Nivîs bi min tiştekî ecêb e, helbet ji kaxiz û hibr û xetan zêdetir tişt e, lê dema tênxwendin, helbet yên nayênxwendin jî, wateya xwe mîna meyeke sivik berdide nava herikîna di tamarên me da. Helbet nivîs hene wekî nefes û hîs nava bêdengiyê da, di hundirê me da diaxifin, dîsa jî bi min dengê nivîsan di hundirê me da ne. Nivîs bi gotina Valéry kirin e wekî L’acte d’écrire, el qisse, tu çawa dinivîsî?
***
Kirina nivîsê her tim cûreyekî “fedakariya zêhnî” dixwaze.
Eyan e, wek mînak, şêwaza me ya xwendina edebî bi aşîkariya zêde ya ziman va li hev nake.
Zêhn, ji dil, saftî û kamiltiyeke zimanê hevbeş pêwîst dike ya ku ne di şiyana wî zimanî da ye.
Lê, hindik in ew xwînerên ku zewqa xwe dibînin tenê di wî hişê baldar da.[1]
Paul Valéry
***
berî nîvro; saet 09:40
du kursî, maseyeke formîka,
du sî û qedehek hibra tehl!
Şagul Nadirî — Di aforîzmayeke te da dibêje; her tişt ji bo destxistina pirsê ye. Mebesta te ji pirsê çî ye?
Rizgar Hibrî — Pirsek ji dehan bersivan çêtir e. Çimkî pirs bi xwe wekî mifteya deriyên kilîdkirî ye. Pirs e ya di me da diqilqile û her zindî dimîne. Pirs bi xwe daxilê afirînê dibe ku ew ji arezûya natebat tê.
Ş.— Dîsa jî dixwazim bipirsim, pirs çawa bi dest dikeve?
R.— Pirs belkî însan bi xwe ye, yanî ew nehênî û muemaya ji qalû belayê vir da ku hel nabe, ya çêtir jî ev e! Helbet pirs ji pirsan vedizên. Lê pirs bi raya min ji arezûya hebûnê tê û xwe di hunerê da zêdetir dide der.
Ş.— Wê çaxê em li pirsan bigerin: Di huner û di fikrê da arezû. Pirseke servekirî; aya arezû hêzeke tarî ye ya “nayêbinavkirin“?
R.— Arezû wekî pirs bêyî haya me jê hebe, reh berdide bîrên hundirîn, ji wir avê vediçine. Arezû ew rehên hebûnê ne. Erê, belkî arezû tiştekî tarî ye, lê ew tarî, qismê hebûnê yê din e, wekî qismê hîvê yê tarî. Her wisa arezû zêdetir dikeve feslê şevê, ya rast dikeve dilqê şevê.
Di edebiyat û sînemaya Fransayê da mînak hene ku meriva ber bi îmaja arezûyê dibin. Madam Bovary wek mînak, ew mêla arezûyê temsîl dike ku wê di nava sazûmana (structure) civakî da xwe negirt û xwe kuşt, çimkî civaka Fransayê jî li ser seremoniyan, edet û nerîtan ava bibû ku demên modern da jî teşeyên din girt. Şoreşa Fransî tayek şah be yek komar e, wekî beden û giyan, yan civak û takekes ku tayek ji arezûyê tê. Di Proust da jî ew hemû behsên kes, xanedan, rabûn-rûniştina rîtuelî tê li tayê arezûya bîrhateyê, li arezûya hebûnê asê dibe. Di fikriyat û edebiyata Fransayê da çiqasî seremoniya zanînê hebe ewqas jî sînorşikêniya hunerê jî heye, lê eva di nava paradoksan da ye. Lacan ji wir psîkanalîz firehtir kir. Belê ji felsefe û dinyaya almanî fikr dihatine wir, lê di nava zimanê fransî da zêdetir nerm dibin. Heidegger yan Freud li wir ciyê fikra xwe baştir dîtin. Lacan dizanibû arezûya objeyê ji kerbûnê (division) hatiye. Lê arezû her wekî obje her çi be, bi raya wî ew xapxapok bû. Lê dîsa jî bi raya Paul Valéry însan finitude bû yanî sînordar bû û fanî bû dê axiriya wî bihata. Helbet ji bo wê fanîtiyê bû ku Valéry darizandina ziman dikir. Valéry di dilqê Monsieur Teste da li ew arezûya tarî ya kûrahiya jiyanê digeriya. Ew meseleya arezûyê li dereke wisa ku bi şêt û şeydayî temasê wê derê dike ku André Breton, berhema wî ya bi navê Eşqa Şeydayî (L’Amour fou, Mad Love) ew behs e. [2] Her wiha bi raya Luce Irigaray arezûya jiyanê, ya ku mêr û jin di zayenda xwe da, ku zayendbûn logos e, tecrube dikin ew mêl û ew temas e. Arezû, aliyê hebûnê yê di ber siyê da, ji agirê jiyanê têteve, agir divêtin bête parevekirin (sharing the fire).
Ş. —Felsefe li Fransayê bi huner ra ye, yan jî huner di ser felsefeyê ra bûye. Gaston Bachelard ê ku felsefe, matematîk û epîstemolojî xitim kiribû, lê dîsa heger nekeve qada poetîkayê hizra wî ya şi’irê kêm dimîne. Tam ciyê wê ye ku meriv bibêje, di babeta arezûyê da, Bachelard di psîkanalîza agir (La psychanalyse du feu) da tehlîlan dike ku agir rukn û unsûrê hizr û xeyalan e. Her wisa dibêje, însan eserê pêwîstiyan nîne, eserê arezûyan e.
Alain Badiou di felsefeya xwe da jî behsa Arthur Rimbaud (bi telefûza wî Xembo) dike, bi aksenta xwe ya fransî. Lê niha Camille Claudel a peykertiraş tê bîra min, ew jiyana wê ya trajîk, wekî di wê fîlmê da behs dike ya bi navê Camille Claudel (1988), bi raya min ew di navbera eşqê û hunerê da ma, û arezûya wê ew ber bi eşqê dibir, lê Auguste Rodinê peykertiraşê navdar hunera xwe tercîh kir. Pirs eve ye, aya arezû û huner di nava çito paradoksê da nin?
R.— Di babeta eşqê da qey dibêm Camus der barê jiyanê da dikeve nava halekî absurd, lê rexmî vê, ew di arezûyê da û di eşqê da gotina xwezayê dike, wek mînak, eşqa wî ya bi Maria Casaresê ra. Jixwe Casares di fîlmên Jean Cocteau da temasê eşqa Orpheus dikir. Cocteau him şa’ir û nivîskar ê dostê Édith Piafê ku awaza wê çendîn arezûdar bû, him jî sînema bo wî dibe sehneya îmajan. Her wisa huner şamilê vegotina raza azerûyê ye. Yanî arezû, hêza tarî ya afirandinê ye ji bo huner jî.
Ş.— Sînema li Fransayê edebîtir e qey dibêm. Robert Bresson, bi gotina wî, zêde fîlman temaşe nake, lê bi xwezayî dikare jiyanê wekî wê bi xwe, ne saf realîst, bîne ser perdeyê. Bresson plan nake bo fîlman, lê fîlm wekî jiyanê xweberê çêdibin. Ruhiyeta mirov di nava tevgerên wan da bi taybet li rûyê wan dide xwendin. Fîlma bi navê Xanimên Daristana Boulogneê (Les Dames du Bois de Boulogne) ku dîsa Maria Casares a şox tê da dileyîze, Héléne û Jean ên ku sozê eşqê didine hev lê bi kesên din ra dilxapînokiyê dikin. Ev yeka dişibe têkiliya dilî ya Jean-Paul Sartre û Simone de Beauvoir. Her wiha dîmenên hinek fîlmên Bresson dişibine wêneyên Édouard Manet, ku eva yeka pêwendiyeke hev-xweyîkirina huner, edebiyat û fikr û kulturê dîsa tîne bîra meriva.
R.— Te behs ji Bresson kir, ew berhema Pierre Bourdieu ya bi navê Baloya Ezeban (Le bal des célibataires)[3]hate bîra min ku analîz û çavdêriyên wî dişibine fîlmên Bresson. Ew tecrubeya ji wî, hîşt ku bi taybetî li ser civaka me bu çavên din jî bifikirim, wekî têgehekî jî peyda bikim, sosyolojiya cîguherînê. Eva ji çavdêriyan peyda bû, dema endamên civakekî ciyê xwe diguherin ew çanda ku endamên ‘li wira’ tesîr dike, êdî li ser wan sist dibe, yanî habîtûsa wan nisbeten diguhere, qe nebe ji ew edet û qayîdeyên ku fişar dike ser wan mi’af dibin. Eva zehf tişt e der barê afirînê da jî. Di vê berhema han da, behsa normên kulturel dike ku çûyîna bajêr û temsîla bajêr li ser jin û mêran çawa tesîr dike. Dihêle ku em bi çavekî din jî li civaka xwe binihêrin.
***
Piştî nîvro, saet 13:44
Ş.— Wekî tê xuyan, tevî wêneyê Amy Lowell, Anna Ahmatova, yê Qanatê Kurdo, Hêmin Mukriyanî, Celadet, Ahmedê Mirazî, Fêrîkê Ûsiv, wêneyê Pierre Bourdieu jî li dîwarê odeya te ye. Em li wir mabûn herhal.
R.— Wexta ku mamoste bûm, ku min ê paşê ji bo ruhê şi’irê û zimên dest ji wî karî bikişanda, rojekê li odeyeke nîv-tarî ya akademiya kitabî, di nava sohbetekî da behsa sosyolojiya Pierre Bourdieu bû ku qal û behs li ser perwerdeya li Fransayê û tesîra wê ya li ser saziya civakî (social structure) bû. Bi xwendinê ra daxilê wan berhemên wî bûm. Ew berhema Bourdieu ya bi navê Cihêtî, rexnegiriya daraza civakî (La Distinction, critique sociale du jugement, 1979) analîzên û krîtîkên li ser sîstema civakî û mêla ecibandinê û perwerdeyê dikir. Kitêba wî ya bi navê Mîratgir, xwendekar û kultur (Les héritiers, Les étudiants et la culture, 1964) li gel Jean-Claude Passeron nivîsiye, der barê tesîra perwerdeyê ku li ser berdewamiya tebeqeyên civakî heye. Her wisa bala min kişand ku teza xwe ya masterê, ku di perwerdeyê da behsa rewşa dezavantajên ji cihêtiya zayendî (gender) dike, ji techîzatên wî sûd bigirim.
Ş.— Çi ne ew techîzatên wî?
R.— Pierre Bourdieu di heyamekî da sosyolojiyek pêş xist ku akademî û fikriyata Fransî zêdetir di nava du beşên han da pare vebibûn; yek binyadgerî (constructivism) ku li ser lêkolîn û fikrên Claude Lévi-Strauss ava bûbû, berî wî ew xwe dispêrin fikr û teoriyên zimanzan Ferdinand de Saussure, aliyê din fikrên Sartre bûn ên hebûnîtîyê (existentialism) ku heta Søren Kierkegaard diçin. Pierre Bourdieu techîzatên sosyolojiya xwe wekî têgeh ji bo xwe wekî halet û hacetên sosyolojiyê îcad kirin. Ew têgehên wî ku reha wan heta Yûnana qedîm diçin; habitus, illusio, qad (la champ), doksa, sermayeya kulturî, şîdeta sembolîk… Habîtûs têgehek e ku behsa mêl, tevger û kirinên civakî dike ku civakê, tarîxî û nisbeten guherbar dibîne. Xêncî wan her berhema Bourdieu vebêja civakî û tarîxî ye ku wî digot; der-hişmendî tarîx e, nîşana wê yekê dikir ku kultur bîra kolektîv e. Pierre Bourdieu bû behsa mîmariya gotîk dikir yan wênesaziya Édouard Manet di babeta sosyolojiyê da, wî li ser estetîkê û teoriya sosyolojiyê jî tesîr kir. Loma sosyolojiya wî ji bo min nêzîkî edebiyatê jî dibû. Milan Kundera bû di babeta romanê da digot, fikr hene ku romanê behs kiriye ku paşê Marx ew ji edebiyatê hîn bûye, ne ji felsefeyê. Navê ra vêya bibêjim, di romaneke Gabriel García Márquez da, Yê Eşqê û Cinên Din (Del amor y otros demonios),[4] behs dikir bê ka tevî hêza Engîsizyonê, eqlê dewletê çendîn ji ya rasyonel ra vekirîbû ku di barê veguherîn û ‘ulûmên dinyewî da, ew cîhanbîniya skolastîk (scholastic) a metranxaneya (monastry) kevnare ku Espanyaya wê hingê temsîl dikir. Wê kitêbê ew gotina Kundera anîbû bîra min.
Her wisa Akademiya Fransî (Académie Française) ji hunerê dûr nebû tevî ku pozîtîvîzma Auguste Comte demeke dirêj tesîra xwe li her derê hebû, û hê jî heye. Lê belê feylesof û epîstemolog Gaston Bachelard dema behsa poetîkayê dike, ew fikrên xwe dide kêlekekî dema dikeve mabeda şi’irê. Loma jî di akademiya Fransî da tundrewî kêmtir e. Zimanê hunerê ji arezûyê tê ku akademîayê jî nerm dike. Yanî teesûbeke akademîk heta ciyekî dişikêne. Di nava fikirdar û edîbên Fransî da tişta binyadî, ya civakî û ya şexsî di nava hev da bûne. Pêşiyê hunera avant-garde li wir hebû lê dîsa Roland Barthes bû ku ew huner wekî kirinên bûrjûwayan rexne dikir.
Ş.— Ew paradoks di jiyana Sartre da jî nayê xuyan? Gerçî paradoks in yên ku fikran ji hev dizeyînin! Lê herhal, li ba me toleransa tiştên zidê hev kêmtir e.
R.— Sartre û Simone de Beauvoir di nava konfora bûrjûwayan da bûn, lê li Fransayê zêde nabe kompleks, gerçî ya rast huner ji paradoksan dihat wekî te got, “bêwatebûn”adadaîzmê (dadaism) bertek bû wek mînak. Dîsa jî tevî wê Sartre çû li cem Che Guevara xwe nîşan da! Ew nîşandan jî çalakî bû herhal. Mesela Jean-Luc Godard, li gel sînemayê ew bi xwe jî li meşan bû, tevî wê arezû û hîsên şexsî dikete ber mercekê ku eva wekî layenekî bûrjûwatiyê jî bû. Godard di sînemaya Fransayê da wekî Pêla Nû (Nouvelle Vague) hikayetên kesan bi estetîkeke nû vedigot. Her wiha sînema û edebiyat û akademî li Fransayê dibin kultureke cîhanî. Akademiya Fransî (Académie Française) wekî panteon îcazeta xwe li nava xwe tesdîq dike. Wê rojê min kitêbeke Amin Maolouf xwend. [5] Amin Maolouf piştî ku kursiyê Claude Lévi-Strauss vala bû, wekî endam ji bo akademiyê hate hilbijartin. Behsa xebatên Strauss û paşê qala kal û bav û pîrên xwe dikir ku ta ji çiya û gundên Lubnanê hatibûne devê behran. Ew axaftin di nava seremoniyeke ecêb da pêk hat. Ew seremonî wekî endamên ‘metranxaneyeke akademîk’, lê xweşbînîparêz ku gunehkariyên afirîner lê wirê têne efûkirin, her wisa perestişa fikrên nûgerayî li gel mîhrabeke di bin qubeyeke abadîn da rehên kevnaretiyê av dide.
***
Rojtira din, danê ‘esrê
Ş.— Te kitêbeke Ehlam Mensûr jî veguhaste ser kurmancî ku ev babetên li jorê ew jî anî bîra min. Ehlam Mensûr wekî jin jî di dema xwe da nivîskareke sînorşikên û cesûr e, û behs û tesîrên nivîsên Virginia Woolf û Simonê jî hene.
R.— Belê, Ehlam Mensûr Sartre, Simone de Beauvoir û Camus wekî nêzîkê edebiyata xwe didît. Her wisa kesên weke Virginia Woolf û ê din di edebiyata wê da tesîrguzar bûn, lê şêwaza wê û babetên wê xasî wê ne. Lê belê, ‘itirazên wê yên civakî jî hebûn, wek nimûne; deygot bo çî le naw edebiyatî kurdî kesanî wa nîye ke hendêk edîbanî kurd bûne koneperest yan peyrewî hizbayetî û şitî tir.
Ş.— Ehlam Mensûr li Sorbonê xwendibû û li gel fikr û edebiyata fransî aşna bû. Wek nimûne, dema kesên wekî Marguerite Duras dixwînim, Ehlam Mensûr jî tê bîra min, û wê di kitêba xwe da behsa Kurdistan Mukriyan jî kiribû herhal.
R.— Di edebiyata fransî da babeta arezûyê wekî hate behskirin di havênê nivîs û afirînê da her hebûye. Meseleya arezûyê di temaya hebûnê û huner da dibe agirekî afirînê. Marguerite Duras di berhema xwe ya bi navê Hezkirî (L’Amant) da behsa tecrubeya xwe ya ciwantiyê dike ku li wir û di wir da li kakilê eşqê digere û dibirûsîne. Û cesûr jî behs dike. Ehlam Mensûr di berhema xwe ya bi navê Hawar [6]da, wekî vegotineke herikbar û dilêr bi zimanekî şa’irane dinivîse ku bi gotina wê serê pênûsê di tamarên xwe da diçikîne, yanî hibra wê ji wir tê. Ehlam Mensûr ew jan û arezûya mirov, hebûna di canê însan da, ew arezûya muşterek dike hawar. Temasî babetên wekî tabû jî dike û kesên ketî û jinên perawêzbûyî. Romana wê ya bi navê Elwen dîsa berhemeke pêşeng e bo fikrên femînîzmê li Kurdistanê û der barê wê rewşa jinên bêdeng, çîrokên ewên dengketî. Annie Ernaux jî tê bîra me, wekî Durasê, her wisa wê ew hez û arezûyên xwe nivîsî yên ku dihatine bendkirin, di Bengîtiya Saf (Passion simple) da behs dike. Û me ruportajeke Ernauxê jî kiribû kurdî. [7]
Ş.— Nivîs bi min tiştekî ecêb e, helbet ji kaxiz û hibr û xetan zêdetir tişt e, lê dema tênxwendin, helbet yên nayênxwendin jî, wateya xwe mîna meyeke sivik berdide nava herikîna di tamarên me da. Helbet nivîs hene wekî nefes û hîs nava bêdengiyê da, di hundirê me da diaxifin, dîsa jî bi min dengê nivîsan di hundirê me da ne. Nivîs bi gotina Valéry kirin e wekî L’acte d’écrire, el qisse, tu çawa dinivîsî?
R.— Bi min nivîs, ya rast bo min nivîs şi’ir e ku çawa zayîn; lê pêşiyê belkî hilrêj e di tenêtî û tazîtiya xwe da, wekî lêpên behran bi zangan va hilpas dibe, mîna teyr di geliyê tarî da xwe berdide, lê nivîsîna bi şev, mîna lêpa deryaya nerm e ku tê piyê peravê yê pêxas radimûse. Lê nivîs bi xwe, bi/bo min mî’marî ye ku qesra wê bi peyvên ji xwe datînim. Helbet huner bi xwe îş û şixulê xudresteyan e ne yê xudbînan, ku wekî pirsê, risteyên baş jî zû bi zû bi dest va nayên. Ew ên hişyar in ku hibra nivîsa xwe ji pêsîra hafizeya xwe dimijin. Nivîsa hunerî parçeyê bedena mirov e ku ji ruhê xwe pifî wê bedena nû dikî. Di nava nivîsê da pê dihesim ku ew peyv û deng û hûr-mûrê zimên, mîna herriya di nava destê Xwedayekî da têne strandin ku hebûneke dîtir biafirîne, hebûneke ku Xweda jî ji bûyîna wê dikeve şik û şubheke bi kelecan. Helbet berî wê divêt meriv bibe xwendeyê ruhê peyvan, yanî axwend, ew peyayê ku zimanê xwe vedijene. Vêga tevî navê Cayetano Alcino del Espírito Santo Delaura y Escudero bi kurtasî Keşe Delaura ku qehremanê xwende yê Marquez ku di Yê Eşqê û Cinên Din da behs dike, bavê kalikê min Mele Evrehmanê Axwend hate bîra min, tevî nasîna wî ya bi ew zimanên li derdorê, bi katib û qazî û multezîmên wê dewrê. Ciyê balpêdanê ye; di wê pirtûka Marquez da, Cayetano Delaura ji bo metran kitêb dixwend, Alberto Manguel jî ji bo Borges xwendibû ku qal û behsên honakî yên Marquez lap dişibine ew behsên Manguel di Bajarê Peyvan da. Îcar, ziman e rasttirîn û tekane reha me ya hebûnê. Bi gotina Alberto Manguel, ku ew behsa Alfred Doblin dike di babeta nivîs û ziman da, dibêje, ziman, yanî bi peyv û hikayetan, kirineke ruhpêdaanîna rastiyê ye. [8] Her wisa mirov di ziman da dizê û di ziman da dimire. Yanî ev hemû xetên han ew in ku em bi zimanê xwe wana bibêjin.
