Perwîn Çakar: ‘Newrozî 1979’ derket

Perwîn Çakar: ‘Newrozî 1979’ derket
Perwîn Çakar: ‘Newrozî 1979’ derket
Botan Times
  • 19 Mart 2023 08:22

Hunermenda navdar ya operayê Perwîn Çakar strana xwe ya nû ya bi navê “Newrozî 1979” weşand.

Hunermend beriya niha eşkere kiribû ku wê bi mûnasebeta Newrozê straneke amade kiriye.

Stran ji helbesta “Newrozî 1979” yê nivîskarê Kurd Abdullah Peşêw hatiye amadekirin.

NEWROZA 1979’AN

Îsal bê çiya Newroz nakim.

Bê bêhna giya Newroz nakim.

Newroz nakim

Bê rivîna sor a agir.

Newroz nakim

Ger cergebez toz raneke û

Bixwe ez nebim sergovend

Kezeba min,

Tu min sibehê zû rake.

Pir ditirsim:

Kewek, karek,

Gundek, şarek,

Çemek, çiyayek

Ji bîr bikim

Pir ditirsim:

Darek, kevirek,

Koxek, tozek,

Binegiyayek

Ji bîr bikim.

Tu min sibehê zû rake!

Dîsa mebêj,

Bila têr xew be…

Min bi çiya sond xwariye,

Ku Kurdistana xwe ya dûr,

Bi germiyan û zozanan ve,

Veguhêzime xerîbiyê – odeya xwe.

Perwîn Çakar kî ye?

Di sala 1981’ê de li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye. Di sala 1995an de li Lîseya Hunerî ya Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kiriye.

Di sala 2003yan li Zanîngehê Gazî ya Enqerê, Beşa Hunerê ya Deng xwendiye.

Di sala 2008an de ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta “heri baş” de destûrname wergirtiye.

Hunermenda Kurd Perwin Çakar di gelek pêşbazîya Operayê yên girîng de xelat wergirtine.