Piştî 100 salan dijî Peymana Lozanê doz hat vekirin

13/07/2023
Wêne/ Parêzerên Konfederasyona Dîasporaya Kurd /Hişyar Özalp û Rıdvan Dalmış

Piştî 100 salan cara yekem e dijî Peymana Lozanê doz hat vekirin, ku ev peyman wekî peymana damezrîner a Tirkîyeyê tê qebûlkirin.

Ev yek di dîroka Komara Tirkîyeyê da yekem care ku pêk tê.

2 parêzerên kurd Hişyar Özalp û Rıdvan Dalmışî li ser navê Konfedarasyona Kurdên Dîasporayê (DIAKURD) bo betalkirina Peymana Lozanê dijî Tirkîyeyê doz vekirin.

Serlêdana dozê di sedsalîya Peymana Lozanê da hat kirin. Parêzerên kurd bi vê serlêdanê daxwaz dikin ku kurd bi xwe çarenîvîsa we diyar bikin.

Peymana Lozanê berîya sed salan bêyî îrdade û destûra kurdan hatiye îmzekirin. Bi vê peymanê kurd jî wekî axa xwe di nava 4 parçeyan da hatine derbederkirin. Tu kes ji mafê xwe zêdetir nikare tiştekî bixwaze. Ji bo ku binpêkirin, zext û asîmîlasyon bi dawî bibe divê kurd çarenûsa xwe bi awayekî azad bi xwe diyar bikin. Ji ber vê sedemê me serî li mehkemeya bilind da.

Parêzer Ridvan Dalmış

Parêzeran ji bo piştgirî û piştevanîyê bang li raya giştî kirin. Wan beyan kirin ku eger ji dadgehên Tirkîyeyê encamek bi dest nekeve, ew dê serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bidin.

Piştî çend rojan, 24ê Tîrmeha 2023yan, temambûna sedsala Peymana Lozanê ye. Peymana Lozanê, 24ê Tîrmeha 1923yan hate îmzekirin û Kurdistan di nav çar dewletan da hate dabeşkirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Îhtimal e jineka kurd bibe serokwezîra nû ya Hollandayê

Weşana paşê

Portreya rojnamegerekî kurd: Hafız Akdemir