Ş.— Wekî li jor navê Paul Valéry hat, em bi duaya Monsieur Teste tewaw biken: Ya Rebbî, hîçek bûm di hîçtiyê da, tunebûneke bêdawî di xeybê da, wisa sikût. Hatime hişyarkirin ji wê rewşê bo bême avêtin nava vê karnavala ecêb… Bi înayet û qudreta te ew şiyana pêwîst keremî min bû ku bo êşkişandin, zewqgirtin, fehmkirin û xelitînê; ev lutfên neyeksan.[9]
Not:
* Ev hevpeyvîn di sibeyeke zû da, di nava du saetên nîv-xew û nav-nivînan da, di nava herikîneke chaotic da veguherî şiklekî karnavalî; bi du dengên hundirîn wekî nîv-honak (fiction) hate sêwirandin û paşê wekî peyker nivîs derkete ser rûpelê. (Nota nivîskar). 23.11.2023.
[1] Paul Valéry, Monsieur Teste, r. 40. Werger: Ayberk Erkay, Weşanên Everest, 2016.
[2] André Breton, Mad Love (Eşqa Şeydayî, L’Amour fou, Editions Gallimard, 1937), Werger: Mary Ann Caws, Weşan: University of Nebraska Press, Lincoln and London, 1988.
Di her du berhemên li jorê da jî, yanî him Valéry û him jî Breton xwe berdane kûrahî û efsûniya arezûya hebûnê di rûdana evînê da:
“Li rex min kanîyeke zelal li wê dera ku arezûya min bûyîneke teze dest dixe, li kanîyê birq vedide û tê tîbûna xwe dişikêne, ji bo wê arezûya ku hê pêk nehatiye- jor da bi hev ra çûyîna şiverêya winda bi zartîya jidestçûyî, li gel bayê, bêhn û buxza wê jina nedîtî, ew jina ku tê nava mêrgan.” André Breton, Mad Love/Eşqa Şeydayî, r. 49. Wergera vê pasajê ji îngilîzî: Rizgar Elegez.
[3] Pierre Bourdieu, Bekârlar Balosu (Baloya Ezeban, Le bal dest célibataires, 2002), r.94-95.
Werger: Çağrı Eroğlu, Weşanên Dost Kitabevi, 2009.
[4] Gabriel García Márquez, Aşk Ve Öbür Cinler (Yê Eşqê û Cinên Din, Del amor y otros demonios, Of Love and Other Demons), r.122. Werger: İnci Kut, Weşanên Can, 2017.
[5] Amin Maolouf, Fransız Akademisi’ne Kabul Konuşması, (Axaftina Pejirandinê li Akademiya Fransî), Werger: Orçun Türkay, Weşanên Yapı Kredi Yayınları, 2017.
[6] Ehlam Mensûr, Hawar, (vegotin), ji soranî: Rizgar Elegez, Weşanên Avestayê, 2022.
[7] Annie Ernaux der barê xwendinê da qise dike:
[8] Alberto Manguel, Kelimeler Şehri (Bajarê Peyvan, City of Words),r. 18. Ceribîn, Werger: Esen Ezgi Taşçıoğlu, Weşanên Yapı Kredi Yayınları, 2016.
[9] Paul Valéry, Monsieur Teste, r. 35. Werger: Jackson Mathews, Weşanên Princeton University Press, 1974.