“Ev darizandin encama tekoşîna Emîne Şenyaşarê ye”

17/01/2023
Beriya dozê malbata Şenyaşar / Twitter, @senyasarailesi

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, xizmên parlamenterê AKP Îbrahîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşaran kiribûn.

Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.

Doza ku ji malbata Şenyaşaran Esved Şenyaşar û kurê wî Adil Şenyaşar li nexweşxaneyê hate kuştin li 5emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Meletiyê hate dîtin.

Yek ji parêzerê malbata Şenyaşaran, Gokhan Dayik ji Botan Timesê re dibêje,

Me jî dizanibû ku dê di runiştina yekem de biryareke dernekeve. Parastinên gumanbaran hate girtin û hin daxwaziyên me jî çêbûn ez dibêjim wê herî kêm du runiştin berdewam bike.

Parêzer Gokhan Dayık

Wî got “Doz piştî 4 salan hate vekirin ji ber wê gelek delil hatiye tunekirin.

“Ev darizandin jî encama tekoşîna Emîne Şenyar e

Li gor parêzer Dayik darizandin bi tenê ji rêzê ye û di rêveçûna dozê dihat xwestin ku delil bên wendakirin.

Parezer dîyar dike ku ev darizandin jî encama tekoşîna Emîne Şenyar e.

Dadgehê daxwaz kir dosyaya nexweşxaneyê bi dosyaya du kesên hate kuştin re bibe yek û dozê taloqî 15ê Adarê hate kir.

Çi bûbû?

  • Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
  • Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
  • Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. 

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

“25 sal e parêzer im min hêj nedîtiye ku polîsek ceza girtiye”

Weşana paşê

Kargehên teknolojîk dawî li bazirganiya berikên kevnar anî

Te hay ji vê heye?

Emîne Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê ra hat gel hev

Malbata Şenyaşar berîya rojekê li ber

Emîne Şenyaşar û diwarên edaletê

Rûniştina yekemîn a doza Malbata Şenyaşar