Gelo, ma govend sûc e? Gelo, ma guhdarkirina stranan sûc e? Ew bajarên ku hema bibêje temamîya wan ji kurdan pêk tê, çima hişyarîyên trafîkê yên kurdî têne jêbirin? Baş e, gotina “Bijî Serok Apo” çawa dibe sûcek? Ez dê di vê nivîsa xwe da li bersivên van pirsan bigerim.
Em bûyeran bînin bîra xwe û gav bi gav pê da biçin. Ewil pêleka dijmanatîya “govend”an dest pê kir. Ciwanan li sahîlê govend gêraye û wexta wan dilîst slogana “Bijî Serok Apo” berz kirine, di nav gotinên stranê da peyva “gerîla” derbas bûye û helbet stran jî bi kurdî ye. Dema ku ev ciwan birine dadgehê, di otopêsê da strana “Ölürüm Türkiyem”* pê dane guhdarkirin. Piştî van bûyeran, bi ser dawetan da girtin, kesên di erebeyên xwe da stran guhdar dikirin hatin desteserkirin, herwiha di şahîya oxirkirina eskerekî da, bi heman sebeban ciwan hatin desteserkirin: Ji ber propagandaya terorê.
Heke Bawerîya Wezîrî hebe ma Hiqûq Xema kê ye?
Meseleya guhdarkirina stranan ya di otopêsê da, bala çend kesên ne kurd jî kêşa, Wezîrê Karûbarên Hûndirîn Ali Yerlikaya, ew kesên ku ew bûyer rexne kirine, ji wan ra got normal e û di vê çarçoveyê da “ne wisa ye wekî hûn dizanin” li hemberî wan derket û wiha got: “Dema ku ez guhdar dikim gelek hestîyar dibim. Zingezinga dilê min e. (…) Yanî, teqez ez bawer nakim ku bi talîmata dozgerî hatibe kirin ji bo ku ew kesên desteserkirî dilnexweş bibin û xemgîn bibin.
Helbet ma hiqûq xema kê ye, ya muhîm bawerîya wezîrî ye, tiştekî ji wê çendê normaltir nîne ku ew strana di dilê wî da dike zingezing bi kurdan bidin guhdarkirin. Helbet haya wezîrî ji meseleya “govend”ê jî hebû: “Xwezî bi tenê govend gêrabûna û xwezî di çarçoveya azadîyê da ya ku Ak Partîyê anîye, stran bigotana, lêbelê tiştên me bihîstine û meseleyên hatine qeydkirin û yên çûne ber destê dadgehê qet wisa xuya nakin. Heke sekn û helwesta me bo kê xwe li wir nîşan bide ka em ji kê hez dikin, pesnê kê didin û heke ew tişt sûc be em ji wê yekê ra dibêjin dewleta hiqûqî ya Komara Tirkîyeyê. Dozger jî dibêje “herin û bînin wan”
Yerlikaya dibêje “Dewleta Hiqûqî ya Komara Tirkîyeyê, yanî her tişt normal e, kesên sahîlê, yên li dawetan, yên di erebeyên xwe da, yên ku esker oxir kirine û filan û bêvan, hemî li gorî vê hatibûn desteserkirin: “Ka pesnê kê daye, ka ji kê hez kirîye”. Bi gotineka zelaltir, ji ber berzkirina slogana “Bijî Serok Apo” û ji ber ku di stranekê da peyva “gerîla” derbas bûye wan sûc kirîye.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Nivîskarê Hürriyetê Abdülkadir Selvi, di nivîseka xwe da anîye ziman ku ev hewlên “desteserkirin”ê îhtîmal e zerarê bide partîya iqtîdarê û ew ne terefgirê wan kiryaran e lêbelê wî xwe negirtibû û gotibû “helbet ev sûc in”. Baş e sûcê çi? Ma dibe ku bibe sûc ka mirov ji kê hez dike? An jî ka mirov pesnê kê dide? Helbet nabe sûc ka mirov ji kê hez dike, wisa dibe sûc ka te pesnê kê daye: Sûcê propagandaya terorê. Wekî din jî sûcê “pesindayîna sûcî û sûcdarî” heye. Ev her du cureyên sûcî, berîya 2010an û di nivîya sala 2010an da bû sebeb ku gelek kes bêne darizandin.
Encam: Dadgeha Bilind û Qanûna Bingehîn, îçtîhat derxistin derbarê slogana “Bijî Serok Apo” da ku ew ne sûc e. Sûcê “Propagandaya rêxistinên terorê” bi tenê di van şertan da mimkun bû:
Şayet, heke kiryar/gotina sûcî, zordarîya rêxistinê, tundî an jî rêbazên tehdîtwarî bêne meşrûkirin, pêsindayîn û teşwîqkirin dibû sûc.
Heke mekan, wext û şert, gotin/kiryara sûcî berbelav bike dibe sûc.
Heke kiryar (gotin û kiryarên dibin sedema sûcî) “talûkeya aşkera û nêzîk” be dibe sûc.
Hiqûq wisa dibêje, hem bi awayekî nivîskî di qanûnê da hem jî di her du cih/mercîyên jorî yên tetbîqkirinê da wisa dibêje. Lêbelê li Tirkîyeyê hiqûq, ne hunera “mercîyên hiqûqê” ye, hunera hinek hêzên din e, bo nimûne Bahçelîyê digot divê AYM bê girtin û Yerlikayayê digot hay ji xwe hebin ka hûn ji kê hez dikin. AYMya ku Bahçeli dixwest bigire, Wezîrê Karûbarên Hundirîn fiîlen binax dike.
Beşdarî TSKyê dibû an Beşdarî PKKyê dibû?
Gelo, ew ciwanên li sahîlê govend digêra û slogan diavêtin, pesnê kîjan rêbazê “zordarî, tundî an jî tehdît” dabûn û meşrû kiribûn? Eceba çi tişt belav kiribûn, rê li ber îhtîmala tevgerîna kîtleyekê vekiribûn, rê li ber kîjan talûkeya nêzîk û aşkera vekiribûn? Ê baş e ew kesên li dawetan? Wekî din, belkî jî ya herî xerîb û ecêb desteserkirinên di “şahîya oxirkirina askerî” da: Baş e, ji bo oxirkirina hevalê xwe yê esker, ew ciwanên li ber stranên kurdî govend digêra û slogan berz dikirin, gelo kîjan rêxistin û kîjan rêbazên rêxistinê “zordarî, tundî an jî tehdît” meşrû kiribûn û pesnê wan dabûn? Ew esker beşdarî TSKyê dibû, beşdarî PKKyê nedibû.
Li gorî hiqûqê ew tişt nabe lêbelê jixwe Wezîr dibêje mesele ne hiqûq e tiştekî din e: Divê we hay jê hebe ka hûn ji kê hez dikin û helbet ka hûn dê ji kîjan stranê jî hez bikin! Generalên faşîst yên 12yê Îlonê jî dema strana “Türkiyem Türkiyem cennetim”** guhdar dikir, dibû zingezinga dilê wan. Dema ku wan bi çepgir-sosyalîstan dida guhdarkirin nedifikirin ku dê pê biêşin. Lêbelê ew strana ku wan ferz dikir, di wê da mirin nebû, bihişt hebû. Ev jî nîşaneya wê çendê ye ka Tirkîye di 44 salan da çiqas bi pêş ketîye: Ma berî mirov bimire, dê çawa biçe bihiştê!
Dema ku bûyerên Govend û Stranan rû dabû, tam di wê navberê da bûyereka din jî rû da: Êrişa li ser nivîsên trafîkan.
Ewil, li Wanê, li ser nivîsa kurdî ku ji alîyê şaredarîya Wanê ve hatibû nivîsîn, kesekî “Türkiye Türk’tür Türk Kalacak”*** nivîsî. Paşî li Amedê walîtîyê emir da ku wan nivîsan jê bibin. Paşî aşkera bû ku ew emir Wezîrê Karûbarên Hundirîn daye. Heta niha daxuyanîyek ji alîyê wî ve nehatîye kirin lêbelê wisa dixuye ku îtîrazeka Ali Yerlikaya heye li ser hişyarîyên trafîkê yên kurdî ku zingezinga dilê wî bû dema strana “Ölürüm Türkiyem” guhdar dikir.
Baş e, şaredarîyan çi nivîseye li ser rêyan? “Pêşî Peya”, “Önce Yayalar”. Wezîrîya ku emrê (van jê bibin) daye, çi gotîye eceba? Eceba dibêje ew bajarên ku kurd lê zêde ne, pêşanîya peyayan nîne, dixwaze çi bibêje? Nexêr, rasterast li hemberî nivîsîna bi kurdî ya hişyarîyan derdikeve, yanî dilê wî nake zingezing. Heke hûn bibêjin, dijminatîya kurdî ye, ew dê vê bersivê bidin we “ma çawa çêbû, em weşana televîzyona kurdî (TRT Kurdî) dikin. Em dersên bijarte yên kurdî didin, di hilbijartinan da berendamên me dibêjin ‘Ser sera ser çava’”. Yanî çi? Heke kurdî bê axaftin û nivîsîn, dewlet dê binivîse, kurd nanivîsin. Heke îllehî kurd dê tiştekî bikin, bila bibe zingezinga dilê wan û bila “Ölürüm Türkiyem” guhdar bikin.
Ji Berê Heta Niha Dijminatî
Ev dijminîya zimanî çîrokeka kevn e, xwe digehîne qeydîyên meclîsê yên sala 1920an. Di Cerîdeya Zabitan a TBMMyê da, 30 XI 1336 civîna 106an (30ê Mijdara 1920an), wexta ku mebûsê Mûşê Hacı Ahmet Hamdi Bey diaxive, ewil dibêje “Heke em Kurdistanê li ber çavan bigirin” û paşî jî gazinan ji wê çendê dike ku xelk bi tirkî naaxivin. Paşî jî tîne ziman ku divê kurd wekî mebûs neyên meclîsê û dibêje “Heke ermen bê dê karek ji destê wî bê, hewceyî kurdan nake”
Ev qeydîyên dijminatîya TBMMyê, hêlîna wê dijminatîyê ye ku di temamîya dîroka komarê da rû daye. Desteserkirinên Yerlikaya yên govendan û jêbirina hişyarîyên trafîkê xwenûkirina wê dijminatîyê ye. Hamdi Bey li benda ermenîyên qirkirî bû ji bo ku bêne meclîsê, îja helbet gava kurd û zimanê wan hate tunekirin dê bêne vexwendin bo “Meclîs”ê.
Jêbirina Zimanî, Tazîkirina Bedenan
Di navbera wan her du pêlan da, meseleyeka din a muhîm jî rû da ku gelek bal nekêşa ser xwe: Jinên kurd tazî kirine û kontrol kirine. Vê bûyerê hinek taybetmendîyên xwe hene ku em baştir fahm bikin pêla ewil ya hedefgirtina stran û govendan û pêla duduyan ya kurdî.
Ewil em kurteya bûyerê bidin ka mesele çi ye: Parlementera Dem Partîyê ya Batmanê Zeynep Oduncu, li Batmanê ligel kesên di meha Tîrmehê da hatine desteserkirin, li girtîgehê ligel girtîyên kurd yên wekî Emine Kayaya 54 salî, Sare Kayaya 59 salî û Nezete Böleka 58 salî hevdîtinek pêk anî. Ev jinên kurd bi awayekî tund êşandibûn û ew dabûne şermê: Jinên kurd tazî kiribûn û kontrol û lêgerîneka wisa kiribûn ku ew kiryar li dijî makezagon û mafên mirovan bûn: Me ji xwe û halê xwe şerm kir. Dema me xwe tazî kir, me ji xwe şerm kir. Ji ber ku heta vî emrê xwe jî me tiştekî wisa nedîtibû. Min li mala xwe cilkên xwe heta enîşka xwe jî hilnedidan lêbelê mixabin îro em neçar man ku xwe tazî bikin.
Lêgerîna tazî li ser mirovan bêhiqûqîyeka mezin e, ji alîyekî ve tê înkarkirin lê ji alîyê din ve jî dixwazin fêr bikin û bielimînin. Her du bûyerên ewil “denasyonalizasyon” e, yanî kurdan ji netewebûnê dûr dixin û kurdan ji nasnameya wan dikin. Lêgerîn û kontrola tazî “dehumanizasyon” e, yanî kiryareka wisa ye mirovan ji insaniyetê dike.
* Ez gorî te bim Tirkîye
** Tirkîye, Tirkîye bihişta min Tirkîye
*** Tirkîye cihê tirkan e û dê wekî cihê tirkan bimîne
Ev nivîs ji Artı Gerçekê hatîye wergirtin û wergêra wê ji alîyê Engin Ölmez ve hatîye kirin.
- Ali Duran Topuz sala 1967an li Sîvasê ji dayik bûye. Wî li Zanîngeha Stenbolê Beşa Hiqûqê xwendiye. Ji sala 1994an vir ve, ew hem parêzerîyê dike hem jî di gelek radyo û rojnameyan de xebitiye. Wî di avakirina rojnameyên Akşam û Radikalê de cih girtiye û di Radîkalê de gerînendetîya karên nivîsê kiriye. Di Radyo Sputnik û IMCyê de pêşkêşvanî kiriye. Herweha ew di gelek kovaran de li ser hiqûq, jiyana xebatê û sîyasetê jî dinivîse û berpirsê kanala “artigerçek” ê ye. Pirtûkeke bi navê “Rû û Kûr” ji weşanên Avestayê derketiye.