Çermên Reş Zimanên Spî: Arezûya Nasînê û Statuya Zimên 

31/01/2025

Roj derbas nabe ku hinek ji me nekevin endîşeya zimên. Bi xof û tirs em di dilê xwe de dibêjin “ger rojekê bê û zimanê me ji holê rabe û winda bibe? Gava em endîşeya xwe ya zimên, piranî bi tirkî, îfade dikin her tim şîret li xelqê dikin: li zimanê xwe xwedî derkevin. Wisa xuya ye ku li meydanê meseleya man û nemanê heye lê herkes karê pîroz ê çaresekirinê diavêjin ser hev. Ji zû ve ye gotinek wekî xeyaletek di nav me de digere: Divê “em” li zimanê xwe xwedî derkevin”. Lê ew “em” mûammaya mezin e, kes xwe tê de nabîne û ji “em”ê “yên din” fam dike.

 Wisa xuya ye ku ne “em gişt” lê “hinek ji me” divê li zimên xwedî derkevin. Lê ewên din kî ne û peywireke çawa hilgirtiye ku barê zimên nakeve ser milên wan?      

Ez wisa dibînim ku di nav kurdan de çi sekuler çi dinî şêxîtiya nû ava dibe ku tilisma felatê di destên wan da ne û xwe ji îrşada xelqê mesûl dibînin. Ji ber wê mesûliyeta giran naxwazin ziman bibe qeyd û bendek li ber wan. Dixwazin peyamên xwe yên xelaskar û rizgarker bigihînin bi sed hezaran û mîlyonan. Ji bo kar û mîsyonên xwe yên pîroz bikaranîna tirkî jî “meşrû” dikin. Şêxên me yên nû wekî teriqatên berê hem xelifeyên xwe tayîn dikin hem jî li her derê şaxên xwe vedikin. Li ser medyaya civakî çi durdaneyên siyasî bi tirkî belav dibin. Hawara Xwedê! Çi li derdorên dînî û sekûler, çi jî siyasetên çepgîr, mihefezekar û neteweperwer tu ferq di navbera wan de tuneye, bikaranîna tirkî êdî xala hevpar e. 

Pekî, di vê rewşê de, rola kurdî çi ye? Çima îhtiyaca me pê hebe? Dûrketina ji jiyanê gelo çi aniye serê zimanê kurdî, naverok û şeweyên nivîsandinê? Gava kurdî ji gel û ji problemên wê yên eslî veqete êdî dibe mijara fantazî û nostaljiyê. Şêxên me yên nû îrşada bi tirkî girtin ser milên xwe. Kurdîya ku di “îrşada xelqê (!)” de, di nîqaş û derbirîna fikr û ramanê de, di edebiyat û hûnerê de nayê bikaranîn hem statuya xwe hem jî îmkana pêşketinê wenda dike. Gelê ku em ji bo rizgarkirina wan  ketine dorê û ew gelê bê zar û ziman, dibin wargeh û amûrên fantaziyên me. Em her tiştî ji bo wan dikin lê tu car bi wan re nakin. 

Gelek caran gel bi xwe dikeve pêşiya me rê nîşanî me dide lê em piştre xwe dikişînîn bircên xwe yên tirkî yên siyaseta bilind. Gelo çima em miameleya mirîyan bi gel û kurdî dikin? Çima ji bo jiyan û zindîbûnê me hêviyên xwe ji wan qut kirine? Mînak, êdî di konseran de jî dema ku hunermendên me stranên xwe bi kurdî distrên gotinên xwe bi tirkî dibêjin. Çima stran kurdî lê mihabbet bi tirkî ye?

Kî dizane, belkî ew gelê bindest û zimanê bêxwedî nikarin îstîqbalê ku fantaziyên me dixemilîne bidin me? Loma, em pir zû ji wan aciz dibin. Ger em fêdî nekin ji bo ku bi kurdî bi kar tînin em dê ji xelqê bac bistînin!. Gelo çima tewecuha wan tu car nikare tîbûna me ya ‘nasîn’ê bişikîne?  

Ez dixwazim du analîz û şiroveyan ji berhemên Frantz Fanon û Albet Memmî binîm.  

Frantz Fanon di Çermê Reş Rûpoşên Spî de  ku di 1952yan de temam kiriye, li ser nefreta ji xwe ya dahûrandî û jixwe-revînê hûr dibe û rehenda derûnî ya mêtingeriyê analîz dike. Di beşa “Zencî û Ziman” de bi veguhestina ji Paul Valery zimên yan jî bikaranîna zîmên wekî “ hezekî madî” pênase dike ku hez û iqtidar dibexşe [1]. Dipirse ka gelo çima tevî ku qedexekirin yan asteng tunene zenciyekî antîlî yan afrîkî zimanê ewropî tercîh dike û balê dikişîne têkiliya yekser a navbera zimên û desthilatdarbûnê. 

