li dawet û dîlanê
vexwe çaya Seylanê!
tasek av û Aspirin
namîne êş û birîn!
cixara me soro-moro
em dikşînin Marlboro!
kî hat?
Mendo hat
bi çi hat?
bi Fiat
Ew reklamên tehmteze yên ku meri îro ro jî kane bê tirs û qêxe bişixulîne sala 1991an bi qelema mîzahşor Mehmûd Lewendî di Kovara Armancê da derketine. Mîzahşor Mehmûd Lewendî di wê nivîsa xwe da dide zanîn ku ewê bi hevalekî xwe ra şîrketeka reklaman çêke û navê wê şîrketê jî bike Tendûr.

Li ser sebeba bijartina navê ‘’Tendûr’’ê, Mehmûd Lewendî bi tehn û tinaz dibêje ‘’Her tiştê ku em nuh ava dikin, divê ku li ser bingeha urf û adetên me be. Di nav miletê me de jî cara pêşî reklama belaş li ber tendûrê hatiye kirin. Mesela, li gundan wexta ku jin diçin ber tendûrê, hem nanê xwe dipêjin, hem jî behsa gundîyên xwe dikin. Reklama kurê filankes dikin, pesnê keça filankes didin.’’
Mehmûd Lewendî bi nivîsên bi vî rengî ji salên 1980î heta serê salên 2000î quncikên qerfê yên kovar û rojnameyan dagirtine. Bo em meseleya destpêka mîzaha wî û dûrketina wî ji wê mizahê ho bibin, berî ew ji Dîyarbekir ber bi Stockholmê bi rê keve, me xwe di ser xatiran ra gihandê û di wexteke pir teng da çend pirsên meraq dane ser meraqan jê pirsîn.

Li ser destpêka kar û kovarên mîzahî, Mahmûd Lewendî dibêje wî sala 1985an bi kovara Mîrkutê dest bi vî îşî kiriye. Mîrkut ya ku adresa wê Stockholm bûye wê çaxê bi destekên fînansal ên kesên mîna Malmîsanij û Mihemed Emîn Bozarslan li çapxaneya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hatiye çapkirin. Çi mîzaheka malmîrat. Mîzah ku hêza xwe ji Dîyarbekir girtiye, li Parîsê çap bûye û li Stockholmê hatiye belakirin.

Mîzahşorê dewra xwe Mahmûd Lewendî dibêje derdora wî wan salan li ser tradîsyoneka çep û sosyalîst bûye ku wî henekên xwe bi sloganên sîyasî jî kiriye û bi beyaneka burjuvazîyê gotiye ‘’bimre nan û pîvaz, bijî goşt û birinc.’’ Mahmûd Lewendî dide zanîn ku wî ji Mahmud Baksi heta Mehmed Uzun, heta Şivan Perwer bêyî ku wan rencîde bike ser gelek navdaran şorên mîzahî li hev anîne û gotinê tîne ber meseleya meşhûr a ser Kurdbûna Elvis Presley.

Salên 1980î Mahmûd Lewendî di nivîseka xwe da, li vir hîn jî îcab dike ku em bibêjin nivîseka mîzahî ye, dibêje Elvis Presley bi eslê xwe ji hêla Mêrdînê ye û îdia dike ku navê wî di rastîyê da Kêrto ye û ew Elvis jî ji straneka wî ya ser dergîstîya wî çêbûye. Li gor lêkolîna mîzahî ya Mahmûd Lewendî, Kêrto piştî şikestina serhildana Şêx Şeîd bi sirgûnîya bavê xwe ra çûye Amerîka û wî li wir bo yara xwe ya li Mêrdînê stranek çêkiriye ku têda dibêje ‘’ez li vî serî, tu l’ wî serî, wer wer wer dîlbera min, wer vî serî.’’ ‘’Ezliwîserî’’ ya stranê bûye ‘’Elwîserî’’, ew jî bûye ‘’Elwîs’’ û di dawîyê de jî ‘’Elvis’’ çêbûye.
Li gor gotina Mehmûd Lewendî, wan çaxan ew mesele di kovar û rojnameyên Îraq û Tirkîyê da derketiye, bes ne bi mîzahê, lê bi meqsedên din: Mahmûd Lewendî dibêje Rojnameya Hürriyetê ya Tirkîyê ser wê nivîsê nivîseka bi navê ‘Derewên Kurdan’ hazir kiriye, pê re jî temamê jîyana rastîn a Elvis Presley weşandiye ku wan bi xwe jî wê çaxê ewqas detay ser jîyana wî nizanibûye. Li ser pirsa ‘’Te çi hîs kir gava te ew nûçeya Hürriyetê dît?’’, Mehmûd Lewendî cewabeke wer mehnedar dide ku meseleya Kurdan û Tirkan bi trajedîyekê tarîf dike: Mahmûd Lewedî dibêje ‘’Gava min ew nivîsa Hürriyetê dît min got ‘Vana ji mîzaha me jî fehm nakin.’’

Ew nivîsên mîzahî yên Mahmûd Lewendî yên salên 1980î û salên 1990î di kitaba nav ‘’Computera Ber Dilê Min’’ da hatine komkirin. Tevî ku bi dehan sal di ser nivîsan re derbaz bûne, jiber mijar û meseleyên me yên bi qasî serê derzîyê jî pêşketin nedîne, meri dibêje qey ew nivîs duh ne pêr hatine nivîsîn. Brûsk Aryan, ku Gulana 2020an ji podcasta ‘’Li Ser Pêyan Çend Kelam’’ ser mîzaha Mehmûd Lewendî axifîye, dibêje aktuelbûna wan nivîsan bo mîzahê serketin be jî bo civakê binketin e.

Gava me ji Mahmûd Lewendî sebeba dûrketina wî ya ji mîzahê pirsî, ne zewac û zarok, ne dem û dewran, ne xurbet û xerîbî, wî nikanibû rasterast sebebek bigota. Bes bi ya me Brûsk Aryan di podcasta xwe de tespîteke rast kiriye. Jiber ku mîzahê jî tesîr li miletê me nekiriye, Mahmûd Lewendî bo nekeve tekrarê, bo xwe dubare neke bêmehne, mîzaha xwe li şûna xwe hiştiye û berê xwe daye karên din.
Îro heyfa mezin heyfa miletê me ye ku ji zû da ye di warê nivîsê da mîzahşorekî mîna Mahmûd Lewendî dernexistiye ji xwe.

Mehmûd Lewendî ku di nivîseke xwe ya sala 1994an da dibêje: ‘’Dunya çi xerîb e. Belkî jî ne dunya, lê însan çi xerîb in. Însan mehlûqatên herî bi aqil û herî bê însaf in. Heywan jî mehlûqatên herî bê aqil û bê guneh in. Ji bo heywanan xwarin hebe bes e, qîma xwe pê tînin. Ji bo însanan xwarin hebe, tiştekî din dixwazin. Tiştekî din hebe, îcar tiştekîtir dixwazin, tiştekîtir jî hebe îcar hemû tiştan dixwazin. Hemû tişt jî hebin, îcar hevûdu dikujin. Ger kesek tunebe bikujin, îcar xwe dikujin. Lê bi ya min, dîsa jî ferqa herî mezin a di navbera însan û heywanan de ew e ku însan derewan dikin, lê heywan nakin!’’
Omer Faruk Baran
Va nivîsa sala 2022yan, sala 2026an bi mudaxaleyên biçûk jinûve hatiye hazirkirin.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.