Huner: Stargeheke Rengîn

01/11/2024

Mirovên dîn û hunermend, li hemberî norm û qanûnên civakê, bi rastiyên xwe hebûna xwe didomînin û bi rastiyên xwe, xwe îfade dikin. Yanî, li hemberî îktîdarê, wek xwe dimînin.

***

Huner, wek qadeke girîng, bi hezaran salan e di jiyana mirovan de cîh digire û di dîroka mirovahiyê de, barekî rengîn hildigire ser milên xwe. Bi hezaran salan berê, mirovên li şikeftan, bi boyaxên xwezayî, li ser dîwarên şikeftan, resimên rengîn xêz kirin. Armanca wan çi bû, em hîn jî baş nizanin. Li ser armanca resimên şikeftan, teoriyên cuda hene. Bawerî, nêçîr, parastin û hwd. sedem çi be jî, resimên şikeftan di dîroka mirovahiyê de wek berhemên hunerî yên ewilî tên zanîn.

Huner, wek çalakiyeke piralî, xwe li ser hestên mirovan ava dike. Ji ber vê yekê huner, ji bo îfadekirina hestan, qadeke girîng e. Fîlozofê Sedsala 20an, Benedetto Croce, di pênaseya hunerê de, tim qala girîngiya hestan dike û teoriya xwe ya hunerê, li ser hestên mirovan ava dike. Li gor Croce, huner, bi hestan tê avakirin. Hunermend, bi hestên xwe, berhemeke nû diafirîne û tiştekî nû li dinyayê zêde dike. Li gor van nêrînan, di hunerê de du xalên girîng derdikevin pêşberî me : Hest û afirînerî!  Herçiqas Platon, hunerê wek çalakiyeke teqlîdî (hetta teqlîda teqlîdê) bi nav bike û bêqîmet bibîne jî, Croce di hunerê de tim qala hêza afirîneriyê dike. Ev hêz, bingeha xwe ji hestan digire û bi hestan xurttir dibe. Ji ber van sedeman, li gor Croce, huner çalakiyeke aqlî nine, çalakiyeke hîssî û hestewar e!

Hêza afirînerî û çalakiyên afirîner, di felsefeya Marx de jî derdikevin pêşberî me. Marx, ji Croce cudatir, afirîneriyê di çarçoveya kapîtalîzmê de dinirxîne û bi vî awayî, nêrînên xwe yên li ser xwezaya mirovan îfade dike. Marx, mirovan, wek  heyînên civakî û afirîner pênase dike. Mirov, bi hilberînên xwe, di nav jiyanê de û dîrokê de wek “heyînên çalak” cîh digrin. Ev taybetmendî, hêza guhertina dîrokê dide mirovan. Loma, mirov wek temaşevaneke, ji derve li jiyanê temaşe nakin; di nav jiyanê de, bi hilberînên xwe, dîrokê ava dikin û diguherînin. Li gor Marx, kapîtalîzm, mirovan, ji van taybetmendiyên girîng dûr dixîne. Di nav sîstema kapîtalîst de mirov, tenê bo berdewamiya kapîtalîzmê dixebitin û nikarin bi hêzeke afirîner, tiştekî nû li dinyayê zêde bikin. Bi vî awayî mirov, ji hestên xwe dûr dikevin, ji hilberîna afirîner dûr dikevin. Ev dûrketin, xwezaya mirovan diguherîne û mirovan vediguherîne heyînên mekanîk. Ji ber van sedeman, kapîtalîzm, ne sîstemek e ku li gor xwezaya mirovan be.

Huner û hêza afirînerî, di felsefeya Foucault de girîngiya xwe zêdetir dike û li hemberî îktîdarê wek “berxwedan”ekê derdikeve pêşberî me. Foucault, wek fîlozofekî Sedsala 20an, bi nêrîn û analîzên xwe yên li ser îktîdarê, di Felsefeya Sedsala 20an de, xwediyê cihekî girîng e. Li gor Foucault, îktîdar ji bo hêza xwe zêdetir bike, bi polîtîkayên xwe mirovan diguherîne. Foucault, berdewamiya sîstema kapîtalîzmê, di pêvajoya guherandina mirovan de, wek armanca sereke  dibîne. Îktîdar bi rêya mekanan, bi rêya perwerdehiyê û bi rêya qanûnan, li gor armanca xwe (berdewamiya kapîtalîzmê) mirovan diguherîne û di nav sîstema kapîtalîzmê de bi cîh dike. Berxwedana hunerê, li vir derdikeve pêşberî me. Foucault, li hemberî hêz û veguherandina îktîdarê, hunerê, wek berxwedanekê pênase dike. Mirov bi rêya hunerê, bi hestên xwe û hêza afirîneriyê, dikare li hemberî veguherandina îktîdarê li ber xwe bide û bi vî awayî, wek xwe bimîne. Li gor Foucault, mirov jiyana xwe divê wek berhemeke hunerî biafirîne û pêş ve bixe. Çimkî mirov bi vî awayî dikare li ser xwe, li ser hebûna xwe bifikire û li hemberî îktîdarê xwe wek “keseyatiyek”î ava bike.  Foucault ji ber van sedeman, hunermend û dînan dişibîne hev. Li gor Foucault mirovên dîn û hunermend, li hemberî norm û qanûnên civakê, bi rastiyên xwe hebûna xwe didomînin û bi rastiyên xwe, xwe îfade dikin. Yanî, li hemberî îktîdarê, wek xwe dimînin.

Huner, wek çalakiyeke afirîner, berhemên biqîmet li jiyana me zêde dike. Bi hezaran salan e, afirîneriya hunerê, wek hêzeke efsûnî berhemên bêhempa diafirîne û qîmeta hestê mirovan derdixe pêş. Huner carna di nêrînên Croce de wek çalakiyeke hestewar derdikeve pêş. Carna di nêrînên Marx de çalakiyeke li gor xwezaya mirovan, carna jî di nêrînên Foucault de wek çalakiyeke berxweder derdikeve pêş. Bi çi hawî be bila be, huner bi hezaran salan e, qala me dike, qala mirovan dike. Di nav zehmetiyên jiyanê de, gelek caran wek stargeheke rengîn, li me xwedî derdikeve û guh dide hestên me. Di nav jiyana mekanîk de, di nav mekîne û amûrên teknolojîk de em tim dengê hunerê dibihîsin. Bi dengekî bilind ji me mirovan re dibêje: Ne tenê aqil, carna guh bide hestên xwe jî! Carna ji nav mekîne û amûran derkeve, di nav rengê tabloyekê de, di nav notayên muzîkekê de xwe wenda bike. Ji bo ku tu xwe bibînî!

Şikefta Lascauxê û resimên li ser dîwaran. (B.Z. 17.000-15.000  Fransa)


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Murad Dildar

Sala 1986an, li Diyarbekirê, li Taxa Elîparê hatîye dinyayê. Li zanîngehê beşa felsefeyê qedandîye û niha mamosteyê felsefeyê ye. Li ser edebiyata zarokan û felsefeyê dixebite. Sê pirtûkên wî yên çîrokên zarokan çap bûne: Qesra Spî (Avesta), Dara Sêvê (Avesta) ,Stêrka Piçûk -Heşt Çîrok Bo Gêncan(Avesta) Çîrokên wî di kovarên Bar û Nûbiharê de belav bûne. Herwiha nivîsên wî yên li ser felsefeyê di kovarên Felsefevan, Bar Helbest, Dadistan û Sûretgrafê de belav bûne. Yek ji amadekarên podcasta Qehwe û Felsefeyê ye.

Te ev dîtıne?

Ji Şama Şerîf Şeveka Beşarê Esad Ta Heta Mihemedê Malmîsanij û Berkenê Bereh

Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif.. Vê gotina ku bala Ahmet Hamdi

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên