Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Kaşifê Hebûnê: Milan Kundera

31/07/2023

Yek ji taybetmendiya berçav a Kundera ew bû ku romanên xwe yên siyasî di tevneke îronî û mîzahê de dihûnandin. Bi kêfxweşî tinazên xwe bi ehmeqiya ferdî û civakî dikir. Dibêje, ehmeqî berî Flaubert jî hebû. Lê wan çaxan, mirovan ehmeqî wekî encama kêm-zanebûnê dihesibandin.

***

“Ji ber ku em carekê têne dinyayê, nabe em jiyanê bidarizînin.”

Nivîskarê navdar Mîlan Kundera 12ê Tîrmeha 2023yan jiyana xwe ji dest da û  ji vê dinyaya fanî koç kir, ev dinyaya ku demeke dirêj lê jiyabû. Ew romannûsekî mutefikir bû. Wî tu carî nexwest ku wek teorîsyen yan jî fîlozofekî bê binavkirin, lê wî her dem romanên felsefî  nivîsîn. Di jiyana xwe ya dirêj û berhemdar de gelek berhemên mayînde afirandine û di dîroka edebîyatê de cihekî wî yê berz û bala heye. Kundera, di tevahiya jiyana xwe de dijî rastiyên teqez ên îdeolojiyên totalîter şer kir. Lewra heqîqetên îdeolojîk, relatîvîzm, guman û pirsyarkirinê ji meydanê radike. Edebiyat di destê van sîstemên zalim de bûbû amûreke propagandayê. Gorî Kundera roman, li ser cîhana mirovan a nezelal û tarî hatibû avakirin, ruhê romanê ruhê tevliheviyê ye, ruhê wê tu carî bi rastiya totalîter re li hev nayê. Bi nêrîna wî: “Romannûs ne dîroknas, ne jî pêxember e: Ew kaşifê hebûnê ye.” [1] Hebûn jî helbet ne tiştekî qedîyayî û dawîlêhatî ye. Hebûn qada veafirandinê ye, di wê qadê de her tişt ji bo mirovan pêkan e û derbarê mirovahîyê de cihê her tiştî heye.

Heta sedsalan 19an roman, wekî çîrokên gihandinê yan jî yên şahî û keyfxweşiyê dihatin dîtin. Tu kesî rola lêkolîna tebî’eta mirovan nedabû romanê, kesî roman wek hunera têgihîştina mirovan nedidît. Li gorî Kundera: “Jiyana mirovan têkçûnek e. Li hemberî vê têkçûna ku jê re dibêjin jiyan, berpirsyariya me ew e ku em hewl bidin wê fêm bikin. Sedema hebûna hunera romanê jî ev e.” [2] Di sedsala 19emîn de di jiyana mirovan de guherînên mayînde pêk hatin. Dîrok ji bo her kesî bû serpêhatîyeke mimkun, saetên dîrokê li her derê bi dengekî bilind dest bi dengdanê kirin, heta di nava romanan de jî. Mirovan êdî fêm kirin ku ew hem dikare cîhana ku lê ji dayik bûye û hem jî jîyana xwe biguherîne. Her tişta ku mirov dike yan jî dikare bike bû babeta romanê, jiyana mirovên asayî jî hat nirxandin.

Kundera, di romanên xwe de her tim trajediya mirovên asayî vegêra. Edebiyata wî ne panorama serdemekî ye, ne parastina îdeolojîyekê ye ne jî ravekirina civakekê ye. Wî ew tişt nivîsîn, yên ku bi tenê romanê dikarî behs bikin. “Roman ne xizmetkarê dîroknasan e. Sedema ku dîrok bala romannivîsekî dikêşe ev e; dema ku pêlên mezin ên dîrokê rawestiyan ji mirovan çi dimîne, kîjan qadên veşartî derdikevin holê, kîjan îmkan mimkun dibin? Projektora romanê van babetan ronî dike.” [3] Gorî wî tişta ku di romanê de fikir û hizirînê pêwîst dike, jiyana karakteran e. Wî her tim xwe ji pakêtên ramanan yên ji berê de hatî hazirkirin dûr girt. Di hemû romanên xwe de tenê pirs zêde dikirin, xwînerên xwe pir dikenand, matmayî dihişt û henekên xwe bi rewşên ehmeqane yên mirovan û yên polîtîk dikir.

