Hunermendên kurd çima dev ji kurdî berdidin?

Hunermendên kurd çima dev ji kurdî berdidin?
Hunermendên kurd çima dev ji kurdî berdidin?
Înan Eroglu

Semyanî Perîzade jî dev ji kurdî berda. Stranbêj û lîstikvan Perîzade berî çend rojan di twîteke xwe de diyar kir ku ew êdî “tirkeke esilkurd” e û got “êdî yek hevokê jî bi kurdî nanivîsim, hûn heq nakin.” Xuya ye gelekî aciz bûye ji kurdan ji ber ku bi gotina wê, kurd wekî “bêjiyekê” pê re tevgeriyane, aciz bûye ku ji ber kurdî hem hejartir bûye hem jî ji her aliyî de hatiye biçûkxistin. Aşkere ye ku sebr û deyaxa wê nemaye li tevgerên hin kurdan li hemberî wê an na çima kurdek ewqasî bi qutebirî xwe ji kurdî û kurdbûnê dûr bixe?

Berî vê hunermenda operayê Pervin Çakar jî dev ji muzîka kurdî berdabû bi sebebên ku muzîka wê nayê guhdarîkirin, piştgiriyeke baş bo wê nîne û muzîka wê lazim e bi piştgiriya dewletê be. Devjêberdana ji kurdî, nexasim di qada muzîkê de, meseleyeke dûredirêj e. Ewqasî dûredirêj e ku mirov dikare gelek navan bihejmêre. (Ecêbiyek: Tevî ku herî pir qada muzîkê dikare xwe bigihîne civaka me ji ber ku hema hema her kes dikare guhdarî bike lê her kes nikare bixwîne / naxwîne, lê dîsa jî herî pir gazin ji hunermendên vê qadê tên û berê xwe ji kurdî didin alî.)

Wisa xuya ye ku ev yek êdî bûye xulqekî giştî yê civaka me, ji ber ku di her israr û parastina kurdî de jî ev xeyd û gazin car caran xwe dide der, çi aşkere çi veşartî (ku her tim ne ji bo ziman be jî) [1]. Lê hin kes tevî gazinên xwe jî di vî zimanî de bi karê xwe berdewam dibin, û yên dî jî bi temamî rûyê xwe jê badidin (Rojhan Beken hat bîra min, ez bi xwe heyranê muzîka wî bûm, dev ji her tiştê kurdî berda, vê dawiyê derket ku li çalakiyekê marşeke tirkan distrê). Hewl didim vê rewşê fam bikim û dipirsim çima wisa ye? Çima hemû aciziyên ji ber hin sedemên cuda yên ji kes, kom, rêxistin an partiyeke kurdan dike ku hunermend berê xwe ji kurdî veguhêzin? Tevî ku mesele bêtir girêdayî mirovan û sazûmanekê ye, reaksiyon berê xwe dide ziman. Mihtemelen wisa difikirin kesên ku dev jê berdidin: kurdî kurd in. Her tiştê aîdî zimanî ew axêverên wî zimanî tîne bîra wan. Ewên ku wan aciz dikin, dev diavêjin wan, qîmetê nadin wan, nikarin debara wan xweş bikin an jî wan biçûk dixin. Ew kes an jî kom êdî ne tenê kes û komek e, lê dibin civakek, neteweyek di nezera wan de. Ev yek jî gelek caran rê li ber vedike ku hunermend bifikirin neteweya wan bi tevahî li dijî wan e. Ev fikir jî êdî berê xwe dide nefretek û sizakirinekê: Ez ji te (we) jî nefret dikim û ji zimanê te (xwe) jî, û we herduyan jî red dikim (û rabirdûya xwe jî). Redkirin pakbûn, kurdbûn bela ye ji bo wan.

Ev acizî/nefret carna ji ber qedirnedayîn û berawirdkirinê ye (“giyayê hewşê tehl e”), carna ji ber pêkutiyên li ser nasnameyên zayendî û civakî ye (ku Perîzade ji ber LGBTI+bûn û jiyana xwe ya taybet rastî devaêtin û heqaretan tê ku cihê şermezariyê ye), carna ji ber hesta xwedîderneketinê ye (“kurd li hunermendên xwe xwedî dernakevin, ma miletên din wisa ne?”), carna ji ber wê ye ku her tiştî wekî xizmetekê ji bo kurdî dibînin (afirandineke herî şexsî jî caran wisa tê dîtin)… û gelek “carna”yên din.

Behsa zehmetî û berdêlekê tê kirin: Min ewqasî kar kir ji bo kurdan.. min dev ji zimanên din berda û hatim nav vî zimanî… hemû tehba min ji bo vê bû?.. min karekî din bikira niha ne di vî halî de bûm… li mala xwe jî rûmetê nabînim… Mesele ev e: Gazindekar kurdî wekî malekê, stargehekê dibînin. Ji ber ku bi zimanê vê malê diaxivin, hildiberînin, di hember vî karî de li bendê ne ku ev mal jî wan xwedî bike, bistirîne, qedrê wan bigire, têr bike, pişta wan bigire. Ji ber ku bi vê niyetê hemû karên xwe dikin, gava ku nagihîjin daxwaza xwe hêdî hêdî jê qut dibin û her tevgereke şexsî ya kesên vê malê yên li dijî wan jî dike ku dilê wan ji vê malê sar bibe û berê xwe bidin maleke din (em dikarin vê formulê li hemû qadên cudatir tetbîq bikin, nivîsîna li Botan Timesê jî tê de). Erê, kurdî malek e. Lê maleke hilweşiyayî.

Lê ku maleke saxlem bûya? Tiştek nediguherî. Ji ber ku hunermendên malên (miletên) biyanî jî gelek caran ji van rewşan mizdarib in (lê berevajî me, gelek hunermendên derveyî vê rewşê jî li nav wan peyda dibin). Lê çi bigire wekî civak em bi derengî an jî qet veneqetiyan ji mala xwe, em bi hev girêdayî bûn. Nan û ava me her ji wir bû. Herhal ji vê ye ku em tim bi bendewariyekê ne li hember mala xwe. Em dixwazin ew me rizgar bike, ne ku em wê ji nû ve lê bikin. Û ne ew dikare me rizgar bike, ne jî em dikarin wê li ser pêyan bihêlin.

Ji ber van rewşan mayîna li vê malê ji bo gazindekar û berendamên wê piştî demekê pîrozweriyekê li wan zêde dike, herweha minet û jixwerazîbûneke bêbingeh jî. Mimkin e meriv bibihîze vê gazina veşartî ku ji kûrahiya dil û bi dilşewatiyekê tê kirin: Eger min karê xwe bi kurdî nekira û bi zimanekî din bikira niha bêhtir dihatim guhdarîkirin/xwendin/temaşekirin, populer bûbûm, qedrê min dihat zanîn, lê belê bes tevî her tiştî û zehmetiyan jî, min kurdî tercîh kir û li vî zimanî mam. Mixabin tenê bersivek ji bo vê gazinê heye: Hê jî ne dereng e, kerem ke.

Kurdî gelek caran zimanekî emanet e. Heta demekê pê tê mijûlkirin, dawiyê li quncikekê tê danîn: Wezîfe temam e. Min karê xwe kir, kes nikare bêje te ji bo kurdî tiştek nekir, çima dev jê berdidî û diçî zimanekî din. Wa ye min stranek çêkir, kitêbek nivîsî, fîlmek kêşa. Ma ne bes e? Êdî dora we. Û fotograf: Xatirxwestinek ji kurdî. Bye. Lehengê me diçe û hew tê. Bye bye.

Û ev jî heye: Dixeyide, diçe. Aş dibe, tê. Dixeyide, dîsa diçe. Ji bo ku bêje min ev ziman ti carî ji bîr nekir, aş dibe dîsa tê. Ev ziman xwe parçe jî bike, dîsa di ber dilê wî nayê. Dîsa diçe. Wekî bikarhênerên ku her ji sê rojan carekê hesabên xwe yên medyaya sosyal digirin, lê çavekî wan tim lê ye ka li vê meydanê çi diqewime. Rênas Jiyan bûya, dê bigota: Ne sûcê we ye hebhinarkno, ev mîrata zimên (tewanga navxweyî!) li me nehat.

Helbet heqê her kesî heye ji kurdî jî, ji kurdan jî aciz bibe, bixeyide, lê bi min ecêb tê ku ev yek ewqasî zêde ye. An jî wekî rêje aciziya ji kurdî ji aciziya ji zimanekî din bêhesab zêdetir e. Em vê aciziyê ji bo tirkî nabînin sermeselê, tevî hemû zext û pêkutiyên tirkan li ser me jî, meselen em dev ji tirkî bernadin û nabêjin êdî em vî zimanî bi kar nayinin, hûn me heq nakin filan. Çimkî hingê ti sûcê zimanan nîne, her zimanek dinyayek e, her zimanek pencereyek e û her zimanek, wekî din?

Wekî din tirkî zimanê bazarê ye, zimanê debarê. Zimanên din jî wisa. Lê kurdî wisa ye? Ji ber ku ne wisa ye hunermend pir bi rehetî dikarin dev jê berdin û her acizkirineke li wan, bîne bîra wan ku ti tiştî ji vî zimanî qezenc nakin û tew bi ser de pê feqîrtir dibin. Herçiqas devjêberdana hunermendên navhatî di vê nivîsarê de cuda xuya bike jî esasen xwe dispêre heman sedema serekî: kurdî ji ber ku ne zimanê wan ê debarê ye û nikare wan xwedî bike, her aciziyek hêdî hêdî rê li ber vegotineke minet û fedakariyê vedike heta ku êdî bi temamî jê dikerixin: ez ji bo we dixebitim, tew bi ser de hûn ji min ne razî ne? Hingê Çakar dê behsa “piştgiriya dewletê” bike, Perîzade dê bibêje bi kurdî “feqîrtir bûm”. Eger kurdî zimanê wan ê debarê bûya û pê dewlemend bibûna, û hunermendên din jî wisa, tevî hemû aciziyan jî, gelo zêde îhtimal tê de heye ku wan dîsa dev ji kurdî berdaya? Ji min re îhtimaleke dûr xuya ye. Û ma jixwe kî dikare zû bi zû dev ji debara xwe berde?

Em vê jî li ber çavan bigirin bi lêgerîneke biçûk li ser youtubeê: Muzîkên kurdî yên Çakar ji muzîkên wê yên bi zimanên din gelek gelekî zêdetir hatine guhdarîkirin, “Alo”ya kurdî ya Perîzade ji “I am Fire”a wê ya îngilizî bêhesab zêdetir bal kişandiye. Her çiqas dê ne rast be ku hunera wan piştguh bikim û bibêjim bi saya kurdî ewqasî hatine guhdarîkirin, dê ne rast be ku em avantajên kurdî jî piştguh bikin û vê rewşê tenê bi hunerê ve girê bidin. Tevî vê rewşê jî hunermend çima dev ji kurdî berdidin? Sedema serekî li vê derê dîsa derdikeve pêş me: Populerbûna di kurdî de nayê wê maneyê ku mirov bikare pê debara xwe bike û jiyaneke xweş bidomîne.

***

Devjêberderên kurdî esasen dixwazin vê ji me re bibêjin: Ez ne bi we re me, dev ji min berdin. Ceza! Bicehimin. Qîmet! Teq. Lê ji bîr dikin ku em devjêbernederên kurdî jî qet ne bi xwe re ne, û herhal nizanin ku kêf kêfa me ye. Hobiya me ya ku ji bav û kalan maye, bêhntengkirin e. Çi xweş!

Em rewşa kurdî ji bîr dikin, şert û mercên wê jî. Bendewariya zêde têkçûn e. Ev di her qadê de, formuleke besît e. Ev bendewariya ku hin bi hin mirovan ji nava dilê wan zeft dike, dihelîne, ji nav dibe. Ji afirîneriyê dûr dixe, sar dike û wê ditefîne. Bendewariya zêde konsantrasyonê jî dikuje, motîvasyonê jî. Her tim li pey tiştekî yî, dû re li pey zêdetir tiştan. (Paragrafa ku ji ber şibiyaye şîretên kişisel gelişimciyan, dixwaze xwe îmha bike.)

Ez dibêm qey kêf kêfa wan kesan e ku hesabê tiştekî nakin û li karê xwe hûr dibin, ne li hêviya ti tiştî ne. Feyzê didin vî bendeyê ku pismamê Eliyê Xemxwir e. Û dikarin bidin berendamên devjêberderên kurdî jî. Miqayesekirina navxweyî jî dikare carina me motîve bike. Bo nimûne hunermendek dikare xwe bide ber nivîskaran. Dikare bêje nivîskarek gelek caran sed xwendevanên wî jî tune ne ku kitêbên wî bixwînin, lê yê min qet nebe çend hezar kes li min guhdarî dikin, û bi vê yekê kêfa xwe bine. Şexsen ez dê bextewer bibim bi vê miqayeseyê ku hunermend li nav kurdî bimînin. Lê çi mixabin kesekî ku çavê wî tim li derve be, ew mêvan e!


Çavkanî:

[1] Mihemed Şarman di nivîsareke xwe ya 2022yan de cara ewil bi berfirehî li ser vê mijara gazindekariya ji ber “qedirnezanîn”ê ya civata hunermendên kurdan hûr dibe û nîqaş dike. Bnr. “Kürt Sanat ve Kültür Camiasının Müzmin Şikâyeti. “Değerimiz Bilinmiyor”, https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-199 (15.07.2013)