya Zimanên Zindî yên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê kiriye.
Ew yek ji avakarê Koma Çiya ya muzîkê ye û li gel komê jî di kaseta pêşîn a bi navê “Rozerîn” de wek stranbêj cih girtiye.
Cara pêşîn di kovara Rewşenê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de gav avêtiye nav qada weşangeriya kurdî û di vê kovarê de jî di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê di rojnameya hefteyî Welat de wek redaktor û nûçegihan xebitiye. Piştre di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye Berpirsê Karê Nivîsaran ê pêşîn û dûre jî bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê vê rojnameyê. Piştî girtina wê, îcar di derxistina Azadiya Welat cih stendiye û bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê pêşîn ê vê rojnameyê.
Ji sala 1997’an heta 2008’an çend dewran di Desteya Kargêriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye û li Enstîtuyê serokatiya Beşa Ziman jî kiriye. Devrekê jî (2011-2013) serokatiya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê kiriye. Her wiha Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e ku ji aliyê heman Enstîtuyê ve di sala 2005’an de hatiye lidarxistin.
Yek ji avakarê Weqfa Mezopotamyayê û endamê Heyeta Miteweliyan a vê weqfê ye. Di gelek kovar, rojname û mecrayên dîjîtal de bi giranî li ser zimanê kurdî di warên cur bi cur de gotar û nivîsarên wî hatine weşandin.
Berhemên wî:
Ferhenga Tirkî-Kurdî
Ferhenga Kurdî-Tirkî
Ferhenga Kurdî Tirkî – Tirkî Kurdî
Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji Aliyê Binyatî ve)
Xebatên kolektîf
Em Zimanê Kurdî Binasin
Muzîka Sarayê ya Kurdî
Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) – Tirkî
Rêbera Rastnivîsînê
Wergerên wî yên ji zimanê tirkî:
Mamosteyê Sêyemîn Xanî
Rastiyên Destana Memê Alan
Xanî û Newroz
Xanî û Memzayên Wî