“Tişta komîk bêhtir zalim e; bi tundî bêwatebûna her tiştî ji me re eşkere dike”

Yek ji taybetmendiya berçav a Kundera ew bû ku romanên xwe yên siyasî di tevneke îronî û mîzahê de dihûnandin. Bi kêfxweşî tinazên xwe bi ehmeqiya ferdî û civakî dikir. Dibêje, ehmeqî berî Flaubert jî hebû. Lê wan çaxan, mirovan ehmeqî wekî encama kêm-zanebûnê dihesibandin. Civakê bawer dikir ku perwerdehî dikare vê kêmasiyê çareser bike. Lê Flaubert ehmeqî kir yek ji parçeyên esasî yên hebûna mirovan. Mîzah di romana wî de cihekî berfireh û giring digire. Roman li hemberî cidiyeta Xwedayî pêkenokek e. “Ne Homeros, ne jî Vergilius mîzah nas nedikirin, bes haya Aristo hinek ji mîzahê hebû. Lê belê mîzah keşfa mezin a fikir û ramana modern e, wateya her tiştî zêde dike.” [4]

Bi dîtina wî mîzah, ne henek, ne tinaz ne jî hîcîw bû. Bi saya mîzah, darazên olî û exlaqî têne betalkirin. Bi kurt û kurmancî gorî wî roman ji mîzahê welidiye. Li hemberî hemû tiştên qutsî û pîroz ên olî û îdeolojîk, mîzah karîgertirîn çekek e: Bi gotinên wî mîzah, birûskeke pîroz e ku mirovan bi hemû taybetmendiyên xwe ve radixe ber çavan. Di romanên Kundera de boçûn û helwestek heye ku tu fikran li ser xwîneran ferz nake, dikenîne, lê nahêle em tenê bikenin û derbas bibin, ew di nav materyalên pêkenokî de kêşe û arîşeyên kûr yên felsefî jî vedikole. Nirxên têkildarî humanîzmê jî nikarin xwe ji destên mîzah û tinazên Kundera rizgar bikin.

“Tekane sedema hebûna romanê keşifkirina wan tiştan e, ewên ku bi tenê roman dikare keşif bike”

Di romanên Kundera de bûyerên mezin û dîrokî tune ne, berevajî wê, hûrgiliyên ku ji aliyê dîrokê ve hêjayî nivîsînê nehatine dîtin, derdikevin pêş. Di romaneke xwe de li ser komkujiya kûçikan nivîsîbû, sala 1968an dema ku Rûsyayê Çekoslovakya dagir kirî. Dewleta Ûris ji bo ku hinek mirovan bêdeng bikuje hemû kûçikên li kolanan bi tevayî qir kiribûn. Di romana xwe ya Yaşam Başka Yerde (Jiyan Li Dereke Din) de ji me re qala derpêyê Jaromi dike. Mesela derpêyê Jaromi meseleyeke giring e bêguman.

Wek tê zanîn di pergala sosyalîst de ji bo her kesî cil û bergên yeknesak û yekreng dihatin çêkirin. Cilên bêteşe û bêreng bûn. Jaromi cara yekemîn bi evîndara xwe re derfeta hevşabûnê bi dest dixe, lê belê ji derpêyê xwe yê bêteşe şerm dike û ji xwe nake, ew jinika bedew û delal jî dev ji wî berdide û diçe û ew careke din hevdu qet nabînin. Kundera ji bo vê bûyerê dibêje, dîrok carna di şiklê derpêyekî de dikeve navbera me. Pirsên ku bala wî dikêşan ev bûn: Îdeolojiyek çawa dikare bikeve navrana me û bi çi awayî jiyana me ya rojane mîna torekê dipêçe? Ew bi dîrokeke din re têkildar bû, ew dîroka ku di hebûna şexsî û jiyana rojane de xwe dida der.

Kundera dîroka desthilatdariyê ya Hegel û ya romanê bi sînorên aşkere ji hev vediqetîne. Ji bo wî di navbera dîroka romanê û dîroka desthilatdariyê de tu pêwendiyek tune ye. Ew helbet piştgiriya dîroka romanê dike. Lewra: “Dîroka romanê bi temamî ya mirovî ye, ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin, têkiliya sedem-encamê naşopîne, ji azadiya mirov, ji hilbijartinên şexsî û takekesî welidiye, ji bilî îradeya mirovan tu desthilatdarîyan qebûl nake.” [5] Yek ji tespîta Kundera ya muhîm jî ev e: Roman bi Cervantes derketiye rê, di bîr û hizra wî nivîskarê mezin de mirov li navenda gerdûnê bû, piştre di parzûna dîrokî ya Balzac re derbas bûye û di dawiyê de gihiştine lehengên Kafka yên bênav. Leheng êdî kesekî bênav, bêîdîa, bênasname û bêrû ye. Van rojan êdî em hemî “K” ne.

Yek ji taybetmendiya edebiyatên biçûk jî ew e ku ew neteweperwer in. Edebiyata wan a biçûk bi gelemperî bi babetên wekî leşkerî, al, bîranînên şer, rojên lehengiyên berê, bîranînên şerên xwîndar dagirtî ye”

Kêşeya miletên bindest û dagirkirî jî her tim di rojeva wî de ciheke giring digirt. Li welatê xwe, her cure zordarî û dagirkerî dîtibû, wî jî birînên nasnameyî hebûn. Li hember neteweyên mezin ên pozbilind ên Ewropayê bi hêrs bû. Hem dijî dagirkeriya “sosyalîst” a Rûsyayê dengê xwe bilind kir, hem jî bêdengiya welatên Ewropayê şermezar kir. Milan Kundera edebiyata ku ji aliyê neteweyên derveyî “Cîhana Yekem” ve hatine çêkirin wekî “edebiyata biçûk” dinirxand. Li gorî wî “neteweyên biçûk” ne têgeheke hejmarî ye, lê belê rewşekê û çarenûsekê diyar dike. “Neteweyên biçûk bextewariya xwe ya ji hebûnên wan peyda dibin ji destpêkê ta ebed nizanin. Di hemî qonaxên dîrokê de hebûna wan li odeya mirinê derbas bû. Ew her tim marûzî nezanîna ehmeqane ya neteweyên mezin man. Wan hebûna xwe jî wekî kêşeyekê tecrube kirin. Neteweyeke biçûk xwe wekî malbatekî texeyul dike, çunkî malbat tebî’eten tê maneya çendîn berpirsyariyan. Gava Nietzsche bi tundî li karakterê alman dixist, gava Stendhal Îtalya wek mala xwe îlan dikir, ne alman, ne jî fransî ji vê yekê aciz nedibûn. Lê dema yekî yewnan an jî çekî bi wêrekî heman tiştî bibêje ji alîyê malbata (netewe) xwe ve wekî xayinekî tê dîtin” [6] Ew vê berhevdana “neteweya piçûk” bi awayekî berfireh li ser Polonya û Spanyayê şirove dike. Bo nimûne di navbera Polonya û Spanya de di warê nifûsê de ferqeke mezin tune ye, lê Spanya hêzeke kevnare ye û di tevahiya hebûna xwe de tu carî xwe di bin gefan de hîs nekiriye, lê dîrokê her gav baş fêrî Poloniyan kiriye ka wateya hebûnê çi ye. Taybetmendiya sereke ya neteweyên biçûk ew e; di dirêjahiya dîrokê de li hember neteweyên pozbilind (ên ku wan qet nehesibandine û ne jî ferq kirine) her tim di halê parastinê de ne. Ev parastin gelek caran parastineke bêhevî ye û li hemberî dîrokê ye. Ev rewş bêguman hesta bêhêziyê jî bi xwe re tîne. Kundera balê dikêşe ser hindê ku ne amerîkî û ne jî fransî nikarin fêm bikin ka “mirina miletekî” hesteke çawa ye. Lê belê wî ji kûr hîs kiribû dema ku welatê wî sala 1968an ji aliyê rûsan ve hat dagirkirin.

