Ew taybetmendiya bajarvaniyê ku encama mêtingeriyê ye, bandoreke mezin li ser awayê kurdbûna kurdan kiriye û hêj jî hukmê xwe îcra dike. Awayê rewşenbiriya me, rewşa hûner û edebiyata me, têkiliyên naxweyî yên civaka me, bi modernbûna kolonyal a bajarên me ve têkîldar in. Dewletên serdestan bi tu awayî naxwazin ew bajar careke din bikevin destê kurdan. Ew du sed sal in şerek li ser bajaran heye. Gelo em çiqas ji wî şerî haydar in û ji bo ku em heqê wî şerî bidin çi dikin gelo?
***
Piraniya alim û şairên kurdî yên sedsalên 16-17an xwe bi bajaran nisbet dikir: Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyranê Miksê, Mele Musayê Hêkarî, Mela Miradxanê Bazidî. Ji sedsala 19an şûnda nisbeta alim û şairan bêtir bi gundan ve tên girêdan: Şêx Ebdurehmanê Aqtepî , Mela Ebdurehmanê Melakendî, Mela Yehyayê Ferhendî, Mela Îbrahîmê Çoqreşî, Şêx Evdilhekîmê Dêrşewî. Gelo çima navenda afirineriya ilm û edeba kurdan di nav du-sê sed salan de guheriye, ji bajaran çûye gundan û wê guherînê bandoreke çawa li ser ilm û edebê kiriye?
Sala 1847an wan guherînan dest pê kir ku Kurdistan wekî eyaleteke îdarî bi dewleta Osmaniyan ve hate girêdan. Bajarên di bin hukumraniya mîrektiya kurdan da, bi rûxandina wan, bi awayekî fermî bûne vîlayetên Osmaniyan. Dewletê, bi lez û bez, ewilî mekteb û hemû şaxên saziyên îdarî li bajarên kurdan avakirin. Hemû nifus kir hemwelatiyên Osmaniyan, eşraf û arîstokratên niştecih ên mixalif yan bi dar ve kirin yan jî sirgun kirin, yên mayin jî ji xwe re kirin paşa û memur. Bi wî awayî, armanc ew bû ku hem sedeqata însanan hem jî nasname û çanda wan biguherîne.
Gava serdestî li bajaran guherî û rengekî tirkî li xwe kir, kurd û kurdbûnê xwe vekişande yan serê çiyayan yan çol û beyaran. Helbet yên ku li bajaran mabûn, hin ji wan ji aliyê hissiyat an hassiyetê ve kurd bin jî, êdî nikarin bi awayê gelemperî û bi kurdî kurdbûna xwe înşa û îfade bikin. Ji ber ku herçiqas kurd bin jî êdî hemwelatiyên dewletê bûn ku dewletê hebûna dîrok, ziman û nasnameya wan nas nedikir û bi ser de jî qedexe dikir.
Piraniya teorîsyenan pêkhatina modernbûnê bi avabûna bajarên modern ve girê didin. Marshall Berman di kitêba xwe ya Hemû Tiştên Hişk Dibin Hilmê de, ji Parisê heta Petersburgê dikeve kolanên bajaran. Berman li şopên modernbûyinê digere di nav rûpelan şair û nivîskaran de, li ser tûvalên nîgarkêş û şikl û şewazên avahî û meydanan [1]. Merivên modern, tevî çand û ramanên xwe li nav zeviyên bajaran şax dabûn.
Tirk, faris û ereban jî di serdema modernbûnê de paytextên xwe wekî navendên modernbûnê ava kirin. Stenbol, Qahîre, Şam û Tehranê dinyayeke nû afirandibûn bi mîmarî, têkiliyên îqtîsadî û bazirganî, bi tebeqa û çînên ku her yek ji wan nûnerên jiyan û fikrên nûbûn, bi rewşenbîr û hunermendên nû ku dixwestîn nîgarkêşên jiyana modern bibin [2].
Bi piştgiriya dewletê ew bajar bûbûn cihên ronesansa miletên wekî ereb, fars û tirk. Bi zanîngehên mezin, bi saziyên çand û hûnerî, vexwendin û hewandina hûnermend û edîp û zanyarên miletên din, wan bajarên wekî cihên cazîbeyê înşa kirin.
Tam di vê keliyê de bajarên wekî Cîzîr, Amed, Silîva, Muks, Hêkarî, Bedlîs, Wan, Erdelan, Amediye, Urmiye, Kirmanşah di bin desthilatdariya wan dewletan de mane. Her yek ji wan ku heta wê demê navenda çand û hunera kurdan bûn, wan bajaran wesfên xwe hêdî hêdî wenda kirin. Bi destê deshilatdariya nû çanda bajarvaniya kurdeyatiyê xalî dibûn.
Gava min xebata xwe li ser medreseya kurdan amede dikir, min dît ku ew medreseyên ji aliyên mîrektiyan ve li bajaran tevî kitêbxaneyên mezin hatin avakirin, ji ber tunebûna hîmayeyê bûne kavil. Ew ilm û edeba bajarî bê pal û pişt ma û zeîf ketin ku kozmopolît û pirzimanî bû. Kurdî jî her ku diçû bi berhemên hêja cihê xwe bilind dikir.
Zana, edîb û şêxên dixwestin rengê kurdewariya xwe biparezin, nedikarîn li bajarên nû sitar bibin û xwe vekêşane ser çiyayan û gundên dûr. Rengê kurdbûnê bivê nevê kiras guherî. Di wextekî kin de, du çandên cuda li nav kurdan peyda bûn. Li bajaran, ewil bi destê mektebên modern çandeke nû peyda bû ku zimanê wan tirkî bû. Yên ku li wan mekteban perwerde dibûn fikr û ramanên wan li gor hindê têşe digirtin û paşî jî dibûn memurên dewletê. Gava ji bo nan dibûn bendeyên deriyên dewletê, bivênevê sedeqata wan jî diguherî. Ne ji dil be jî, ji ber neçarî. Li aliyê din kurdbûneke bêsazî û piştevanî, xeyrîmeşrû û bêqanûn, li şikeftan û çol û beyaran şax dida.
Her du cureyên kurdbûnê, her ku diçû ji hev dûr diketin. Lewra her hewldaneke ku wana bîne ba hev, her ku diçû zehmettir dibû. Di nav deshilatdarên dewletê û nav kurdan de, kesên ku berjewendiyên wan ji wê sîstema nû hebûn, bi awayekî tund li hemberî wan hewldanan derdiketin.
Ew taybetmendiya bajarvaniyê ku encama mêtingeriyê ye, bandoreke mezin li ser awayê kurdbûna kurdan kiriye û hêj jî hukmê xwe îcra dike. Awayê rewşenbiriya me, rewşa hûner û edebiyata me, têkiliyên naxweyî yên civaka me, bi modernbûna kolonyal a bajarên me ve têkîldar in.
Dewletên serdestan bi tu awayî naxwazin ew bajar careke din bikevin destê kurdan. Ew du sed sal in şerek li ser bajaran heye. Gelo em çiqas ji wî şerî haydar in û ji bo ku em heqê wî şerî bidin çi dikin gelo?
Jêrenot
[1] Marshall Berman, All That Solid Melts into Air, Penguien, 1988. Ew kitêb ji aliyê weşanxaneya İletişim bi tirkî hatiye çap kirin.
[2] Referans didim xebata Baudelaire a Wênekeşê Jiyana Modern, bnr. Charles Baudelaire, Modern Hayatın Ressamı, İletişim, 2021.