I. Befr/Berf
Vê hefteya borî befir/berfa ewil ya demsalê barî şikir. Dibejin ji ber La Ninayê îsal zivistaneka dijwar e. Vêca kerem kin pênaseya Wîkî Ferhengê: berf / بهرف )m.) ava qerisî ya (ku) wek tozeka spî ji esmanan dibare, (dema ku gelek dibare, erdê spî dike; paşî dema ku hewa germ dibe, ew dihele) (WQ Ferheng)
Herwiha befr, hevreha soranî بهفر (befr), kurdîya başûrî wefr, lekî verf/ver, hewramî wewre, zazakî vewre, belûçî برپ (berp), mazenderanî ورف (verf), farisî برف (berf), tacikî барф (berf), pehlewî wefr, peştûyî واوره (wawre), avestayî vefre
II. Here here hindî tu çûyî!
“Çûyîn çi peyveka dirêj e” digot Selîm Temo. Lê dîroka çûyînê hêj dirêjtir e. Ma ne mirovahî li ser “birêveçûnê” ava bûye. Heta ma ne felsefe jî qismen “halê rewingîyê” ye felan (bnr. Meşşâîye ango peripatetizm). Ka em zêde dûr neçin ji mijarê. Gerokekî japonî yê bi navê Kimono Magician di nava 10 mehan da 7 hezar kîlometre meşîyaye û gehiştîye Geverê û dê ji ser Tirkîyeyê ra derbas bibe û heta Parîsê biçe, ku qonaxa wî ya dawîyê ye. Ma çi bêjim, oxira wî ya xêrê bît. Lê vê meşa wî straneka Harûn Elkî îna bîra min ku van rojan her spêdê di heman saetê da li ser Radyo Mezopotamyayê derdikeve pêşîya min. Ka careka din guhdarî bikim: Here, here hindî tu çûyî / Çi hebe li ser rîya ye!
III. Em ne mêr in
25 Mijdarê wekî Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Hemberî Tundîya Jinan tê pîrozkirin. Erê, hevokeka wisa ye ku hinekê rengê wergera medyaya kurdî dide, lê wisa ye. Helbet behs, behsa wê tundîyê ye ya ku pitir ji zilam û mêran tê. Vêca ji bo balkişandinê, berî bi deh danzdeh salan hin mêran însîyatîfek ava kiribû bi navê “Em ne mêr in!” Gotin û mottoyên wan ev bûn: “Heke tundîya li hemberî jinan mêranî be em ne mêr in!” “Heke destdirêjî, tundî, kuştin mêranî be, em ne mêr in”. Min li malpera wan nihêrî, herî dawî sala 2011an çalak bûnê. Niha meraqa min ew e ka gelo tundîya li hemberî jinan kêm bû yan jî hema wan ji nemêranîyê îstîfa kir.
IV. Mehdî Mutlu, em kêfxweş in!
Waar Tv di televîzyongerîya kurdî da xelekeka bêhempa ye. Bi naverokên xwe yên çandî, hunerî û gelêrî corpuseka mezin berhev dike. Weşanên wê yên li ser televîzyonê û qeydên wan ên li ser platforma Youtubê digehin ber destên bi mîlyonan kurdan. Statîstîkên temaşekirinê vê pesend dikin. Helbet ew nîşaneya karên Waarê yên serkeftî ye. Yek ji stêrkên ekrana Waar Tv’yê yê serkeftî û tevkarekî mezin ê serfirazîya kanalê Mehdî Mutlu ye. Mehdî bi terza xwe ya resen û tecrûbeya xwe ya li ser ekranê, bi dehan salên xwe dane xebatê û di encamê da beşên serkeftî derdikevin li bin banê bernameya “Mehdî Mêhvan e”. Vê dawîyê Cemîyeta Rojnamegerên Bajûrê Rojhilat xelata “Baştirîn Bernameya Kurdî ya Salê” dane bernameya wî. Pîroz bît! Wekî Huseyn Zana şiroveya xwe ya li ser X behskirî “… sedan xelat bi qurbana xebatên te bin.” Ma ne di dawîyê da, Mehdî Mutlu, em kêfxweş in!
V. Koçerên Dijîtal
Yek ji xeletîyên me mirovên vê serdema ‘modern’ ew e ku em li ser hin “jiberkirinan” zêde nafikirin, hema wekî xwe bawer dikin. Yek ji wan jî jiberkirinan ew e ku êdî mirovahî “binecih” e û “koçerî” di serdemên berê da maye. Lê ne wisa ye mîrim! Em hemû, her di nav herka heyatê da, ber bi cihekî ve diçin. Ka bifikirin, çend kes ji me ji deh salan zêdetir li malekê, li taxekê an jî li bajarekî mane. Ez jixwe qet behsa koçberî û penaberîyên komî nakim ku her sal piştî trajedîyên wekî şer an jî bobelatên xwezayî pêk tên. Vêca mefhûmeka din heye ku van deh salên dawîyê, bi taybetî jî bi berbevabûna înternetê ketîye rojevê. Koçerîya dijital an jî koçerên dijital. Şêweyên xebat û jîyanê yên nû û bêyî zeman û mekan, yên girêdayî înternetê. An jî em bibêjin koletîya dijîtal!
VI. Kurdîzan – Kirmanckî (Zazakî)
Li ser me kurmancan, nexasma kurmancên xwende ferzek e zazakî. Aha bo me derfetek. Yek ji xebatên Weqfa Mezopotamyayê, seta hînkirina kurdî ya Kurdîzanê, ku berê sala 2022yan bi navê Kurdîzan-Kurmancî hatibû weşandin, êdî bi Kirmanckî jî berdest e. Bila êdî hêceta kesê nemîne!
VII. Nexweşî
Milet nexweş e, Xwedê hifza me jê biket!