Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Di Mezbexeya Peyvan de Parastina Kelamê 

25/02/2025

Eduardo Galeano ji ber şert û mercên wehşiyane di sala 1973yan de terka welatê xwe dike û diçe sirgûnê. Li sirgûnê tevî hevalên xwe kovareke bi navê Crisis derdixin. Ev kovara çandî, di dîroka zimanê spanyolî de kovara herî zêde hatî xwendin bû. Lê sê sal şûn de mecbûr dimînin ku weşana kovarê rawestînin [1]

Galeano, di bin ewrên hesin ên kolonyalîzm û otorîteryenîzmê de behsa şikandina baskên qelemê dike. Piraniya nivîskarên kovarê di şikenceyên giran de ji hev ketibûn, di zindanê de riziyabûn û ji ber revê mecala nivisînê ji dest dabûn.

Galeano piştî ku yek bi yek serencamên wan nivîsîn, bi diltengî wisa dipirse “Gelo di nav van şert û mercan de ku mecala gotinê nemîne meriv heqîqetê bibêje, bêdengî ne çêtir e?”  

Bi van raman û hestên Galeano, di sala 1976an de gotareke bi navê Parastina Kelamê dinivîse û şerha dilê xwe li ser rewşa nivîs û nivîskarên Amerîkaya Latînî dike. Galeano meseleya ziman û edebiyatê ji bendên nîqaşên îmla û gramerê rizgar dike û datîne navenda jiyanê.

Pergala kolonyalîzmê bandora xwe bi awayekî xurt li ser siyaset, aborî û çanda serdema postkolonyal dihêle. Jiyana ku Galeano behs dike di bin lêpên mîrateya kolonyalîzmê, otorîteryanîzma dewletên postkolonyal û çanda endûstriya global de li ber xwe dide. Ziman û edebiyat hêj ku ji devan derneketiye û ji pozê qeleman neherikiye li ser rûpelan, tên kontrolkirin û teşe digirin.

Ew her sê hêz ne tenê bi riya şîdet û sansûra rasterast pergaleke qedexeyê saz dikin, lê di heman demê de bi saziyên xwe wateya çand û hunerê û rola nivîskar û hunermendan jî pênase dikin. Peyvên ku ji mezbexeyan xelas bûn di dezgehên tirs û xelatê de ji aliyê naverokê ve vik û vala dibin. Gel ku keda wan heta hestiyan tê xwarin -siya çekan her li ser wan e, di serî de televîzyon, mêjiyên wan bi destê endûstriya çandî tên şûştin û zimanê wan ji peyvên rexnegir û azadîxwaz tên paqijkirin- nikare bibe muxatabê çand û edebiyateke baş.  

Galeano dipirse di nav wan şert û mercan de gelo însan ji bo çi û ji bo kê dinivîse û ew wisa bersiv dide:

Însan ji ber hewcedariya bi kesên din dinivîse da ku bi wan re bikeve têkiliyê û hevnas bibe. Da ku êş û ezabên xwe nîşan bide û bextewariyên xwe parve bike dinivîse. Li dijî tenêtiya xwe û tenêtiya yên din dinivîse. Mirov dibêje, edebiyat agahiyan radigihîne, kesên ku wan dixwîne ji ziman û tevgerên wan tesîrdar dibin û bi vî awayî alîkariyê dike ku meriv baştir hevnas bin da ku bi hev re rizgar bibin.   

Lê, têgehên “me” û “yên din” gelek mûphem in û di serdemên qeyranê de ji heqîqetê bêhtir dişibin derewan.

Di rastiyê de mirov ji bo wan kesan dinivîse ku xwe wek wan hîs dikin, wan kesên ku her tim nîv-birçî ne, xewa wan her li wan herimiye, serên xwe her tim hildane, her tim têne şermazer kirin ku di heman demê de piraniya wan nexwenda ne, nizanin bixwînin û binivîsin. Lê yên dizanin jî nikarin pereyên xwe ji bo kitêb xerc bikin. Ger mirov bibêje ez ji bo “gelemperî” binivîsim dikare wê nakokiyê çareser bike? [2]

Ger ew kesên ku em ji bo wan dinivîsin nikarin me bixwînin em çawa xwe bigihînin wan da ku qafesa tênetiya xwe û ya wan bişkînin? Galeano wiha berdewan dike:

Em ne li ser heyvê hatine dinyayê, ne jî li qata heftemîn a asmanan dijîn. Em li herêma ku her tim tofan radibe û di serdema dijwar de dijîn ku sedema hemû xweşî û nebaşî, şadî û bêbextiya me ne. Rewşa çînên bindest li vir ji welatên dewlemend dijwartir e. Em di nav sefaleta giştî de dijîn. Ji sedê şeşê dinyayê nivî dewlemendiya dinyayê dixwin. Rêbazên ku wê konforê biparêzin bêrehm û hovane ne. [3]

Galeano, piştî ku ev sefaleta dilsoj û heysiyetşikên pênase kir, tedbîrên wehşiyane ku rê li ber heqwergirtinê û hesabpirsînê girtine yek bi yek li ber çawan radixe û dipirse:

Em, yên ku dixwazin ji bo edebiyatekê bixebitin ji bo wan kesên ku dengên wan hatine qutkirin bibe alîkar da ku dengên xwe bilind bikin, di wê rewşê de çawa dikarin pêş ve biçin? Di nav çandekê kerr û lal de em dikarin dengê xwe bidin bihîstin?

Azadiya biçûk a nivîskaran, gelek caran îspata serneketina wan nîne? Em dikarin bigihîjin kê û heta ku derê? Serdest dê heta ku derê destûrê bidin ku em behsa neheqî û zilm û zordariyan bikin [4]

Galeano dibêje “gelek tişt li ser sansûrên rasterast hatine gotin. Qedexekirina kitêb û rojnameyan, sirgûn û zindanîkirina nivîskar û rojnamegeran têra xwe bûne mijara nîqaşan. Lê belê, kêm kes behsa sansûrekê nerasterast dike ku sansûra herî xurt û belav ev e li Latîn Emerîkayê” [5]

Bêmilkkirin yek ji amûrên sansûrên nerasterast e. Galeano dipirse, “Heke tenê sedî pênc a gelê Amerîkaya Latîn dikare sarincek bikire, sedî çend dikare pirtûkan bikire? Û sedî çend dikare wan pirtûk bixwîne, hewcedariyê wî hîs û tesîrên wî tecrûbe dike?

Kolonyalîzm bi qawlê Agamben milyonan mirovan diafirîne ku ji mirovahiya xwe dibin û bi tenê hewl bidin ku bi awayekî biyolojîkî zindî bimînin [6]   

Ger rewş ew be vêga nivîskar ji bo kê dinivîsin? Galeano wiha bersiv dide:

Em nivîskarên Amerîkaya Latîn -ku di çerxa endûstriya çandî de debara xwe derxin komeke biçûk in û ji bo komeke biçûk dinivîsin. Rewşa nivîskar ku newekheviya civakî û çanda serdestan tesdîq dike ev e. Lê di heman demê rewşa nivîskar ku dixwazin xwe ji wan veqetînin jî wisa ye. Bi giranî, ji aliyê rastiya qayîdeyên ve jî hatine sekinandin ku em tê de heps bûne. [7]

Li gor Galeano, ev pergala civakî qebîliyeta aferînêriya piraniya mirovan yan tune dike yan jî ji rê derdixîne. Bersiva qedîm ji bo rêyên afirineriyê, pirsên êşa mirovbûnê, qethîbûna mirinê dike karê desteyeke merivên pispor. Ew pisporên li Amerîkaya Latîn em çend kes in gelo û ji bo kê dinivîsin? Mixatabên me yên rastîn kî ne? Bila bi çepikan bawer nekin. Yên ku me pîroz dikin carinan ew kes in ku me bêtesîr û bêzerar dibînin. [8] 

Di ser nivîsa Galeano re nêzî pêncî sal derbas bûne. Sansûrên rasterast û nerasterast hukmê xwe ji wê serdemê bêhtir îcra dikin. Ziman û edebiyata kurdî di her qadê de bi şîdeteke rasterast rûbirû dimîne. Ji aliyê din çanda endûstriyê, edebiyat û nivîskariyê ku xizmeta wan dikin piştrast û berbelav dike. Yên ku mecala wan a kirrîna kitêbana heyî bibin muşteriyên bazara endûstriya çandî da ku xwe wek beşa çanda global hîs bikin.  Kes û derdorên ku hewl didin li dervayî wê çerxê tevbigerin rastî şidetên sembolîk û siyasetên bêmilkkirinê tên. 

Ger endûstriya leşkerî û çandî midaxeleya ziman bike û îmkanên têkiliyê di nava gel û nivîskaran de hilweşîne edebiyat çawa dikare bîranînên berxwedanê mihafeze bike û pêşeroja nû biafirîne bêyî ku wê sîstemê ji xwe re bike armanc û pê re şer bike?

Jêrenot

[1] Ji bo naverok û serdemên weşanê bnr.  https://oac.cdlib.org/findaid/ark:/13030/c83x8dz9/entire_text/ 

[2] Ew gotara Galeano di sala 1976an de hatiye nivîsîn. Di sala 1977an de bi ingilîzî wekî “In Defence of the Word” çap bû. Gotar du caran bo tirkî hatiye tercûmekirin. Cara yekem di kitêba Söz Mezbahası da bi cih girt. Cara duyem di berhevoka Biz Hayır Diyoruz de derket. Ji bo nivîsê min wergera îngilîzî û ya Metisê bi kar anî; Eduardo Galeano, “Sözün Savunusu”, Biz Hayır Diyoruz, Metis, 2016, r. 17.

[3] hbr., rr. 17-18

[4] r. 18.

[5] r. 19.

[6] Giorgio Agamben, Homo Sacer: Sovereign Power and Bare Life, 1998.

[7] Galeano, hbr., r. 19.

[8] r. 19.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê