Qazana Helandinê yan Kasika Zelateyê: Gelo Kurd Dikarin Bibin Welatiyên Cîhanê?

Pêşniyazkirina welatîbûna cîhanê ji bo Kurdan tenê mirin û helan e. Îro tişta divê bê pêşniyazkirin ne ûtopyayên gerdûnî ne, daxwaza venasîna Kurdan e. Venasîna neteweyekê ji aliyê saziyên fermî yên navneteweyî ve rê li ber bihîstina dengê wan vedike. Ev deng jî rê li ber bicihanîna daxwaz û pêdiviyên wan vedike.

***

Van rojan minaqeşeyên mezin li ser axaftina xwedêgiravî hin berdevkên Kurdan li Parlementoya Ewropayê derketin. Di vê axaftinê de mealen dihat gotin ku Kurdan dest ji fikra cudabûnê ji neteweyên serdestên xwe berdane û rêyeka sêyemîn hilbijartine. Ev rê jî welatîtiya cîhanê ye. Pêşniyaza welatîtiya cîhanê jî li ser wê tezê dihat kirin ku çimkî Kurd li her derê cîhanê belav bûne û ne hewceyê venasîneke cuda ne. Di vê nivîsarê de ez ê hewl bidim gotûbêj bikim ka di roja îro de welatîtiya cîhanê ji bo Kurdan tê çi wateyê.

Fikra welatîbûna cîhanê an jî welatîbûna gerdûnê li ser wê esasê ye ku civak û takekes dest ji girêdanên xwe yên etnîkî, olî, mezhebî hwd. berdidin û aîdîyeteka cîhanî werdigirin. Vê aîdîyetê li ser aîdîyetên şexsî, civakî û herêmî re digirin. Berpirsyarî û nirxên hevpar yên hemî mirovên li ser rûyê erdê dibin berpirsiyarî û nirxên şexsî.

Di teorîyê de welatîbûna gerdûnî hemî mirovan yeksan dibîne û ev boçûneke dadperwerane ye. Cihêrengiyê nas dike û rêzê li çand, kevneşopî û perspektîfên cuda digire. Ji bo hemî kesan, çi netewe, dîn an kom be, doza parastina mafên mirovan dike. Bi awayekî aktîf bala xwe dide ser pirsgirêkên hevpar yên cîhanê yên wek parastina hawirdorê, xizanî û edaleta civakî. Ji her kesî re daxwaza afirandina cîhaneka xweş û adil dike.

Di pratîkê de, lêbelê, mesele ne hinde sade ye. Gelek rexne li vê fikrê tên girtin ku esasen fikrek asîmîlasyonîst e û dibe ku bêedaletiyê zêdetir bike. Çimkî di bin sîwana cîhanîbûnê de rengên cuda dikarin ji nav biçin û civakeka homojen pêk bê. Bedelê vê homojenbûnê jî piranî kêmîne an jî komên bindest didin. Ew bi ser civaka serdest ve diçin.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Fikra welatîtiya cîhanê heta dereceyekê li welatên rojavayê yên wek Amerîka û Ewropayê hatine ceribandin. Koçberiya mirovên cuda bo van welatan, fikir û şêwazên nû yên pêkvejiyanê derêxistine holê. Bi awayekî giştî em dikarin behsa du awayên pêkvejiyana kesên cihêreng bikin: Yek ji wan wek qazana helandinê an jî qazana lehîmê (melting pot) tê binavkirin; ya dî jî wek kasika zelateyê (salad bowl) tê binavkirin.

Metafora qazana helandinê ji fikra helandina du metalên cuda (wek lehîm) di yek qazanê de û pêkanîna metalek nû tê. Bo nimûne hesin û karbon pêkve tên helandin û dibin pola. Di vê fikrê de herdu pêkhate jî dest ji taybetmendiyên xwe berdidin û dibin tişteka nû. Di teoriyê de ev ne wek asîmîlasyona yekalî ye ku hemî pêkhate şeklê civaka serdest digirin. Ev fikreka dualî ye û hemî pêkhateyên civakê dest ji xwe berdidin û dibin tişteka nû. Bingeha vê fikrê di salên 1870yan de li Amerîkayê hatiye danîn. Wexta koçberên cuda hatîn Amerîkayê fikra çêkirina neteweyeka nû wek ‘Amerîkî’ derket meydanê. Bo nimûne bi zewaca kesên ji neteweyên cuda û tevlihevkirina çandên curbecur civateka nû çêbû. Her çiqas ev fikir ta radeyekê bi ser ketibe jî, civakên cuda dîsa jî li ber xwe dan û nexwestin bihelin.

Wek alternatîfeka vê fikrê, fikra kasika zelateyê derket. Ev fikir, berovajiyê helandina rengên cuda, pêkvejiyana rengên cuda dike armanc. Ev şêwaz jî li welatên wek Kanada û Ewropayê ta radeyekê hatiye bicihkirin. Di vê fikrê de rengên cuda dest ji xwe bernadin, her kes bi rengê xwe dibe parçeyek ji wêneyê mezin, civakeka cihêreng. Ji ber ku fikra asîmîlasyonê di vî formê jiyanê de kêmtir e, ji aliyê civakên cuda ve zêdetir tê pejirandin. Heta ku Amerîka jî îro ji fikra qazana helandinê zêdetir nêzîkî vê fikra kasika zelateyê ye.

Erê gelo çi kêşe hene Kurd bikevin qazana helandinê an jî kasika zelateyê? Di van herdu formên pêkvejiyanê de jî tişteka esasî heye, ew jî reng e. Yanî yan rengên cuda di nav hev de dihelin û rengekî nû pêk tînin, yan jî rengên cuda wek xwe dimînin û formeka rengorengo pêk tînin. Lê her çawa be divê rengekî te hebe. Mesela esasî ya Kurdan îro venasîna wan weke rengekî ye. Yanî Kurd wek rengekî nehatine qebûlkirin heta bikarin bikevin nêv lehîmekê de û metalekî nû çêkin, an jî bikevin nav kasikeka zelateyê û tamek/rengek nû bidinê. Bi halê xwe yê nehatî naskirin Kurd bikevin qazana lehîmê dê bibin hewc û bifirin, bikevin kasika zelateyê jî dê bibin av û li ber biçin. Yanî beriya em behsa welatîtiya cîhanê bikin, divê em pêşiyê xwe wek rengekê li dinyayê bidin qebûlkirin.

Wateya vê qebûlkirinê helbet venasînek fermî ji aliyê dezgehên navneteweyî ve ye. Heger Kurd wek neteweyek cuda, bi ziman û çand û xaka xwe neyê venasîn, bi welatîtiya cîhanê tenê dê bihelin. Çimkî heger tu neyê naskirin, ne qenc ne xirab ti hesab ji te re nayên kirin. Daxwaz û pêdiviyên te jî dê bên piştguhkirin.

Ez ê mînakekê bidim ka wexta venasîn nebe çi dibe. Van rojan, wêneyekî li ser medyaya civakî bala min kêşa. Di vî wêneyî de çend zarokên (texmînen) ji neteweyên cuda di sinifekê de rûniştîbûn. Li ser vî wêneyî bi tirkî holê hatîbû nivîsîn: “Di wextê me de neteweperestî tunebû. Me nedipirsî gelo tu Tirk î, Kurd î, Çerkez î an çi kes î. Ji bo me her kes însan bû.” Yanî, mîna welatîtiya cîhanê, li gor xwe, digot em bi heman awayî li her kesî dinêrin û em cudakariyê nakin. Lê gelo kêşeyek di vê rewşê de nîne? 

Bi dîtina ewilî mirov vê boçûnê gelek dadperwerane dibîne. Her kes yeksan e. Her kes mirov e. Ferq û cudahî nîne. Lê wexta mirov piçeka dî vedikole mirov dibîne ku wêneyê esasî ne dadperwerane ye. Di vî wêneyî de her kes bi rengê xwe qedrî nabîne. Ji her kesî tê xwestin ku bibe yek reng. Ew reng jî rengê serdestan e. Yanî ferqa kesk û zer û spî nake, hemî sor in. Mafê hemî rengan heye sor be. Û madem miemeleya sorî li hemî rengan tê kirin edalet pêk hatiye, nexwe her tişt li gor daxwaz û pêdiviyên sorî bê dîzaynkirin jî mesele nîne. Heger rengê sor Misilman be tu tenê mizgeftan ava bikî û ji fileh û cihû û hîndûyan bixwazî îbadetên xwe li mizgeftê bikin mesele nîne. Heger rengê sor zimanê Tirkî be tu ji Kurd û Ereb û Ermenan bixwazî bi Tirkî biaxivin mesele nîne. Tu tenê mizgeftan vekî fileh îbadeta xwe nake. Tu bi tenê zimanê Tirkî bikî fermî, Kurd naaxive. Li vê derê edalet tenê bi venasîna rengên cuda û dabînkirina derfetan ji bo daxwaz û pêdiviyên rengên cuda dikare pêk bê.

Bi kurtasî, bêyî venasînê, pêşniyazkirina welatîbûna cîhanê ji bo Kurdan tenê mirin û helan e. Îro tişta divê bê pêşniyazkirin ne ûtopyayên gerdûnî ne, daxwaza venasîna Kurdan e. Venasîna neteweyekê ji aliyê saziyên fermî yên navneteweyî ve rê li ber bihîstina dengê wan vedike. Ev deng jî rê li ber bicihanîna daxwaz û pêdiviyên wan vedike. Piştî em hatin naskirin em dikarin biryarê bidin gelo em dixwazin bibin bizmarek û bikevin qazaneka lehîmê an jî bibin bacanek û bikevin kasikeka zelateyê.

Çavkanî

‘Dominant Ethnie,’ ‘Melting Pot,’ ‘Assimilation,’ ‘Nation-Building,’ The Companion Guide to Nationalism (London: Transaction Publishers), 2000, pp. 12-13, 51-3, 177-8, 208-9.

Nivîskar/rojnameger
Tevfik Bayram
Dr. Tevfik Bayram, li Zanîngeha Montrealê (Kanada) li ser saxlemiya civakî doktorayê dike. Li Şirnexê hatiye dinê û xwendina xwe ya seretayî û nêvê li Şirnexê qedandiye. Paşê beşa bijîşkiyê û pisporiya saxlemiya civakî li Stembolê li zanîngeha Marmarayê qedandiye. Mastera xwe li ser saxlemiya civakî li Îsraîlê li zanîngeha Îbranî ya Orşelîmê kiriye. Teza xwe ya masterê li ser newekheviyên tenduristiyê di nêvbera cihûyên ortodoks, cihûyên sekûler û Ereban de nivîsiye, û teza xwe ya pisporiyê jî li ser xizmetên saxlemiyê yên jibo koçberan li Swîsreyê nivîsiye. Wî herwiha lêkolîn li ser Kurdên Tirkî nezanin jî kiriye ka çawa xwe digihînin xizmetên saxlemiyê. Lêkolînên wî li gelek kovarên zanistî yên sereke li cîhanê hatîne weşandin û li gelek kongreyan hatîne pêşkêşkirin. Wî di asta nêvneteweyî de gelek bûrs û xelat wergirtîne. Yek ji xebatên wî ko li ser zarokên xwîn dirije ser mejiyê wan bû 2019ê ji aliyê komeleya neştergerên mejî ve xelata lêkolîna salê ya herî baş li Tirkiyê standiye. Sala 2023yê jî li Kanadayê xelata Vanierê standiye ku bilindtirîn bûrsa hikûmeta Kanadayê ye. Ew bi gelemperî li ser saxlemiya civakên bindest dixebite û 5 zimanan dizane (Kurdî, Ingilîzî, Fransî, Tirkî, Farsî).