Nîqaşa wî meseleya zimên e û ji bo vê bi tehlîlkirina derûniya mirovê perwerdebûyî yê mêtingehê dest pê dike. Ev kes di ruhê xwe de hest bi tevliheviyeke xwekêmdîtinê dikin, lewra çavkaniyên wî/wê yên çandî yên xwemalî û resen hatine bêqîmetkirin yan hatine binaxkirin. Ji ber vê ev kes xwe bi zimanekî neteweyî yê şaristaniyeke nû û çanda wî ya metropolê re di nav têkoşînekê de dibîne [2]. Li aliyekî lampeyên Parîsê, jiyaneke rengorengo bi hemû saziyên xwe ve, nûbûn û geşbûn, li aliyê din gundên Afrîkayê û çolterên wê yên mêtingeriyê wêran kirine, ew xistine nav tariyê… Tercîh dê di nav şertên weha da bê kirin [3].  

Parîs… Ew bajarê ku di deryaya rohaniyê de reqs dike. Li seranserî peravên Seine, restorantên bi bexçeyên biçûk… axx ax! Parîsê bibînin piştre bimrin… ! [4] Voltaire, Rousseau, Hugo… Şoreşa Fransayê… paytextê fikr û îdealên bala… [5]. Zenciyê perwerdebûyî bi qewlê Aimé Césaire dema vedigere “dayika niştiman” mîna nîv-xwedawendekî tê pêşwazîkirin, herkes xweziya xwe pê tînin. 

Dayik ji zarokên xwe dixwazin fransiyeke bêdevok bipeyivin, pir hewl didin zimanê mêtingeran “bêkêmasî” bipeyivin [6]. Lê axaftina zimanekî pejirandina çandakê ye û hilkirina barê şariştaniyeke li ser zimanî ye [7]. Li gor Fanon, zenciyên antilî bi qasî kabiliyetên xwe yên bikaranîna fransî dê bibin spî yanî pêngavek bavêjin ber bi mirovbûyina rastîn [8].  Fanon dibêje her çi ez derbarê zenciyên antîlî de dibêjim ji bo hemû gelên mêtînkirî jî rast in.    

Mêtinger xwe wiha pêşkêş dike ku dilê mêtinkiriyan bibije û giringtirîn amraza vê jî ziman e. Zencî bi riya fransî ji reşikbûna xwe ji tevliheviya çanda xwe ya tarî azad dibe û dibe spî û fransî [9]. Hiyerarşiyek di nav xwe û gelê xwe de înşa dike.   

Albert Memmi di beşa ‘Ciyê Mirovê Mêtinkirî’ ya berhema xwe ya sala 1957an Mirovê Mêtinger û yê Mêtinkirî de behsa îşkenceya duzimanîtiyê dike ku mêtingerî dibe sebeb [10]. Memmi nêrinê xwe wisa xulase dike: 

Mirovên xwenda, di navbera zimanê xwe yê dayikê û zimanê mêtinger de dimîne. Loma, di peywenda mêtingehê de zanîna xwendin-nivîsînê tê wê maneyê ku ev mirov ketiye nav dubendiya duzimanîtiyê. Tevahiya pergala birokrasîyê, dadgeh û pîşesazî zimanê mêtinger dibihîze û bi kar tîne. Herwiha, îşaretên li ser riyan, yên îstasyonên riya hesin, yên kolanan û meqbûzan weha dikin ku mirovê mêtinkirî li welatê xwe, xwe biyanî hîs bike. Di peywenda mêtingeriyê de dinyayên ku du zimanan temsîl dikin, mîna du alemên ruhî û çandî bi hev re di pevçûnê de ne. Zimanê zikmakî ku kaniya hest, heyecan û xewnên mirovê mêtinkirî ye, tişta herî bêqîmet e û ti statuya wê tuneye. Ji bo li vê dinyê hebe, mecbûr e stuyê xwe li ber zimanê efendiyê xwe xwar bike, tişta diqewime tam drameke lînguîstik e [11].  

Memmi dibêje ev drama ji ber emilandina rojane a zimên, di qada edebî û hunerî de kûrtir dibe. Dibêje dê rast be ku li bendê be bi zimanekî ku wê/wî piçûk dîtiye edebiyateke neteweyî biafirîne. Dema bixwaze bi zimanê xwe bibe nivîskar jî, gelek zehmetî derdikevin pêş. Şertên madî pir kêm wan şert û mercan amade dike ku nivîskarek bikaribe tê de bigihîje. Dema zimanê xwe fêr bibe û bikaribe zimanê xwe di berhemên nivîskî vejîne jî, dê ji bo kê binivîsîne? Gelê ku ew jê re dinivîsîne, nikare bi wî zimanê xwe bixwîne û binivîsîne, yên burjûwa û zana jî guhên wan li zimanê mêtinger e [12]

Li gor wî nivîskarê mêtingehê yê duzimanî enerjiyeke bêhempa xerc dike ku di her du zimanan de jî baş be, loma jî çêbûna edebiyata mêtingehê hêdî dibe. Memmi dema qala nivîskarên mêtinkirî dike, dibêje: 

Qedereke ecêb e ku mirov ji bo gelekî din binivîsîne lê ya ecêbtir ji bo dagirkerên gelê xwe binivîsîne. Bi vî zimanê deynkirî ji mêtinger re vedibêje bê ew çiqas barbar e, ev faîza deynê wî ye. Ev nivîskar van fikrên xwe bi awayekî îzolebûyî xwe bi xwe nabêje, gotinên wî ji nav hişmendiyeke kolektîf derdikevin… Dîsa jî aciltirîn taleb rizgarkirina zimanê xwe û restorekirina wî ye. Memmi di wê baweriyê de ye ku ji bo nivîskarên mêtinkirî tekane rê nivîsîna bi zimanê zikmakî ye da ku bikaribin wê berdewamiya xwe ya qutqutî bûye zevt bikin [13]

Di sala 1957an de, ku ev kitêb hatiye nivîsandin, Memmi hêvîdar e ji serdema piştî mêtingeriyê. Ew helwesta nivîskarê ku di dewra mêtingeriyê de li ser navê zimanê xwe mecbûr maye bi zimanê mêtinger biqîre, wekî mecbûriyeta ji ber şertên objektîv dibîne. Nivîskar bi vê helwesta xwe herçiqas terka zimanê xwe kiribe jî, li gor wî nifşên di nav azadiyê de mezin dibin dê hîmê zimanê xwe daînin û bi zimanê xwe binivîsin. Nivîskarê mêtinkirî dibe ku hîn zûtir di dewra mêtingeriyê de jî tercîh bike bi zimanê xwe binivîsîne. Dibêje, diyar e di her du halan de jî (dereng yan zû), edebiyata bi zimanê mêtinger mehkûm e ku di temenekî ciwan de bimire [14]

Lê rewşa piştî mêtingeriyê Memmi piştrast nake. Edebiyata bi zimanê mêtinger a li mêtingehên kevn hatibû berhemanîn, ne ku di temenekî ciwan de mir, bîlakîs ji nû ve vejiya. Memmi rehenda psîkanalîtîk a mêtingeriyê û mêtingeriya nû û qeyranên dewleta pişt-mêtinger ku beriya wî ji aliyê Fanon hatibû derbirîn, li ber çavan negirtiye.  

Di nav vê pênaseya fireh de, mêtingerî, rehendên aborî jî tê de wiha tê pênasekirin ku maden, giyandarên li ser çem û rûbaran, hemû awayê jiyîn û fikirîna mirovên li welatê mêtinkirî li gor berjewendiyên mêtingeran ji nû ve tên sazkirin. Li gor Ashis Nandy, mêtingerî armanc dike ku şexsiyeta mirovên mêtinkirî ji holê rake, ji ber vê jî di şerê dij-mêtinger de divê giringtirîn şer li dijî vê windabûna şexsiyetê, û ji nû ve înşakirina şexsiyetê be [15]

Ji ber vê taybetmendiya mêtingeriyê ku ziman, dîn, huner, felsefe û temamê awayên jiyanê dike hedefa xwe, di têkoşînên dij-mêtinger de ne tenê serxwebûna aborî û siyasî, divê bi giştî kişifkirin û ji nû ve avakirina ziman, çand, dîn, felsefeya ku hatiye texrîbkirin jî bibe hedef. Bêguman, zehmettirîn qismê têkoşînên dij-mêtinger jî ev e ku ev rehenda çandî ya ziman, dîn, edebiyat û huner jî tê de, bibe bernameyeke pratîk û bêtir jî teorîzekirina wê.

Jêrenot

[1] Frantz Fanon, Siyah Deri Beyaz Maskeler, r. 34 Ji bo agahiyên berfirehtir bnr. Serdar Şengül, “Peywenda Mêtingeriyê di Hilberîn û Rexneya Edebî de: Ngũgĩ wa Thiong’o û Azadkirina Hiş ji Mêtingeriyê” wer. Fexriya Adsay, Zarema, Hejmar 14, 2021.

[2] hbr., r. 34. 

[3] hbr., r. 36.

[4] hbr., r. 35

[5] hbr., rr. 39-41. 

[6] hbr., rr. 35-36.

[7] hbr., r. 33.  

[8] hbr., r. 34. 

[9]hbr., r. 35. 

[10] Albert Memmi, Sömürgeci ve Sömürgeleştirilen İnsan. Wer. Sail Ak. Stenbol: Öteki, 1996, r. 101. 

[11] hbr., rr. 101-103.

[12] hbr. r. 103.

[13] hbr. rr. 103-104.

[14] hbr., r. 105.

[15] Ashis Nandy, The Intimate Enemy: Loss and Recovery of the Self Under Colonialism, Oxford University Press, 1983.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê