Li Amedê îro di nava kolanên Surê da qerebalixîyek hebû.
Her ku em ber bi Dêra Sûrp Giragos a Ermenan ve çûn ew qerebalixî zêdetir bûn.
Bi mûnasebeta Cejna Pasqalyayê ku ji bo xirîstîyanan cejneke pîroz e li Dêra Sûrp Giragosê ya xwedî dîrokek 800 salî ye merasîmek hebû.
Li Dêra ku di pevçûnên 2015an da zerer lê çêbibû ji wê rojê ve, li vir cejin nedihat pîroz kirin.
Piştî 8 salan îro cardin ji baxçeyên dêrê bêhna kulîçeyên paskalyayê dihat.
Baxçe qerebalix e. Him ji derveyî welêt him jî ji nava welêt gelek kes hatine.
Di ketina bavçeyê da li ser maseyek hêkên bi rengo rengo boyaxkirî û çorekên paskalyayê me pêşwazî dikin.
Li dêrê amadekariyên cejnê berîya çend rojan dest pêkiriye.
Jina bi navê Sîrûn jî dîyar dike ku ew ji wekî mislimanan berîya Cejna Paskalyayê 50 rojan rojîyê digrin.
Di roja cejnê da jî rojî bi dawî dibe û hêkên rengîn û kulîçeyên tên çêkirin, li xelkê têne belav kirin.
Ez gelek kêfxweş im ku îro em cejnê li dêrê pîroz dikin. Dema em bi cemaata xwe ra tên gel hev em gelek hêstîyar dibin.
Sîrûn
“Bi darê zorê kalikê min kirine misliman”
Kina Ohanyan yek ji wan jinan e ku di amadekariyên cejnê de cîh girtîye.
Ew bi xwe xelkê Sasonê ye lê li Amedê mezin bûye. Di kena li ser rûyê wê da jî dide xuyakirin,ew gelekî kêfxweş e ku îro Cejna Paskalyayê pîroz dikin.
“Ez ji Sasonê me. Kalikê min dema17 salî bûye bi zorê kirine misilman . Navê wî Çuçan bû, kirine Ebdurrahman. Bavê min misilman bû, lê piştî ku ez reşît bûm, min him ola xwe û him jî nasnameya xwe guhert.
Kina Ohanyan
“Ez misliman im lê berîya her tiştî ez însan im”
Di nava kesên hatina dêrê de ne tenê xiristîyan her wiha kesên misliman jî hebûn.
Şevket Akdemîr ji wan yek e. Bo merasîmê ji Wanê hatiye.
“Erê em wekî misliman hatinê dinê lê berîya her tiştî em însan in. Divê em vê jibîr nekin. Divê em li hemberî her olî û her fikrî rêzê bigrin. Hevalekî ji min ra behsa merasîmê kiribû ez jî bi miraq hatim. Lê ji bo bêxurmetî li ola wan nekim ez nizanim ku çawa tevbigerim.”
Şevket Akdemîr
Ji aliyê xirîstiyanan ve tê bawer kirin ku Hezretê Îsa piştî bi çarmixê ve hatiye hilawêstin sê roj ser derbas bûye û ber bi asîmanê ve bilind bûye.
Ev roj jî li ser vê bûyerê tê pîroz kirin.
Yekşema pêşiyê ya piştî ku di 21ê Adarê da heyva çardeşevî tê dîtin weke roja Paskalyayê tê qebûlkirin.
Ji ber vê sedemê digel dîroka Cejna Paskalyayê diguhere jî, bi giştî yekşema duyem a meha Nîsanê ev cejn tê pîrozkirin.