Jineke nivîskar ji ber tund û tûjîya mêrê xwe ji Stenbolê direve tê Dîyarbekirê. Li vir arabeskîya tirkan bi xwe serobino dike ku bi salan wan jinên “qaşo mexdûrê toreyan” ji bajarên Kurdistanê dibirin bajarên tirkan û tiştên netişt dianîn serê wan. Di honakê de êdî Kurdistan cihê xelasî û hêvîyê, Stenbol cihê tûnd û tûjîyê ye. Herçiqas di destpêkê de ji Kurdistanê ber bi Tirkîyeyê ve revîyabe jî vegera malê wekî dermankirînê tê da xuya dike.
***
Anthony Pym di kitêba xwe ya bi navê Çeviri Kuramlarını Keşfetmek (Vekolîna Teorîyên Wergerê) de payeyeke bilind li wergêrên xudreste ango yên neteorikî dike û dibêje her karê wergerê di hundirê xwe de, di wê kêlîya wergerê de, teorîyekê pêşkêş dike. Ev jêderka Pym ji bo gelek nivîskaran jî dibe ku wiha be. Romana Lerz a Qasim Pîro jî, ji çend hêlan ve xwedî angaştên xwe yên teorîk e. Ligel metafiksîyon, krîza xwezayîbûnê û sekna wê ya femînîst mirov dikare çavçoveyekê jê re deyne.
Di romanê de jineke nivîskar ji ber tund û tûjîya mêrê xwe ji Stenbolê direve tê Dîyarbekirê. Li vir arabeskîya tirkan bi xwe serobino dike ku bi salan wan jinên “qaşo mexdûrê toreyan” ji bajarên Kurdistanê dibirin bajarên tirkan û tiştên netişt dianîn serê wan. Di honakê de êdî Kurdistan cihê xelasî û hêvîyê, Stenbol cihê tûnd û tûjîyê ye. Herçiqas di destpêkê de ji Kurdistanê ber bi Tirkîyeyê ve revîyabe jî vegera malê wekî dermankirînê tê da xuya dike. Li Kurdistanê êdî navê wê Şadîyan e. “[Ê]dî li axeke pîroz, li Amedê bûm. Hema wê kêlîyê nizanim ji kû ve hat; lê min ji xwe re got: ‘Şadî!’ [….] Min got, bila navê min Şadîyan be” (25). Di pratîka vegerê de ji bo Xurbetê (Edlê, Şadîyan) wisa nabe, lê qet nebe di teorîyê de wisa tê sêwirandin.
Weke ku di destpêkê de min jê girtibû meseleyeke girîng teorîzekirina kêlîyan e. Nivîskara honakî Şadîyan, ji ber parkînsonê ango nexweşîna xwe ya pêşveçûner û hilweşîner êdî nikare binivîse. Kitêbeke nîvcomayî û bîranên reşekî li hosteyekî digere ku xwe temam bike. Metafiksîyon tam di vê kêlîyê de xwe nîşan dide. Xwîner deqa netemambûyî di dema temamkirinê de zeft dike. Bi ya min ev jî teorîzekirina kêlîyekê ye di nav romanê de. Êdî kêmzêde gumanek çêdibe ku romana ber destê me û her du nivîskaran heman kitêb e. Nivîskara me ya heqîqî nexweş e, êdî laşê wê rê nade ku berhema xwe temam bike. Piştî biryar û qebûla nivîskarê temamker, telafîkirina seqetîya (nexweşîn ji vê pêve wisa derbas dibe) nivîskara jin dîyaloga di navbera wan de weke kargeha nivîskarîya afirîner û midbexa wê kargehê, nivîskarê romanê xwîneran dawetî hundirê metafiksîyonê dike. Bi saya nivîskarekî afirandina du nivîskaran û çêkirina berhemeke honakî. Ev e şîroveya nivîskar, afirînera her du nivîskarên honakî.
Wextê min teza xwe ya doktorayê dinivîsand di asta lêkolînê de gelek ji nivîskaran him bi devkî him jî bi şahidbûna min bi xwe, ji nivîs, lêkolîn, hevpeyvîn û guhdarîyên wan, wan her digot û hêh jî dibêjin “tiştên ku di romana min de ne giş rast in” ango tiştên heqîqî yên serhatîyekê ne. Ev bi ya min krîzeke nivîskarîya kurdan e ku honakê di bin jîyana xwe ya rasteqîn de dibînin an jî jîyana xwe ya heqîqî di ser honakê re dibînin. Halbukî honak ew tişt e ku rastîyê derbas bike û rastîyekê biafirîne ku rastîya rast jê biheside. Di vê romanê de xwendineke bi vî rengî jî heye. Wextê nivîskarê temamker Brahîm Aram û nivîskara “kêm” (derveyî mijarê kêmnivîskarî di ferhenga wêjeyê de tiştekî biqîmet e) li ser kitêbê dixebitin nîqaş çêdibe ku navê gundê Şadîyan wek xwe be an bê guherandin. Axirî wek xwe dimîne di encama dijderketina Aram û liberxwedana Şadîyan. Tercîha şadîyan, pabendîbûna bi navê xwezayî û heqîqî ya gundê wê dibe sedema peydakirin û vedîtina merivên wê yên ku ji wan revîyabûn. Natûralîzma nivîskar dibe axirîya wê. Ev jî bi ya min him ji hêla metafiksîyonê ve him jî ji hêla vê krîza nivîskarên kurdan ve dikare weke rexneyekê, çareserîyekê û bilindkirina qedrê honakê were xwendin.
Wextê mirov metafîksîyon û krîza xwezayîbûnê ya nivîskarên kurd tê de dibîne di navbera van de derîyekî dîtir jî bivê nevê li ser meseleya jin û mêran vedibe. Çawa ku di paragrafên ewil de weke seqetî û temamkar derbas dibe jinbûna nivîskara honakî û mêrbûna nivîskarê honakî bi xwe tercîhên gelekî wêrek in. Ez di serî de bibêjim berî ku derbasî ferhengeke taybet a lîteratûra femînîzmê bibim, dikarim bibêjim ku bi giştî berhema Qasim Pîro heke mirov bike aligîrê hêlekê ew hêl hêleke jinparêz e. Lewra bi xwe dîyar dike dibêje “hêz jehra mêran e” (90). Herwekî din rûpelên 108 û 109 wekî manîfestoya Şadîyanê ye li dijî mêrnavendîyê: “Di civaka me de jî serê mar, mêr bi xwe ye.” (108). Lê belê ev nayê wê mahneyê ku wê derhişeke serbixwe ya metnê nebe û ev jî ji tercîha nivîskarî zêdetir di xwe de dihewîne.
Ez dibêm her kê bixwesta bi çavekî femînîstî nivîsek binivîsanda û argûmanta xwe ya sereke li ser wê tercîha nivîskarê mêr ê temamker ava bikira, ji kesî re xerîb nedihat. Weke kategorîkî tiştekî wisa jê dertê: jineke seqet ji hêla mêrekî ve tê temamkirin. Dibe ku ji gelek kesan ve jî wiha be lewra di femînîzmên sethî, serkî û bêbingeh de tenê tiştên wisa jî dikarin bibin mijara rexneyê. Gelek caran ne neheq in jî. Belkî ji bo vê metnê jî ev tişt rast be û cihê rexneyê be. Lewra bîsteke din ez ê behsa çêkirina wêneyekî xûsûsî bikim lê vî wêneyî dîsa jî dikarî ji destê jinekê bihata çêkirin. Çima mêrek wî wêneyê civakî çêdike?
Di honaka Lerzê de sedemgerî hêmaneke sereke ye, çi bi serkî çi jî kûr. Di hilbijartina rola temamkarîya nivîskarekî mêr de, min ligel xwe du sedem dîtin. Yek jê ew e, piştî ku Şadîyan nekarî pê de biçe û çîroka ji qelema wê nivco ma pêve, her karakterên ku behsa xwe dikin ji bilî Şadîyanê tev mêr in. Dibe ku tiştekî wisa hebe jin behsa çîroka xwe dike, mêr jî dikare bi xweşikî behsa çîroka xwe bike. A din jî wextê semîner û danasîna kitêbê dibe weke nivîskarê kitêbê Brahîm Aram bersiva xelkê dide, dengê wî otorîter e û gotina dawî dibêje. Em wisa pê dihesin ku di berhemê de lêgerîna dengê otorîter bûye para mêrikî. Ev bi xwe cihê rexneyê ye, çima berovajîya wê nebe? Herwekî din ma li vir mahneyeke wisa jî dernayê, vaye malê civakê ev e. Axirî ev tişt me dibe heya ber derîyê rexnegirîya Marksîst ku daxwaza hilbijartina karakterên nimûneyî dikin weke peywireke sosyalîst. Lukacs jî li dijî hindê derdiket, wênegirtina rewşeke xerab jî li gorî wî cihê serkeftinê bû û di ferhenga hunera Marksîst de sola wê wênegirtinê diket nav sola camêran.
Li gor bîr û boçûnên heyî dîsa jî bi ya min her ku wêne û sedemgerîyên xwe hebin jî mêr weke temamkarê jinan fikr, raman û honakê dikuje. Xwendina Lerzê bi vî rengê xwe Yazmak Yasak Bastırılan Kadın Yazını (Nivîsandin Qedexe ye, Wêjeya Jinan a Serkutkirî) a Joanna Russ tîne bîra mirovan. Di wê kitêbê de bi awakî gelekî hêsan û sivik çend hîyerarşîyên hişk ên li dijî wêjeya jinan hatine tespîtkirin. Li gor jêderkên Russ wextê jin dinivîsin, di serî de ji nedîtinê ve têne dîtin, wextê xuya kirin jî êdî sazûmanên piçûkxistinê dikevin şuxlê: “guhnedan, şermezarkirin, kêmdîtin” ravekên eslî yên wan stratejîyan in (14). Stratejîyên mezin jî wisa ne: qedexeyên nefermî (bo nimûne karên nav malê yên li ser jinan heya bi peydakirina materyalan), înkarkirina kesên ku kitêb nivîsandine (ne ku yekî din li ser navê wê nivîsandîye, ev tişt bi xwe di nav Lerzê de bûye arîşe), weke cure kêm û biçûk e (bo nimûne jin dikarin bes romanên bi nameyî binivîsin), hesibandina weke tiştekî îstisnayî (erê carekê bûye lê wekî din?), mustesnabûna nivîskareke bi xwe, qutkirina ji nerîtê an jî nedîtina avabûna nerîtekê, nîşandana berhemê weke nîşaneya bêexlaqîyê (tiştên ku ji mêran re pesn in, ji jinan re dibin cihê rexne û nebaşîyê) û hwd. tiştên hûrtir (14). Di nav van hemûyan de ez bawer im tiştekî wek wê bîranîna Anais Nin li vê deqê nayê. Çawa ku bi îdeolojîya xwe ya honakî an jî bi hişmendî dibêje “hêz jehra mêran e” û bi derhişa honakê re jî mêr weke temamkerê jinê daye nîşandan. Wextê Anais Nin diçe ser analîstê gewre Otto Rank şîreta analîst balkêş e, dibêjê: “dema jina nevrotîk tê dermankirin dibe jin. Dema mêrê nevrotîk tê dermankirin dibe hunermend… Ji bo afirandinê hewce ye [mirov] hinek tiştan hilweşîne û ji holê rake. Jin nikarin vê yekê bikin” (veguhastin Joanna Russ, Yazmak Yasak 28). Li gel sazûmana rêgir li hemberî jinan ku analîstên navdar jî şîrîkên vî sûcî ne, li vir wêneyê tiştekî wekî vê yekê tê girtin ku jin neçin ser diktorên mêr, lê belê balkêş e, piştî Otto Rank yê ku wê derman dike û van bandorên hilweşîner yên Otto Rank ji ser wê radike, dîsa analîstekî mêr e. Axir kesên mîna Otto Rank qayde ne, diktorê din wekî ku navê wî jî ne dîyar e îstisna ye. Di dema îroyînde îstisna zêde bûbin û qayde lawaztir bûbin jî di cihê xwe de ne. Lewma carina jehr derman be jî jehr navê xwe ji jehrbûnê digre. Marê bêjahr dîsa jî mar e.
Çavkanî
Pîro, Qasim. Lerz. Pall, 2023.
Russ, Joanna. Yazmak Yasak. Werger bo tirkî. S. Melis Baysal. Minotor Kitap, 2022.