Sirûda Çûyînê

Jiyan jî dişibe tîrêjên rojê, herwiha mirov jî, carna zû carna dereng ji nav me bar dikin û diçin ew tîrêj… Şukran xanimê her roj li Bilind digeriya, dîsa rahişt telefona xwe û lêgeriya, lê telefon venebû, xofek ket dilê wê, lê hinekî bêhna xwe veda dîsa geriya, lê dengê Bilind negehişt dilê wê…

***

Sirûda çûyînê li bajêr olan dida, çivîkan hêlîna xwe li pey xwe dihişt û diçûn. Bajar bi bajar geriyabû, ji xwe re sitargehek peyda nekiribû… Berê xwe bi kîjan welatî an bajarî vekira ew der ronî dikir, lê çi kesê jiyana wî ronî nekiribû. Ronahî tiştekî wiha ye ku mirov dora xwe ronî dike û nikare hundirê xwe ronî bike, her tim taldeyek li ser ruhê mirov dimîne. Tu kesî xwe negehandibû taldeya ser dilê wî, belkî jî wî nedihişt. Her tim digot ‘’Bêminetî taca serî ye.’’ Li cîhê ku kes ji me re nebe welat, wê demê mirov mecbûr dimîne ku ji xwe re welatekî ava dike. Wekî çiyayên Kurdistanê bi heybet bû, Bilind bû sekna wî, çavên wî dişibiyan ewrên li ber baranê, carna hişk carna jî ji nav wan ewran tava zêrîn xwe li ser bajarên rûyê wî nîşan dida. 

Dêya wî bi nimêja sibehê rabibû destnimêja xwe girtibû û li hizûra xwedê dia dikir ji bo zarokên xwe, mijeke giran girtibû ser bajêr, giraniyek ketibû ser dilê wê, mîna kevirek ji nişka ve bikeve binê avê. Di ber xwe de dia dikir û digot ’’Ya rebbî tu min û zarokên min ji qeza û belayan bisitirîne’’ nizanim wê rojê dengê wê çibû xwedê an na? 

Bêhna çîlegan bi ser malê ketibû, tahma destê Şukran Xanimê gelekî xweş bû, rîçalên curbicur, her carê di demsala fêkiyan de çêdikir, bi hatina biharê çîlegên sorqurmizî kirîbûn, piştî nimêjê xew neketibû çavê wê, rabû boçika çîlegan jê kir, şuşt û beroşa xwe danî ser êgir û şekirê xwe bera ser da. Bêhna çîlegan wekî mija bajêr li ser hemû odeyan digeriya. Xanima malê, ji bo kela rîçalan neçe li ber beroşê sekinîbû, çavê wê ketibû valahiyakê, ji nişka ve kela rîçalan rabû, bi herikîna ava rîçalan çizînî ji êgir hat, Şukran bi wî dengî vecinikî. Ya kela wê çûbû rîçal bû an rihê wê bû nizanîbû. Êdî xewa li malê ne mimkin bû ji ber teq û reqa firaxên li medbaxê, zarokên wê hemû ji nav ciyan derketibûn, yekî serçavê xwe dişuşt, yê din li ber derî bi humik û kormikan li benda dora xwe bû û keçikên malê jî nivîn didan hevdu. Her tişt wekî xwe, wekî berê didomiya, bêhna çîlegan di dilê hemûyan de tovê hêviyê çandibû, lê keça malê ya biçûk, Lorînê dema ew bêhn his kir, xofek ket dilê wê, lê tu mane nedida wê hesta ku di dilê wê de peyda bibû. Nikarîbû bêhna xwe bistenda, her tim nîvçe dima… Haya wê jê tunebû ku dema bêhnek nîvçe bimîne jiyanek li cîhekî din nîvçe dimîne. Rahişt pakêta cixareya xwe û derket şaneşîna malê, kevokên her roj ji bo xwarinê dihatin, wê rojê nehatibûn, nizanim ji ber çi wan rûyê xwe îro ji wê dabûn aliyekî din. Gulpek ji cixara xwe kişand, dûxana cixarê nediçû xwarê, hîn negîhabû ku ya didûyan bikşîne rahişt cixareyê, di tebaqeyê de eciqand, agirê wê bi tiliya xwe tefand lê êşa şewatê his nekir… 

Bavê wê dîsa li ber televîzyonê bû, her cara ku bernameyek li ser welat an li ser sirûşta welat derketa bang dikir, Lorîn were binêre te dîtiye çiqas xweş e çiyayên Kurdistanê, ji bo bavê min yên li ser rûyê erdê, hema koka her kesê digehişte kurdayetiyê. Bavê wan bi vê hişmendiyê ew mezin kiribûn, tenê derdê bavê wan welatekî azad bû û hew. Lorîn jî keça bavê xwe bû. Carna mirov herî pir ji çi hez bike bi wê tê cezakirin. Derba yekem ji wir distîne, carna bi derbekê mirov li erdê rast dibe. Birayê malê yê mezin Bilind li welatê xwe yê azad ji xwe re hêlînek ava kiribû, ne kesekî ji rêzê bû, dema diket nav civatekê awirên wî yên wekî Bazê Turcelê, navmilên wî yên fireh, wekî pêşewayan bala her kesî diçû ser wî, amadekariya xwe dikir wê rojê ji bo biçe cem dayika xwe, taştê ya xwe xwaribû, qedeha çaya xwe ji eceleyê li ser masê hiştibû û pirtûka ku nîvçe kiribû danîbû ser masê û ji malê derketibû. Haya malbatê ji hatina wî tunebû. Bilind dema ji malê derket berê xwe dabû qelehê, bi niyet bû ji her kesekî malê re alekê bistîne. Lorînê carekê jê re gotibû ku keko ger tu vê carê hatî malê ji min re nexşeya welêt bîne. Bilind îdolê Lorînê bû, dema li birayê xwe dinihêrî di çavên wê de stêrk diçûrisîn. Tavê hêdî hêdî tîrêjên xwe ji ser bajêr dikişand, bayekî tenik xwe li kolanên bajêr dipêça. 


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Jiyan jî dişibe tîrêjên rojê, herwiha mirov jî, carna zû carna dereng ji nav me bar dikin û diçin ew tîrêj… Şukran xanimê her roj li Bilind digeriya, dîsa rahişt telefona xwe û lêgeriya, lê telefon venebû, xofek ket dilê wê, lê hinekî bêhna xwe veda dîsa geriya, lê dengê Bilind negehişt dilê wê… Bangî Lorînê kir ‘’Keça min ka were telefona birayê te dernakeve hela li ser internetê, li hesabên wî binêre kengî vekiriye?‘’ Lorînê got ’’Temam yadê ka ez binerim.’’ Lê nihêrî dahnê nîvro ketiye whatsapê piştî wê venekiriye. Qidûmê jinikê şikest, tirsek ket hundirê wê lê nizanîbû ka çi ye. Her kes ji aliyê xwe ve li bejin Bilindê malê digere lê telefona kesî nagehije dengê wî. Heval û hogirên wî li kuçe û kolanan li wî digeriyan, reşahiya şevê bi ser me hemûyan de girtibû, teqînek li nav dilê welêt çêbibû. Bêhna çîlegan û gaziya Gulan xanimê bi erşê xwedê ketibû êdî, berê wê her li goristana dêrikê bû, rojekê dema çû serdana kurê xwe rastî jinekê hat li ser rê. Li hevdu pirsîn bê silav kes ji ber hevdu re derbas nedibû. Navê jinikê Heyat bû, porê wê ketibû ser rûyê wê yê tije qermîçok, bi destê xwe yê herrî porê xwe da alî, xuya bû dîsa axa ser gora kurê xwe bi destê xwe paqij kiribû. Ji Şukran Xanimê re got “Halê te çi ye?” Şukranê, piştî kurê xwe, kitan û hubriya xwe avêtibû, ev sekna wê ya li hemberî mirinê bû, helwestek nîşandabû, dilgiran bû li hemberî xwedê bi qasî ku her roj 5 wextan ferzên xwe bîne cîh dilgiran bû, destê xwe ji wî vedikir ji bo ew bizotên êgir, yên di dilê wê de her car şax didin, aveke cemidî lê bike. Şukran xanimê bi dengekî nizm bersiv da “Çend sal in li benda bejinrihanê xwe me, nehat, ez her roj têm serdana wî’’ Bi van gotinan ewrekî giran ket ser çavên herdu jinên dilbiêş, hêsirên wan wekî baranê diherikî ji ser rûyê wan, li çavên hevdu nihêrîn û her kes di rê ya xwe de çû.

Nivîskar/rojnameger
Nûjîn Onen
Nûjîn Onen
Li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bûye. Wê li Zanîngeha Anadoluyê beşa civaknasî xwendîye. Wê berê xwe daye rojnamegeriyê û li ofîsa Waar Tvyê ya Amedê wekî rojnameger salekê xebitîye. Piştî demekî, wê li rojnameya Basnews dest bi kar kirîye, nûçe û dosyayên li ser sîyaset, çand û hunerê amade kirine. Herwiha wê li Zanîngeha Artukluyê Sertîfîkaya Perwerdekarîya Kurdî wergirtîye û wê li ser wênegirîyê jî perwerdehîyeka taybet stendîye ku ew çîrokên wêneyan dinivîse, yên ku wê bixwe girtine. Ew, çîrokên tirkî û kurmancî dinivîse. Ew li Weqfa İsmaîl Beşikciyê di lijneya rêveberiyê de cih digire.