Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Serokê ÎYÎ Partiyê yê bajarê Amedê: Di balafirên tên Amedê de divê dengê Kurdî jî hebe

02/02/2023

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Serokê Partiya ÎYÎ yê bajarê Amedê Vejdîn Ensarioglu

Tirkiye êdî ket pêvajoya hilbijiartinê.

Partiyên li Tirkîyeyê jî ji niha de dest bi kar û xebatên xwe kirin.

Dengê hilbijêrên Kurd jî wekî gelek hilbijartinan di vê hilbijartinê de jî biqiymet û stratejîk e. 

Partiyên sîyasî ji bo Kurdan çi waat dikin û dê çi bikin? 

Di bernameyên xwe de çawa cîh didin Kurdan? Li Perwerdehiya zimanê zikmakî çawa dinerîn?

Li ser vê mijarê em ê her hefteyê li deriyek partiyeke siyasî ya li bajarê Amedê bidin.

Vê heftê Serokê Partiya ÎYÎyê yê bajarê Amedê Vejdîn Ensarioglu li ser vê mijarê bersiva pirsên Botan Timesê dide.

Li ser pirsa me ya di derbarê perwerdehiya zimanê dayikê Ensarîoglu dibêje, 

Perwerdehiya zimanê dayikê mafeke rewa ye. Hejmara dersên bijarte dikare bên zêdekirin. Ji bo wê jî divê di nava civatê de anketeke bê çêkirin. Ger xelk bixwaze seatên dersên kurdî zêde bibe,  divê bê zêdekirin.

Vejdîn Ensarioglu

“Tirkî û Îngîlîzî heye çîma Kurdî tune ye”

Serokê Partiya ÎYÎyê yê bajarê Amedê Vejîn Ensarioglu dîyar dike ku eger ew bibin desthilatdar ew ê di balafirên tên Amedê de anonsên Kurdî jî lê zêde bikin û dibêje:

“Ez bi balafirê gelek têm û diçim gelek caran jî bala min kişandiye…  Mesela di balafirên tên Amedê de anonsên Tirkî û Îngîlîzî heye lê çima ya bi Kurdî tune ye? Kesên tew bi Tirkî nizane hene, ew çima li wan tê kirin. Divê di seferên tên Amedê de anonsên bi Kurdî jî hebe.

Beriya niha jî min gotibû, pîştî  min Serokê AKPê yê bajarê Amedê jî got: “Çima çênebe” Lê eger em bibin desthilatdar em ê nebêjin “çima çênebe” em ê bikin.

Vejdîn Ensarioglu

‘Yek dewlet, yek al dibe lê yek milet nabe’

Vejdîn Ensarioglu gotinên Serokomar Erdogan yê “Yek al, yek dewlet û yek millet” bibîrdixe û dibêje;

Yek millet nabe ji ber ku li vê welatê yek milet najî. Miletên din jî hene. Lê yek al û yek dewlet e.

Vejdîn Ensarioglu

Parlemena Tirkîyeyê bi 600 kursî ye û 37 wekîlên Partîya ÎYÎyê heye.

Partiya ÎYÎ partiyeke netewperest e.  Di 25ê Cotmeha 2017an de ji aliyê Meral Akşener û 4 wekîlên ji Partiya Tevgera Neteweperest hatine îxrackirin hatîye avakirin. 

Meral Akşener ji wê salî ve serokatiya partiyê dike.

Botan her Pênşem mêvanê partiyekî ye:

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û