Pirtûka ku min cara pêşî bi kurmancî xwendiye

Heta min ev pirtûk nedîtibû, haya min ji hebûna alfabeya kurdî ya latînî tune bû. Berî 12’ê Derbeya Leşkerî ya sala 1980’yî, li Farqînê ji xeynî çend nivîsên bi kurmancî yên li ser dîwaran min qet tiştekî bi vê alfabeyê nedîtibû û nexwendibû.

***

Di jiyanê de carinan hîkariya kes, tişt û bûyeran li mirov dibe ku heta dawiya temenê mirov jî ev yek didome. Ev hîkarî dibe ku erênî yan jî neyînî be. Di jiyan min bi xwe de hin rewşên wiha hene ku mora wan a li ser min mayînde, şopa wan xuya ye û ew ji bîra min naçin. Carinan wekî jibîrbûyî bixuyên jî, lê ew di binhiş de bi cih bûne û wan ji xwe re hêlîna xwe çêkiriye. Ha te dît ji ber sedemekê wan serê xwe li me derxist û xwe bi me dan hisandin.

Ez dê behsa rewşeke erênî bikim ku dibêjim baş e ev yek li min qewimî û vî kesî tesîreke wiha li min kir. Wek evîna ku tîra xwe ya eşqê li dilê mirov bide û çendî mirov ji ber binale û jê bigazine jî lê êşa wê êşeke xweş e. Ev kes Ehmedê Xanî û şahkara wî Mem û Zîn e. Pirtûka pêşî ya ku min bi kurmancî xwend ev bû. Helbet a bi herfên latînî, ya ku M. Emîn Bozarslan ew ji tîpên erebî wergerandibû ya latînî û li rex rûpela çepê ya bi kurmancî îcar li milê rastê jî rûpela wergera wê ya bi tirkî hebû.

Sala 1981 bû, mercên derbeya leşkerî û sepanên wê bi tundî didomiyan. Bi gotina gelêrî kesî newêrî bigota “ez misliman im.” Hevalê min ê rehmetî Kenan, ku me bi hev re dibistana seretayî û navîn xwend, lê ji ber nexweşînekê xêr ji jiyê xwe nedît û bi wê ter û ciwaniya xwe serê xwe danî ser axa sar, ev berhem anîbû dibistana navîn, lê bê ka bi çi cesaretî! Em hevalên nêz bi dizîka li dorê piçikîbûn û me bi meraq lê dinihart. Paşê min jê standibû û biribû malê û her bi min re ma. Lê piştre çi ji wê bû ez pê nizanim.

Heta min ev pirtûk nedîtibû, haya min ji hebûna alfabeya kurdî ya latînî tune bû. Berî 12’ê Derbeya Leşkerî ya sala 1980’yî, li Farqînê ji xeynî çend nivîsên bi kurmancî yên li ser dîwaran min qet tiştekî bi vê alfabeyê nedîtibû û nexwendibû. Wekî “bijî” û “Roja Welat”, ku niha ev tenê di bîra min de mane. Helbet haya min jê hebû ku bi herfên erebî berhemên bi kurmancî hene, mîna Mewlûda Kurmancî ya Melayê Bateyî û Nûbara Ehmedê Xanî. Ev jî ji ber wê yekê min dizanî, hem apê min mela bû hem jî hin hevalên me diçûn li ber destê melayan dixwendin, loma.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Carinan ji min tê pirsîn bê ev eşq û hewesa kurdî çawan bi te re çêbû? Ez li devereke polîtîk mezin bûm, ku ev yek bû sedem ez hîn zûtir bi xwe û li kîbûna xwe bihesim. Heta li Farqînê gelek mamostayên me yên wekîl (ji ber ku yên esîl tune bûn) bi xwe kurd û ji Farqînê bûn. Hin ji wan siyasî bûn, behsa kurdbûna me, rewşa kurdan ji me re dikirin. Qet ji bîra min naçe, di dersa gramera zimanê tirkî de gava behsa kêşana lêkeran a li gorî deman dihat kirin, min ew didan ber ên kurmancî. Mesela digotin “şimdiki zaman eki -yor e” (Gireya dema niha -yor e), min jî xwe dipirsî ka bi kurmancî ew çi ye. Mîna gidiyorum, okuyorum, söylüyorum (diçim, dixwînim, dibêjim), lê min pê dernedixist ku ya me jî di- ye û tê serê lêkerê.

A bi saya vê pirtûkê, bi saya Ehmedê Xanî û Mem û Zîna wî ez li zimanê xwe germ bûm, helbet bi xêra birêz M. Emîn Bozarslan jî. Ez hem hînî alfabeyê bûm hem jî hînî peyvan dibûm ku min bi wan nedizanî. Jixwe min navê ez behsa giranbûna zimanê berhemê bikim. Bi kurt û kurmancî bingeha min a xwendin û nivîsîna bi alfabeya latînî ya kurmancî ev berhem e. Jixwe piştre me karî xwe bigihînin rêziman û berhemên din ên bi kurmancî û berdewambûna li kudandina vê rêyê.

Bextekî min î çê jî ew e ku pirtûka min cara pêşî wergerand kurmancî jî dîsan li ser Mem û Zînê bû. Pirtûka hêja H. Mem a bi navê Üçüncü Öğretmen Xanî ku li ser analîzkirina berhemê û kodên ramanî yên Xanî ne, min bi navê Mamosteyê Sêyemîn Xanî wergera wê kir û di sala 2004’an de ew ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat weşandin. Bi vî awayî hem pirtûka ku min pêşî bi kurmancî xwend a Ehmedê Xanî hem jî ya cara ewilî min ew wergerand kurmancî li ser heman berhemê ya heman kesî bû. Ev jî niviştareke ango qedereke xweş e ku hate serê min.

Ev berhema Xanî, ku ew fîlozof, şair, ramanwer, mitesawif, perwewrdekar, danerê pirtûkên dersê yên bi kurmancî û hîmdarê ramana neteweyî ye, yek ji wan pirtûkan e ku ez nikarim bibêjim min xwend û xelas. Ev berhema nemir a ku ji gelek aliyan ve tim hewce pê dibînim, pirtûkeke welê ye ku tim serî lê didim û jê sûd werdigirim. Her cara ku ez wê dixwînim bi ser tiştekî din ve dibim û ji bo min çavkaniyeke tênebihur a zimanî ye jî.

Jiyan carinan tiştên wiha li mirov diqewimîne ku jixwe ew bi tehl û tirşiyên xwe, bi şîrînî û xweşiyên xwe ve mişt e. Ez bi vê rûdana hanê ya ku li min çêbûye gelek kêfxweş im û ji ber cihekî mistesna yê Ehmedê Xanî û şahesera wî Mem û Zîna wî bi min re heye jî, ez xwe bextewer dihesibînim.

Belê tişt dibin sedema çêbûna tiştên hêja û xweş jî. Berê mirov ber bi aliyekî de didin ku heta mirov sax be li darê dinyayê êdî ew ji mirov re dibin, aqil, tecrube, şîret û rênîşander.

Nivîskar/rojnameger
Zana Farqînî
Zana Farqînî
Zana Farqînî, di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, lîse û zanîngeh jî li Zanîngeha Stenbolê (beşa civaknasî) xwendine. Mastera xwe jî li ser Çand û Zimanê Kurdî li Enstîtuya Zimanên Zindî yên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê kiriye.

Ew yek ji avakarê Koma Çiya ya muzîkê ye û li gel komê jî di kaseta pêşîn a bi navê “Rozerîn” de wek stranbêj cih girtiye.

Cara pêşîn di kovara Rewşenê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de gav avêtiye nav qada weşangeriya kurdî û di vê kovarê de jî di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê di rojnameya hefteyî Welat de wek redaktor û nûçegihan xebitiye. Piştre di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye Berpirsê Karê Nivîsaran ê pêşîn û dûre jî bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê vê rojnameyê. Piştî girtina wê, îcar di derxistina Azadiya Welat cih stendiye û bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê pêşîn ê vê rojnameyê.

Ji sala 1997’an heta 2008’an çend dewran di Desteya Kargêriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye û li Enstîtuyê serokatiya Beşa Ziman jî kiriye. Devrekê jî (2011-2013) serokatiya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê kiriye. Her wiha Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e ku ji aliyê heman Enstîtuyê ve di sala 2005’an de hatiye lidarxistin.

Yek ji avakarê Weqfa Mezopotamyayê û endamê Heyeta Miteweliyan a vê weqfê ye. Di gelek kovar, rojname û mecrayên dîjîtal de bi giranî li ser zimanê kurdî di warên cur bi cur de gotar û nivîsarên wî hatine weşandin.

Berhemên wî:

Ferhenga Tirkî-Kurdî
Ferhenga Kurdî-Tirkî
Ferhenga Kurdî Tirkî – Tirkî Kurdî
Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji Aliyê Binyatî ve)
Xebatên kolektîf

Em Zimanê Kurdî Binasin
Muzîka Sarayê ya Kurdî
Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) – Tirkî
Rêbera Rastnivîsînê
Wergerên wî yên ji zimanê tirkî:
Mamosteyê Sêyemîn Xanî
Rastiyên Destana Memê Alan
Xanî û Newroz
Xanî û Memzayên Wî