Bi rutîna royê li xeberan dinêrim, ka çi heye çi tuneye, hedîse û hewadîs çi ne, ne çi ne li dinê.
Dibînim, dixwînim ku Makbule Çimen, xanima Nesimi Çimen rehmetî bûye.
Nesimi Çimen, sala 1993yan li Sêwasê dema dîndarên radîkal ar berdane Otela Madımakê, tevî 34 hevalên xwe canê xwe ji dest daye.
Wê çaxê, Makbule Çimen jî li wê otelê bûye; ji şewata mezin, bi birînan sax filitiye.
Li fotografeka Nesimi Çimen û Makbule Çimen dinêrim, ‘‘çi fotografeka xwîngerm e, samîmî ye’’ dibêjim û pê re kilamên Nesimi Çimen têne bîra min.
Yeka bi Tirkî bi dengê Delîla, Şifa İstemem Balından, yeka din ya bi Tirkî iı dengê Petra Nachtmanova, Bağışla Beni û yeka bi Kurmancî bi dengê wî, Heval Heval.
Însan dimire, dimire însan, dimînin kilamên sewdaser; ew kilamên ku xwe ji dilê şewitî dane der.
Omer Faruk Baran
*Fotograf ji hesabê Xê yê Madımak Katliamı Hafıza Merkezi hatiye girtin.