“Têkoşîna mirovan a dijî desthilatdariyê, têkoşîna bîranînan a dijî jibîrkirinê ye”

Roman ji bo Kundera qesreke şênber bû li hember jibîrkirinê. Huner, qesreka bîranînan e. Ew berhemên hunerî li hemberî dinyaya rastîn a fanî wek dinyayeke din bilind dibin û ta ebed hebûna xwe diparêzin. Hunera cîhanê, cîhaneke îdeal e, di wê cîhanê de her tişt û her hevok hêjayî bîranînan e û nayê jibîrkirin. Ji bo hinek miletan, hinek roj û sal tenê rûpelên salnameyê ne, lê ji bo miletên din ew heşir e, agir û tofan e. Di dîroka xwînrêj de hin rûpelên dîrokê ji aliyê dewletên serdest ve hatine reşkirin. Ew cendekên reş ên di embara keştîyan de, ew girîn, hawar, gîyotîn, dagirî, qirkirin û xûn ji aliyê dîroka serdest ve hatin jibîrkirin, tiştek nema ji bilî bîrbûneke mayînde. Bi nezera Kundera “Ji bo tunekirina gelekî, berîya her tiştî pêdivî ye ku bîranînên wan werin tunekirin. Kitêbên wan, çand û dîroka wan ji holê radikin. Kesên din ji bo wan kitêbên din dinivîsin, çandeke din didin wan, dîrokeke din ji wan re îcad dikin. Û bi vî awayî gel hêdî hêdî ji bîr dike ka ew kî ne, ji ku hatine, berê çi bûne. Cîhana li dora wan jî wan zûtir ji bîr dike.” [7] Helbet edebiyat li hemberî çolistana jibîrkirinê berxwedana bîranînan e. Wî bawerî bi dîroka fermî ya tu îdeolojîyekê neanî, ew li pey bûyerên veşartî û rastiyan bû, yên ku ji hêla dîrokên fermî ve nehatine nivîsîn.

Herî dawî em dikarin bi dilekî rehet bibêjin ku wekî kahînekî nûjen Kundera pêşbînîya wî li ser rewşa romana îro hebû. Tirsa wî ev bû ku di pêşerojê de roman êdî dev ji lêgerîna tiştên nehatî gotin berde û bikeve ber xizmeta desthilatdarî û civakê, bibe amrazê îfşakirina jîyanên şexsî û ferdî yên bextewar. Di vê qonaxa dîrokê de camêr bi têra xwe mafdar xuya dike.

Çavkanî:

[1] Milan Kundera, Roman Sanatı, Can Yayınları, İstanbul, 2023, (r. 51).

[2] Milan Kunder, Perde, Can Yayınları, İstanbul, 2022, (r. 19).

[3] Milan Kundera, heman berhem, (s. 73).

[4] Milan Kundera, Saptırılmış Vasiyetler, Can Yayınları, İstanbul, 2022, (r.15).

[5] Milan Kundera, heman berhem, (r. 27).

[6] Milan Kundera, heman berhem, (r. 189-190).

[7] Milan Kundera, Gülüşün ve Unutuşun Kitabı, Can Yayınları, İstanbul, 2022, (r. 187).

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Muxalifekî ji Kurdistanê ye, li Milazgira Mûşê hatiye dinyayê. Li zanîngeha Yüzüncü Yılê, beşa cografyayê temam kiriye. Yek ji danerên kovara anarşîst ya Qijika Reş e û yek ji edîtorên kovara Kürd Araştırmalarıyê ye. Derbarê meydanên edebiyat, sînema û bîra civakî da nivîsaran dinivîse. Niha li sektora taybet wekî mamostayê cografyayê dixebite.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê