Sînorê Şiîrên Arjen Arî: Nisêbîn û Qamişlo

29/10/2024
Arjen Arî 2012, Foto: Omer Faruk Baran

Şairê şêrgele Arjen Arî di nivîseka xwe de dibêje ew ji wî welatî ye, welatê helbestên nebihîstî, welatê destanên jibîrbûyî.

Di eynî nivîsê de, Arjen Arî dibêje li wî welatî li ser rêka helbestê dilê wî di mista wî de ye û li ser lêvên wî hezên hiznî yên stranan rêz bûne.


Bes ji şiîrên Arjen Arî wer tê xanê ku yên wî, hezên wî hem bi wan stranên li ser lêvên wî hem jî bi hidûdan kesirîne. 

Belkî çem û çîya, deniz û derya hidûdên tabiî ne û hikmê şairan li wan nabe, lê hidûdên li deşt û berîyan, ewên bi têlên rêsayî, ewên dihêlin ku tu hêla din ya ji te bibînî, lê bi eskerên li ber nahêlin ku tu derbaz bibî, hidûdên wisa ne ku bi destan hatine çêkirin û şair jî tînin bi qelemên destan xwe lê diqelibînin.

Arjen Arî yê ku li Nisêbînê, li ber serê Qamişloyê hatiye dinê û mezin bûye di çend şiîrên xwe de nîşanên eşqeka yek li vê hêla sînor û yek li wê hêlê dane.

Mesela di şiîreka xwe de Arjen Arî dibêje berêvarekê, yê ku roj lê diçe ava ew e û dibêje xwezî ev sînor nebûya.

Di şiîreka din de, nav tu bihata, ku gorey min ji şiîrên Arjen Arî ya herî hiznî ye, şair ji wê xayînêyê re ku bi şev nehatiye ew hevdu bibînin, dibêje dilê wî sed carî li sînor wer bûye û dibêje tu bihata ev dil li dû te Binxet nedibû.

Şeveka tiptarî jî Arjen Arî daku yar were rêka wê ya li sînor vedike û xweş dike:

gund razaye, kûçik razane
heyv derneketiye, stêrk wenda ne
têlên sînor serpişt pal dane
fersend ev fersend
were!

Dîsa di şiîrekê de Arjen Arî raber dike ku yar pir nêzîk e, lê bi sînor pir dûr dikeve û vê rewşê jî wanî îfade dike:

bi destin vala
bi awirin melûl
geh bi jêr de, geh bi jor de
meşîm di ber sînor re…
meşîm…
qewzek e neqeba me
bang bikim te
bibêjim ‘’lêêê!’’
wê deng bê te
lê ev têl
ev mayîn
ev leşkerên Romê
ne dihêlin bang bikim
ne jî dihêlin bêm..

Zaten Firat Cewerî jî di nivîseka xwe de ser salên xortanîyê yên bi dostê wî Arjen Arî re dibêje wî diltenikî dil girtibû, lê dildara wî li alîyê din yê xetê, li pişt têlan, li Qamişlo bû.

A li sînoran ne tenê eşq e elbet. Nihîtê mêran yên li ser sînoran ketine etra qetek nan jî ketine şiîra Arjen Arî ku yek ji wan Zekiyê Hemal e:

şevekê çû.. û venegeriya!
beriya dayê, jinê, xuşkê
moriya girt laş, torîk ketin ser,
li hêlekê guh û ser
li hêlekê qefesa sêngê
zîvar zîvarî cendekê Zekiyê hemal!

Bi hemû şiîrên xwe yên ku ji wan sînoran sala 2024an ketine dîwanekê, Arjen Arî yê sala 2012yan canê xwe ji dest daye, şairê welatê helbestên nebihîstî ye, şairê welatê destanên jibîrbûyî ye, hîn jî.

Omer Faruk Baran 

*Navên şiîrên di vê nivîsê de derbaz dibin; ez û dilêvarîtu bihatazekiyowereev sînor 

BÎBLİYOGRAFYA 

Arjen Arî, Şêrgele – Hemû Helbest, Weşanên Sor, 2024 

Arjen Arî, Xasenezer, Evrensel Basim Yayın, 2013 

Firat Cewerî, Arjen Arî Nemiriye Arjen Arî Ye, Gazete Duvar, 2020

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Te ev dîtıne?

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev

NOTÊN HEFTEYÊ: Xwedî dernekevin!

I. Jibîrkirin Jibîrkirin nîmeteke mezin e. Bînin bîra xwe, her tiştê ku

DESTHILATDARIYA TEQWÎMÊ- II

*Ev nivîs, dewama nivîsa “Desthilatdariya Teqwîmê” ye Dîrok, her çiqas sal û