Hilbijartinên 2023yan: Zêdetirî 4 milyon hilbijêr dê cara ewil dengê xwe bidin

Hilbijartinên 2023yan: Zêdetirî 4 milyon hilbijêr dê cara ewil dengê xwe bidin
Hilbijartinên 2023yan: Zêdetirî 4 milyon hilbijêr dê cara ewil dengê xwe bidin
Botan Times
  • 24 Nisan 2023 10:31

Ji Hilbijartinên Giştî û ya Serokkomariyê ra ku di 14ê Gulana 2023yan da pêk bên 20 roj mane.

Li gor rêza di pusulaya dengdanê da dê Recep Tayyip Erdoğan, Muharrem Înce, Kemal Kılıçdaroğlu  û Sinan Oğanî ji bo kursîya serokkomariyê bi dest bixin tebikoşin. 

Li seranserê Tirkîyeyê dê  24 partiyên siyasî û 151 namzedên serbixwe yên parlamenteriyê bikevin Hilbijartina Giştî ya Parlamentoyê.

Hin partiyên siyasî bi 5 tifaqên cuda di bin navê tifaqên “Cumhur”, “Miletî”, “Ata”, “Ked û Azadî” û “Yekîtiya Hêza Sosyalîst” dikevin hilbijartinan.

191 hezar û 884 sindoq dê bên danîn

Li seranserê Tirkiyeyê dê li 973 navçe û 1094 lijneya navçeyan 191 hezar û 884 sindoq bên danîn.

Li welêt û li derveyî welêt bi giştî 64 milyon û 113 hezar û 941 hilbijêr dê dengên xwe bikarbînin.

Li welêt cara ewil dê 4 milyon û 904 hezar û 672 hilbijêr dengên xwe bidin.

Li hemû bajarên Tirkîyeyê dengdan wê di seat 08.00an da dest pê bike û seat 17.00an da bi dawî bibe.