Emîne Şenyaşar û diwarên edaletê

16/01/2023

Rûniştina yekemîn a doza Malbata Şenyaşar îro li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bi rê ve biçe.

Emine Şenyaşar banga piştgirîyê dike û dixwaze ew tenê neyin hiştin.

Ew bûyera ku jiyana malbata Şenyaşar ser û bin kir di 14 Hezîrana 2018an de li navçeya Pirsûsa Rihayê pêk hat.

Parlamenterê AKPe Îbrahîm Halîl Yildizî û xizmên wî di dikana wan de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn.

Di wê êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi brîndarî filitîbûn.

Piştî bûyerê Emîne Şenyaşar bi çavên girî li ber edliyeya Rihayê runişt û bi daxwaza Edaletê dest bi nobetê kir.

Ji roja ku dest bi nobetê kir heta niha 679 roj derbas bû.

Di nava 679 rojan de Emîne Şenyaşar bi dehan caran hate binçavkirin.

Kurê wê û ew rastî lêdanê hatin. Di derheqê wan de lêpirsîn hatin vekirin lê wan tu caran cihê xwe netirikandin.

Daxwaza xwe ya edaletê her anîn ziman.

Tekoşîna wê ya li ber diwarên darazê îlham da derheneran û şayanê xelatan hat.

Belgefîlma bi navê “Ji bo Edaletê” ji aliyê Elîf Tigit ve hate çekirin û wî tê de behsa tekoşîna Emîne Şenyar kiriye.

Emîne Şenyaşar niha daxwaz dike ku kurê wê girtî Fadıl Şenyar ku bi 39 salan tê darizandin bê berdan û kesên ji wê êrîşê berpirsyar bên darizandin.

Foto: Twitter, @senyasarailesi


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

Çavdêrîya li medyaya Kurdî – 16.01.2023

Weşana paşê

Dengên ji AKPê vediqetin diçin kû derê?

Te hay ji vê heye?

Ekrem İmamoğlu: Îqtidar ji kontrolê derketîye

Şaredarê Stenbolê Ekrem İmamoğlu derbarê qeyûman

Jinên ku jiyanên wan li nav zeviyan asê mane: Karkerên demsalî

Di bin germahîya Amedê ku mirovan

Karkerekî DEDAŞê: Em her roj tûşî mirinê dibin

Li ber derîyê Şirketa Belavkirina Ceyranê

Karkerên DEDAŞê dest bi protestoyan kirin

Karkerên DEDAŞê ji bo zêdekirina mûçeyan