Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin, hela hela! Tilîkên nigê wî şeş heb bûn. Min li nigê din nêrî ew jî şeş bûn. Çawa dibû? Min got gelo dibe ku li ber çavên min rewrewk çêbûbe! Lê na, min çend cara jimartin eynî derketin!
***
Ez û Mele Mihemed (Mehmet Bindak) ev pêncî sal in, em hevalê hev in. Hevaltiya me ji zemanê PDKê û KUKê tê. Wan salan Mele Mihemed li beriya Dêrikê, li gundê mala Hecî Sînan, li Heramiyê meletî dikir. Ez jî li Dêrikê bûm. Wek ji mehê carekê diçûm ba wî. Em carê çend rojekî li gundan digeriyan û li ser meseleya kurdan û rêyên çareseriyê dipeyivîn.
Wî zemanî telefonên me tunebûn, wextê hewce bikira em hevalekî bibînin me bi nasekî an hevalekî re xeber dişand û bi wî awayî me hevdu didît. Carinan jî hema bi texmînî em diçûn, êdî em û şansa xwe. Rojekê dîsa ketibûm rêya Heramiyê û diçûm. Ez nêzîkî gund bûm, min dît zilamekî rîspî û çend xort ji wêde tên. Piştî me silav da hev xortekî got, ‘‘Tu Seleh î ez te nas dikim, tu hevalê Mele Mihemed î.’’ Min got, ‘‘Erê Wele tu rast dibê.’’ Got, ‘‘Mele Mihemed ne li malê ye.’’ Min got, ‘‘Tu bi cî zanî?’’ Got, ‘‘Erê, her kes zane.’’ Min meraq kir, min got, ‘‘Çawa?’’ Got, ‘‘Wextê dengê ezanê neyê, em zanin Melê me ne li gund e. Di wê navê de zilamê rîspî berê xwe da min û got, ‘‘Kurê min te Mele Mihemed bidiya wê baş ba, miftiyê Dêrikê taqîbata wî dike, di heqê wî de dîlekçe nivîsiye, dibê ez ê meaşê wî qut bikim. Me jê re got çûye şînê qebûl nekir, got şîn rojekê du rojan e, ma her roj şîn dibe?’’ Gundê Heramiyê li rojavayê Rêya Îpekê di nava çoleke ripûrast de li ser girekî ye. Camî li binê gir û mala Mele Mihemed jî li serê gir bû. Di ber camiyê re bihurîm û bi gir ve rapelikîm. Xanima Xoce li ber deriyê hêwanê hûrikên nên diavêtin ber tûtikan. Wextê çav li min ket got, ‘‘Wele birawo, ev mehek wî ye ku çûye û tu xeber jê tune!.’’ Min got, ‘‘Ne got ez diçim ku?’’ Got, ‘‘Qala Batmanê dikir, digot hevalên me yên sendîqayê ketine grevê.’’
Xoce, çend roj şûnde wextê kaxetek wek niviştekê li hev pêçayî -ku hevalan jê re şandibû- dikeve destan dibê ev ne tiştekî xêrê ye. Hema çawa dixwîne xatirê ji hevalan û serkeftinê ji karkerên sendîqayê re dixwaze û vedigere Dêrikê. Wek ku şîna wî hebûye mazereta xwe bi zarekî xweş ji miftî re dibê, miftî jî ne însanekî eqs bûye dîlekçeya ku nivîsiye diçirîne, meaşê wî didê û Xoce bi kêf dikefe rêya malê. Eynî rojê esirkî xwe digihîne gund. Wextê tê ber camiyê dibê de limêja esir jî bikim dûre ez ê herim malê. Gava dengê ezanê dihere gundiyan pir kêfa wan tê, dibên, ‘‘Xoceyê me hat!’’
Di ser vê serboriya Mele Mihemed re mehek derbas bûbû. Êdî me her duyan jî seferek heq kiribû. Sibeyekê hema çawa rabûm ketim rêya Heramiyê. Berî nîvro min xwe gihand mala Xoce. Me nexşeya gundên em ê herinê çêdikirê xortikek ket hundir. Got, ‘‘Apê min Ezîz gotiye heger wextê wan hebe bila Xoce û mêvanê xwe werin em ê qahweyekê bi hev re vexwin.’’ Ezîzê ku bi biraziyê xwe re em dawetî mala xwe kiribû, mezinê mala Hecî Sînan Axayê Heramiyê Ezîzê Şêxê Reso bû. Axayên beriyê herçikas halê wan ji yên gundiyan xweştir bûn jî li wê çola Xwedê ew jî aciz dibûn. Wextê dibihîstin telebe hatine gund –wek ku etarên fikran belav dikin hatibin- wan jî dixwestin bibînin û li wan godarî bikin. Ezîzê Şêxê Reso li ber deriyê hewşê pêşwazî li me kir. Piştî xêrhatin û hal pirsîna li ser nigan em derbasî odeyeke mezin bûn. Li hundir odeyê seranser kulav raxistîbûn. Ji bo paldanê her yekê du balîf li ser hev danîbûn. Balîfa li binî hişk a li ser nerm bû. Li aliyekî odeyê li ciyê herî xweş li ser kulêv doşekek raxistîbû, ew doşek a Ezîz Axa bû, wextê em li ser kulêv rûniştin û me pişta xwe da balîfan Ezîz Axa jî çû li ser doşeka xwe rûnişt. Zemîna odeyê ax bû lê bi heriyê hatibû seyandin û repinbû. Li bergiya kulavan li ser wê erda repin tenê manqilek tije agir û di nav de cezweyekî qahwê û hebekî jê wê de jî siniyeke mezin a sifir hebû. Li gelek odeyên gundan ji wan siniyan min dîtibûn. Tasek av bera ser didan û li orta odeyê datanîn. Zilam li ser kulavan di ber hev de rûdiniştin û cixare dikêşandin. Wek ku ne adet bû li ber kesî xwelîdank tunebû, herkesî ji ciyên ku lê rûniştibûn boçikên cixareyên xwe diavêtin wê siniyê. Ew sinî wek xwelîdankek mezinbû, di saetek du saetan de di dev re tije boçik dibû. Ezîz Axa taximekî pîjemayê xetxetî lê bû. Nigên wî tahzî bûn. Kelmêşek zeîfî pîsik pingîna wê bû li dora min û Mele mihemed çerx dibû. Ji cirka em hatibûn tu rehetî nedabû me. Li ber pozê me vizeviza wê bû. Kêlîkekê wek ku sofa xwe ji me kiribe çend cara xwe li hewa virde û wede kir û ji nişka de xwe şûşî ser nigê Ezîz Axa kir. Ew kelmêşa çilmisî ku zikê wê bi pişta wê ve zeliqîbû bi carekê re zepitî û sorîkur bû. Ezîz Axa şîmaqek daweşandê, xwest ku wê li ser pişta nigê xwe bipeçiqîne lê derba wî fût çû. Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin, hela hela! Tilîkên nigê wî şeş heb bûn. Min li nigê din nêrî ew jî şeş bûn. Çawa dibû? Min got gelo dibe ku li ber çavên min rewrewk çêbûbe! Lê na, min çend cara jimartin eynî derketin! Wextê me xatir ji Ezîz Axa xwest û ketin rêya Endewlê min ji Mele Mihemed re got:
‘‘Xoce, heta tilîkên wan jî ji yên me zêdetirin!’’
Di sefera xwe ya wê mehê de em çûn sê gunda: Endewl, Qizil û Reqaqî. Roja me ya sisêya bû ji hevalan kaxetek ji Mele Mihemed re hat. Digot, ‘‘Qeymeqam û miftî li gundan digerin teftîşa melayan dikin, şîna xwe bihêle û ecele vegere malê!’’
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.