Partiya Saadetê: Divê Kurdî bibe yek ji zimanên fermî yên Tirkiyeyê

Tirkiye êdî ket pêvajoya hilbijiartinê. Serokomarê Tirkiyeyê  Recep Tayîp Erdogan, hefteya borî dîyar kir ku wê hilbijartin di 14ê Gulanê de çêbibe.  Partiyên li Tirkîyeyê jî ji niha de dest bi kar û xebatên xwe kirin. Dengê hilbijêrên Kurd jî wekî gelek hilbijartinan di vê hilbijartinê de jî biqiymet û stratejîk e.  Partiyên sîyasî ji […]

Partiya Saadetê: Divê Kurdî bibe yek ji zimanên fermî yên Tirkiyeyê
Partiya Saadetê: Divê Kurdî bibe yek ji zimanên fermî yên Tirkiyeyê
Gulistan Korban
  • 26 Ocak 2023 18:27

Tirkiye êdî ket pêvajoya hilbijiartinê.

Serokomarê Tirkiyeyê  Recep Tayîp Erdogan, hefteya borî dîyar kir ku wê hilbijartin di 14ê Gulanê de çêbibe. 

Partiyên li Tirkîyeyê jî ji niha de dest bi kar û xebatên xwe kirin.

Dengê hilbijêrên Kurd jî wekî gelek hilbijartinan di vê hilbijartinê de jî biqiymet û stratejîk e. 

Partiyên sîyasî ji bo Kurdan çi waat dike û dê çi bikin? Bernameyên xwe de çawa cîh didin Kurdan?

Li ser vê mijarê em ê her hefte li deriyek partiyeke siyasî ya li bajarê Amedê bidin.

Di hefteya yekem de em bûn mevanê Partiya Saadetê.

Serokê Partiya Saadetê ya bajarê Amedê Abdurahman Ergînî li ser vê mijarê bersiva pirsên Botan Timesê dide. 

“Divê di serî de di çareseriya pisgirêka Kurd de hûn samîmî bin. Ger samîmîyet tûne be ji xwe hûn bi ser nakevin. Wekî ku AKP bi ser neket. Tenê ji bo dengê partiya xwe zêde bike dest avêt vê mijarê.”

Abdurahman Ergîn

Hûn dikarin bi erebî û îngîlîzî xizmeta tendurîstî bigrin lê…

Welatiyên li vir dijîn herî zedê di warê ziman de pirsgirêk dikişînin. Mîrov dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê qiymet bibînin. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Yanî qiymet bibîne, piştre li hemû saziyên dewletê bê axaftin. Mînak hûn dikarin bi erebî û îngîlîzî xizmeta tendurîstiyê bigrin lê hûn nekarin bi zimanê kurdî bigirin ev ne neheqî ye? Em ê astengiya li pêş vê tiştê rakin.

Abdurahman Ergîn

Li gor Abdurahman Erginî pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka leşkeriye û divê di zagonê de jî mafê hemwelatîbûna wek hev bi asayeki resmî bê dîyar kirin.

Erginî ani ziman ku li herêmê pirsgirêkên bêkariyê jî di asteke bilind de ye û ji bo çareseriya bêkariyê jî wê ji bo ciwanan hîn projeyên wan hebe.

Serokê Partiya Saadetê ya bajarê Amedê dîyar dike ku ew di hijartinên bê de talîbê dengê kurdan in.

Meclîsa Tirkîyeyê bi 600 kursî ye û di halê hazir de bi tenê 1 wekîlê Partîya Saadetê heye.

Partî di sala 2001an de bi pêşengiya Necmettin Erbakan hat avakirin û partiyeke rastgir e.

Ji sala 2016an vir ve serokatiya partiyê Temel Karamollaoglu dike.