Komeleya Dema Jinan, di Tîrmeha sala 2020an de, li bajarê Stenbolê bi armanca ji holê rakirina her cure cihêkariyên li hember jinan û ji bo hemû qadên civakê de, tevkariya bihêzkirina jinan hatiye avakirin.
Dema Jinan di qadên civakî, aborî û çandî de, ji bo bihêzkirina rola jinan, ji bo ku bêhtir bên dîtin û ji derfetan wekhev sûd wergirin çalakî û kargehên cur bi cur li dar dixe.
Dema Jinan di podcasteke de armancên xwe wisa destnîşan kiriye;
Tevkarî û piştgiriya Peymana Stenbolê, têkoşîna li hember hemû cureyên tundiyê, xebatê ji bo pêkanîna wekheviya zayenda civakî, di warê civakî û aborî de, piştgiriyên ji bo bihêzkirina jinan, di hemû qadên jiyanê de, zêdekirina dîtina keda jinan armancên me ne.
Her di vê babetê de me bi endama Komeleya Dema Jinan Bêrîvan Saruhanê re, derbarê kar û barên wan ên komelgehî, xebatên qada sivîl û tunditîjiya li hember jinan tên kirin, axivîn.
Dema Jinan lêpirsînên Kurdî werdigire
Navenda şêwirmendî û piştgiriya Dema Jinan di Tebaxa sala 2021an vebûye. Bêrîvan Saruhan dibêje ku ew ji wî wextê ve lêpirsînên xwe hem Kurdî hem bi Tirkî hildigirin.
Helbet cudahiya me ev e; li Stenbolê gelek saziyên jinan ku navendên wan ên şêwirmendî û piştgiriyê hene, lê taybetmendiya/cudahiya me bêhtir li ser pirsgirêkên jinên Kurd û ên ku xwe nikaribin li saziyên din baş ragihînin, derdê xwe bi zimanê xwe vebêjin e. Em di vê çarçoveyê de dixebitin û qada xebata me ev e.
Bêrîvan Saruhan
Jinên ku tunditîjî li wan tên kirin hem bi rêya mirovên komeleyê, bi rêya saziyên jinan/sivîl, hem jî bi rêya medyaya civakî digihijin malpera me, lê ji xeynî van bêhtir bi rêya kesan an saziyên ku em tên naskirin têkilî bi me re datînin.
Bêrîvan Saruhan
“Em wan digihînin mekanîzmayên çareseriyê”
Jinên ku bi destê mêran tundî li wan dibin, ji bo rêyên bigihijin mekanîzmayên çareseriyê serî li navenda komeleyê didin.
Bêrîvan Saruhan dide zanîn ku ew piştgiriya derûnî, hiqûqî û civakî rêyan nîşanî wan didin û der heqê pirsgirêka ji hevdu veqetanê, tundiya aborî, fîzîkî û derûnî û hwd. de pêşniyazan li wan dikin û bi vê awayê jî ew digihijin mekanîzmayên çareseriyê.
Jinên ku ji bo pirsgirêkên xwe serî li vir didin bi vê awayê jî em ber alî dikin, ger pêdîviya wan bi piştgiriya derûnî hebe em bi derûnnasan re têkilî datînin, piştgiriya wan bi parêzereka hebe em bi tora komeleyê ya komîsyona hiqûqê wan ber alî parêzeran dikin.
“Xebatên me bêhtir li qadê ne”
Em bêhtir xebatên xwe di qadê de dimeşînin; jinên ku ji bo bigihijin der heqê tenduristiya xwe ya zayendî, der heqê mafên xwe ên bingehîn em dixwazin wan agahdar bikin, bi vê awayî em diçin qadan, ne ku em li vir li komeleyê ne bila jin bên li vir (helbet em vê jî dibên -dikene-) lê em diçin ba jinan, derd û pirsgirêkên wan guhdarî dikin, bi vê awayî heke em karin piştgiriyekê bidin wan em kêfxweş dibin.
Her wiha Saruhan dibêje xebatên wan ên qadê her ku diçe zêdetir dibe û ew zêdetir girseyên jinên Kurd li kû bin, diçin li wir û çalakî û kargehên hişyarîkirinê didin jinan.
6 mehê carekê raporên me yên navenda şêwirmendî û piştgiriyê tên weşandin. Heta niha du raporên me hatine weşandin. Ji bilî van em panel, gotubêj û kargehên curbicur li dar dixin; bo mînak; Gulana borî der heqê ziman, çand û bişaftinê me panelek li dar xist.
Bila dengê me li çar aliyê qulbê dinê berbelav be
Endama Komeleya Dema Jinan Bêrîvan Saruhan bi bîranînekê xwe re dawî bi axaftina xwe tîne;
“Ber bi 8ê Adarê ve ez dixwazim vê bibêjim; Eznîva Reşîd 27 sal li Radyoya Erîvanê pêşkêşvanî kiriye û dîrok tam nayê hişê min, min berî 8ê Adarê li malperekê xwendibû. Rojeke 8ê Adarê nivîsekê belav dike û li jinên Kurd wisa pîroz dike, gotina ku di hişê min de maye ev e; “der heqê emrê me yê bextewar da kubar û bilind bistirên dotêd Kurd… Bila dengê we li çar qulbê dinê belav be’’
Bi rastî ev gotina ku di 8ê Adarê li Radyoya Erîvanê bi deng gotiye min pir kelecanî jî kiribû û heman kelecanî hê jî didome. Hêvî dikim em deng û rengê xwe bêhtir bidin bihîstin û dengê me li çar aliyê dinê berbelav be.”